RIHA - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan der barê geşedanên nû yên Destûra Bingehîn de bi lêv kir ku Tirkiye bi sepandina tecrîdê Destûra Bingehîn a heyî binpê dike û got ku ji bo Destûreke Bingehîn a nû bê amadekirin, divê di serî de tecrîd bê rakirin.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navdewletî neçar ma ji Suriyeyê derkeve û berê xwe bide derveyî welêt. Hezên hegemon ku dixwestin Rojhilata Navîn li gor plansaziyên xwe dîzayn bikin, fikir û ramanên Abdullah Ocalan û hebûna wî ji xwe re wekî asteng didîtin. Ji ber wê jî li dijî Abdullah Ocalan gelek êriş pêk anîn, lê negihîştin armanca xwe û herî dawî jî piştgirî dan Tirkiyeyê û li ser gefên ku Tirkiyeyê li hikûmeta Sûriyeyê xwarin Abdullah Ocalan jî ji Sûriyeyê derket. Bi vê re Abdullah Ocalan xwest îltîca bike, lê di serî de Yewnanistan û dewletên wekî Îtalya, Rûsya li ser daxwaza hezên hegemon ku serkeşiya wan Amerîkayê dikir neheştin Abdullah Ocalan li welatê wan bi cih bibe. Piştî 129 rojan ku Abdullah Ocalan bi daxwaza îltîcayê li gelek wêlatan geriya bi destê hezên hegemon li Kenyayê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin.
Abdullah Ocalan ku niha li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind di bin tecrîdeke giran de ragirtiye, mafê wî yê hevdîtina bi malbatê û parêzeran re hatiye qedexekirin. Ji Abdullah Ocalan û girtiyên li Girava Îmraliyê Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar 31 meh in tu agahî nayê stendin. Biraziyê Abdullah Ocalan û di heman demê de Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan komploya navdewletî ya li dijî Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya li Girava Îmraliyê ji ajansa me re nirxand.
PALANÊN HEZÊN HEGEMON LI ROJHILATA NAVÎN
Omer Ocalan anî ziman ku armanca komployê ya hezên hegemon dîzaynkirina Rojhilata Navîn bûye û wiha nirxand: "Ji ber ku di Rojhilata Navîn de Kurdistan cihekî navendî ye û sed sal berê jî di nav çar dewletan; Îran, Irak, Sûriye û Tirkiyeyê de hatiye dabeşkirin, hezên hegemon dixwazin plansaziyên xwe bimeşînin. Rêberê kurdan bi hevalên xwe bi fikreke nû, jiyaneke rêxistinkirî li pêş xistin û rabûn ser pêyan. Hezên hegemon jî dixwazin Rojhilata Navîn pergal û fikrên ku pêş kevin di bin kontrola wan de bin. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan jî nakeve kontrola hezên hegemon. Ji ber wê jî bû hedefa hezên hegemon. Rola Tirkiyeyê notirvanî bû. Di komployê de rola Amerîka, Îsraîl, Îngîlterê û hêzên ewropayî hebûn. Birêz Ocalan li dijî pîvanên bêhiqûqî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Bi vê yekê hem hiqûqa Tirkiyeyê hem jî hiqûqa navneteweyî hat binpêkirin. Ev 25 sal in Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan jî li dijî komployê têkoşîneke mezin dimeşîne. Bi komployê re aloziyên Rojhilata Navîn û Kurdistanê hê mezin bûn."
'KOMPLO BI TECRÎDE VE BERDEWAM DIKE'
Ocalan bal kişand ser tecrîda girankîrî ya li Girava Îmraliyê û wiha pê dê çû: "Nêzî 3 sal in tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan tune ye. Ev tecrîd jî berdewama komployê ye. Rewşa tenduristiya birêz Ocalan çi ye em nizanin. Dewleta Tirkiyeyê zagonên xwe jî binpê dike. Lê ev tecrîd li derve jî bi şerekî dijwar ve tê meşandin. Fikir û ramanên birêz Ocalan hemû pêkhate û cudahiyan di nav xwe de dihewîne. Ji bo wê jî dixwazin li her çar aliyên Kurdistanê vîna kurdan bişkînin. Birêz Ocalan jî ji bo valaderxistina komployê gelek pirtûk nivîsîne û ramanên xwe bi gelan re parve kiriye. Ya ku dikeve ser milê me jî ev e ku em fikir û ramanên birêz Ocalan bidin jiyîn. Zilmeke mezin tê meşandin lê li dijî vê komployê li her çar aliyên Kurdistanê kurd têkoşîneke bêhempa dimeşînin."
BANDORA TECRÎDÊ LI ROJHILATA NAVÎN
Omer Ocalan di berdewama axaftina xwe de der barê encama tecrîdê û bandora wê ya li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn de ev nirxandin kir: "Ji bo şikandina tecrîdê hemû kes di nava hewldanan de ye ku ev tecrîd bê şikandin. Ji ber ku siyaseta stratejîk û çareserî li Îmraliyeyê ji bo wê jî çavê her kesî li Îmraliyeyê. Siyaseta birêz Ocalan pêş dixe ne siyaseta rojane ye. Rastiya heqîqeta Rojhilata Navîn pêş dixe, çareseriya Rojhilata Navîn pênase dike. Ji bo we ji ber tecridê gelê me êşe dikşînin. Xitimandinek çebû ye. Civak bi her awayî hatiye rizandin. Rojhilatanavîn û Kurdistan tê vala kirin. Ji ber ku Rojhilata Navîn kirine weke doşeh ji ber wê jî gelê Rojhilata Navîn jî ji xwe re qada jiyanê weke Ewropa dibînin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan çavê me li Girava Îmraliyeyê. Dema hevdîtin bi birêz Ocalan re çedibûn birêz Ocalan stratejî û siyaseta Rojhilatanavîn bi rê ya parêzeran parve dikir. Ji bo wê jî dewlet dixwazê li wir bixetimÎne. Ji bo gelê Rojhilatanavîn jî cihe herî krîtîk ev e. Niha em dibînin bi şewazên cûda şerê cihanê yê 3'êmîn tê meşandin. Birêz Ocalan jî fikra çareseriyê li ser vê yekê pêş dixe. Ji bo wê jî rêber Ocalan dibe armanca êrişan a dagirkeran."
'HIQÛQA TAYBET LI ÎMRALIYÇ TÊ MEŞANDIN'
Ocalan têkildarî serîlêdanên wan ên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re jî da zanîn ku wekî malbat û parlementer serîledan kirinee lê tu bersiv ji wan re nehatiye dayin û wiha got: "Li hemberî me muxatab tune ye. Li Girava Îmraliyê hiqûqeke taybet hatiye avakirin ku ev hiqûq li ser erdnîgariya cihanê tune ye. Hiqûqeke kûr û tarî ye. Armanca dewletê ji bîr kirin dayina birêz Ocalan e. Dixwazin fikir û remanên wî navê wî û rastiya wî ji gel bidin bîr kirin. Ji bo wê jî şerê li dijî kurdan kûr dibe. Dibêjin em ê hezê ji hole rakin. Hez birêz Ocalan û heza ji bo hebûna kurdan li berxwe didin ev in. Ji hole rakirian wan re dixwazin Rojhilata Navîn dizayn bikin. Di nav vê siyasetê de jî dewleta Tirkiyeyê tenê tune ye. Saziyên navdewletî û yên ewropayî ku mafê mirovan diparêzin wekî CPT car caran serdana girtîgehên Tirkiyeyê jî dike, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa jî heye çima ev sazî tiştek nabêjin. Ji ber ku li hev kirinek heye. Berjewendiyên dewletên navneteweyî jî di vir de heye. Fikir û remanên birêz Ocalan ev qas mezine ku tecrîd jî ji ber wê ev qas giran dibe."
'DIVÊ AZADIYA FIZÎKÎ YA BIRÊZ OCALAN PÊK WERE'
Ocalan destnîşan kir ku tevî mafê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîse heye ku serdana girtîgeha Îmraliyê bike jî destûr nayê dayin û ev tişt gotin: "Di Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê de hevalên me jî hene ji aliyê qanûnan ve ev komîsyon dikarê serdana hemû zindanan bike. Her wiha parlamenter jî wisa dikarin serdana hemû girtîgehên Tirkiyeyê bikin. Ew maf heye. Lê Girava Îmraliyê pergaleke cûda ya tarî tê meşandin. Gelek serîledan û hewldanên me çebûn lê mixabin bersiv tune ye. Heke dewlet li gor qanûnên xwe tevbigerê û hurmete jê bide ev komîsyon û parlamento bê watê nediman. Kurd bi siyaseteke xurt dikarin komploya navneteweyî dikarin tasviye bikin. Ev hez û cewher di kurdan de heye. Ji bo wê jî em ê xebatên xwe bidomînin û tu car paşta gav neavetin. Têkoşîna sereke şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan e. Ne tenê tecrîd divê birêz Ocalan fikir û remanên xwe ji rayagiştî re parve bike. Di şert û mercên azad de bijî. Ev 25 sal in di zindana Tirkiyeyê de ev yek li gor zagonên Tirkiyeyê jî sînora dawî ye divê birêz Ocalan edî bê berdan û azadiya wî ya fizîkî pêk were. Ji bo aramiya Rojhilatanavîn û pirsgirêka kurdan bê çareser kirin divê birêz Ocalan di siyasete de rol û mîsyona xwe bilîzê."
'LI ÎMRALIYÊ DESTÛRA BINGEHÎN NE DERBASDAR E'
Ocalan têkildarî geşedanên nû yên ji bo guherandina Destûra Bingehîn jî ev tişt anîn ziman: "Destûra Bingehîn li hev kirina civakê ye. Ji bo civak di şert û mercên azad de bijî hewcedarî heye. Destûra Bingehîn heyî Destûra Bingehîn a cûntayê ye ku 1982'an de hatiye avakirin. Bandora wê jî heta niha berdewam dike. Kurd gelek caran jî di bin vê Destûra Bingehîn de hatine pelçiqandin. Yek netew, yek bawerî û nîjadperestiya tirkitiye diparêze. Di serî de gelê kurd û mafê hemû gelan hatiyê binpêkirin. Lê berî guherandina vê Destûra Bingehîn guherandina hişmendiyê hewceye. Heke destûreke bingehîn a herî demokratîk hebe jî hişmendî faşîst be tu wateya wê Destûra Bingehîn namîne. Ji ber ku Tirkiye niha mekazagona xwe binpê dike. Destûra Bingehîn a cûntayê binpê dike. Heke heşmendî ne faşist be bi vê mekazagonê jî em dikarin gelek tiştên genç pêş bixin. Tirkiye hem destûra xw eya bingehîn xwe hem jî ya navneteweyî binpê kiriye. Li Grava Îmraliyê hiqûqeke taybet hatiye avakirin. Destûra Bingehîn li Girava Îmraliye ne derbasdar e, hiqûq tune ye. Ji bo mekazagoneke nû bê amade kirin divê di serî de zilm û zora li ser kurdan bê rawestandin, tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Dema mafê mirovan bê parastin û li gor hiqûqê bê tevgerandin meriv dikarê qala makazagonê bike. Lê şert û mercên niha de meriv nikarê qal bike."
'DIVÊ GEL ROLA XWE BILÎZÊ'
Omer Ocalan di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo tecrîd bê rakirin divê gel jî bikeve nava hewldanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li dijî tecrîdö weke partiya me HDP ev demeke dirêj e em di nava hewldanan de ne. Her wiha li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa xebatên li dijî tecrîdê tên meşandin. Ev xebat hemû pîroz in. Ji bo ev tecrîd bê rakirin gelek çalakiyên demokratîk jî pêk hatin. Lê ji bo tecrîd bê rakirin a herî girîng tevlîbûna gel e. Heke tevlîbûna gel qels bibe em ê dereng bigehêjin armanca xwe. Ji bo tecrîd bê şikandin û destkeftiyên kurdan bên parastin divê gelê kurd rol û mîsyona xwe bilîze. Ev rol û mîsyon jî divê bi awayekî xurt di nav siyasetê de cih bigre û xwedî li vîna xwe derbikeve. Siyaset, têkoşîn û berxwedan bi gel dibe. Divê em barê xwe nedin li ser milê hin kesên din. Heke em vî barî li hev parve bikin destkêftiyên me jî wê çebin û ev tecrîd jî wê bê şikandin. Di dîrokê de jî kengî gel rola xwe lîstiyê encam hatiye standin. Dewlet jî ji ber wê civakeke bêdeng, bê îrade bi her awayî hatiye tewisandin dixwaze. Li dijî vê yekê em jî dixwazin dengê gel bilind bibe û di nav siyaset û têkoşîne de cih bistîne. Heke li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê gelê me rabê li ser pêyan û bêjin em vê tecrîde qebûl nakim ev tecrîd rojeke jî berdewam nake. Lê em zordariya dewletê jî dibînin, tu nirxên mirovahiyê li cem vê dewletê tune ye. Zilmkarê lê bi dawî kirina zilm jî bi têkoşîne dibe, ne bi bêdengiye. Kurdekî bê îrade û teslîm bû yî dixwazin lê zarokên vî welatî yên herî qedir bilind jî ji bo hebûna xwe berdelên herî giran didin. Bangavaziya min ji hemû gel ev ê ku siyaset bi hev girtinê, têkoşîn ji hev xwedî derketine pêş dikeve, dema em bi hev re bêjin edî bes e ev tecrîd bê rakirin û ev zilm jî wê bidawî bibe."
MA / Mahmut Altintaş