AMED - Halîse Aksoy a hestiyên zarokê wê di nava kutiyekê de teslîmî wê hatin kirin û bi îfadeyên şahide vekirî hatiye girtin, di danişîna ewil a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin nehat berdan.
Halîse Aksoy a ku hestiyên zarokê wê Agit Îpek di nava kutiyekê de bi rêya kargoyê teslîmî wê kiribûn, bi îfadeyên şahidê vekirî Umit Akbiyik, di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de, di 25’ê nîsanê de hatibû binçavkirin. Danişîna ewil a doza derbarê Aksoyê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye despêkirin, îro li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Aksoy û parêzerê xwe Necat Çîçek û Zeynep Karayilan di danişînê de amade bûn. Tevî xizmên Aksoyê rêveberên Partiya Çepên Kesk jî tev li danişînê bûn. Şahidê vekirî Umit Akbiyik jî ji cihê ku lê bû bi Pergala Bideng û Dîmenê (SEGBÎS) tev li danişînê bû.
ÎDIA BERSIVANDIN
Aksoy a bi rêya tercuman, bi kurdî îfadeya xwe da, têkildarî îdiayên Akbiyik wiha axivî: “Îdia derew in. Jixwe ji ber ez bi tenê me li malê namînim. Piranî li malên Stenbol, Qoser û xizmên xwe yên din dimînim.”
Serokê dadgehê ji Aksoy pirsî bê ka ji malbatê wê kesek tev li rêxistinê bûye yan na. Aksoy jî ev tişt anî ziman: “Hestiyên kurê min Agît Îpek bi kargoyê ji min re şandin. Di vê demê de gelek hatim naskirin. Gelek caran hatim ziyaretkirin, ji ber vê yekê gelek hatim naskirin. Şahidê vekirî ji ber vê yekê min nas dike. Ez nizanim bê ka keça min Şînda jî li ku derê ye.”
Ji Aksoyê re têkildarî îdiayên Serhat Karataş ên ku gotibû di pêvejoya rêveberiyên xweser ên navbera salên 2015 û 2016’an de, Aksoy ji çalakvanan re xwarin çêkiriye û biriye pirs hatin pirsî. Aksoy îdiayan wiha bersivand: “Ez jixwe bi darê zorê debara xwe dikim. Zarokên min li min dinihêrin. Hêj ez bi xwe nikarim zad peyda bikim, dê çawa ji kesên din re peyda bikim. Hem ev şexs e hem jî emniyet ji min ber kurê min, nas dikin. Ji ber wê bêbextiyan li min dikin.”
ŞAHIDÊ VEKIRÎ ÎFADEYÊN XWE JI BÎR KIR
Şahidê vekirî Akbiyik îdiayên xwe yên di mala Aksoyê de “civînên rêxistinê” dihatin kirin domand. Akbiyik navê hin siyasetmedaran rêz kir û îdia kir ku ji mala Aksoyê kes tev li rêxistinê tên kirin. Serokê dadgehê li ser van îdiayan ji Akbiyik pirsî, “Ma tevlîbûnên rêxistinê rasterast ji malê pêk dihatin?” û Akbiyik wiha bersiv da: “Rasterast ji mala wê tevlîbûn çênebûn.”
Akbiyik di îdiayên xwe yên berê de anîbû ziman ku ji bo Aksoyê alîkariya madî hatiye kirin. Serokê dadgehê dema van alîkariyên pirsî Akbiyik bersiva, “kîjan pere” da. Dema ku serokê dadgehê îfadeyên Akbiyik yên berê anî bîrê, Akbiyik wiha got, “pere şandin.”
'HER TIŞTÊ EV BÊTERBIYE DIBÊJE DEREW IN'
Têkildarî îdiayên Akbiyik, Aksoy ev tişt anî ziman: “Kesên ku hûn pirsa wan ji min dikin nas nakim. Ez vî kesî jî nas nakim. Li qisûrê nenêrin belê her tiştê ku ev bêterbiye tîne ziman derew e. Sûcdarê herî mezin ew e. Ji bo xwe xelas bike bêbextiyan li min dike. Bi zilmeke di cîhanê de nehatiye dîtin, hestiyên zarokê min, bi rêya kargoyê, teslîmî min kirin. Her kesek min nas dike, ev jî wisa min nas dike.”
Dozgerî jî xwest girtina Aksoyê berdewam bike.
‘MALA GELEK CARAN BI SER DE TÊ GIRTIN ÇAWA EWLE DIBE?’
Parêzer bal kişand ser îdiayên şahidê vekirî Serhat Karataş ên têkildarî birina xwarinê ya Aksoyê û anî ziman ku di navbera mala Aksoyê û cihê ku çalakger lê sekinîn de 2 kîlometre navber heye. Çîçek axaftina xwe wiha domand: “Bila îfadeyên Serhat Karataş ji dosyeyê werin derxistin. Gotinên Umît Akbiyik jî şênber nîn in, razber û tiştên xwe dispêrin bihîstinan in. Şahid dibêje ku mala muwekîla min maleke ewle ye. Lê maleke ku ewqas tê naskirin û gelek caran bi ser de hatiye girtin, çawa ewle dibe?”
Parêzer Zeynep Karayilan jî anî ziman ku bi tenê têkildarî îfadeyên şahidan hikum nayê dayîn û bale kişand ser biryarên Dadgeha Bilind ên girêdayî mijarên wekhev. Karayilan wiha domand: “Muwekîla min tenê ji ber gotinên şahid ên razber ev 6 meh in girtî ye. Hestuyê lawê muwekîla min bi awayekî derî mirovî, bi kargoyê teslîm kirin. Ji ber vê yekê jî gelek hate naskirin û hem ji saziyên sivîl hem ji partiyên siyasî û gelek kes hatin serdana wê. Ji ber vê yekê qeydên HTS weke delîl nikarin werin bikaranîn. Gelek nexweşînên muwekîla min hene. Herwiha nîşaneyên nexweşiya Alzheimerê derketin.” Karayilan xwest muwekîla wê were berdan.
Dadgehê biryara domandina girtina Aksoyê da. Herwiha dadgahê biryar da ku dê têkildarî îdiayên Akbiyik anîne ziman, dê Serdozgeriya Komarê ya Amedê re nivîsa muzekkereyê binivîse bê ka derbarê kesên navên wan derbas dibin de doz hatine vekirin an jî lêpirsîn hatine destpêkirin. Danîşîn taloqî 12’ê çileya 2024’an hat kirin.”