AMED - Nivîskar û rewşenbîr Ezîzê Cewo têkildarî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku heta gelê kurd negihîje mafên xwe ev komplo dê berdewam bike û got: “Çi bikin bila bikin, bi fîzîkî jî tune bikin, dîsa jî ew heye û ew ê her tim serkêşiya doza kurd bike.”
Di ser komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal derbas bûn. Abdullah Ocalan bi vê komploya ku bi serkêşiya wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û bi hevkariya hêzên kûrewî hatibû kirin û wê wekî “mezintirîn operasyona NATO’yê” pênase dike hat revandin û di 15’ê Sibata sala 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ev 25 sal in jî li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind di şert û mercên tecrîdeke giran û mutleq de tê ragirtin.
Nivîskar û rewşenbîrê kurd Ezîzê Cewo ku gava Ocalan diçe Rûsyayê li cem wî dimîne, ji ajansa me re komploya navneteweyî nirxand.
‘EM JI BO KOMPLOYÊ AMADE NEBÛN’
Cewo got ku ev komplo ne li dijî kesekî jirêzê ye, ev komplo li dijî kesekî ku bûye sembola vîn, daxwaz û armanca gelekî ku ji 50-60 milyonan pêk tê. Cewo anî ziman ku ev komplo li dijî fikir û ramanên Abdullah Ocalan e ku dixwaze gelekî ji bindestî û koletiyê rizgar bike. Cewo diyar kir ku tirsa cîhana kapîtalîst ya mêtinger berfirehbûyîna fikrên Ocalan in û wiha got: “Heke mirovahî bi giştî hişyar bibe, çavkaniyên pereyên sermayedaran wê kêm bibin yan jî xelas bibin. Ji bo van kesan tiştekî exlaqî nîne û ji bo wan berjewendî û pere hene. Di vî warî de heke em bi helwesta xwe ya neteweyî hinekî din berfireh lêbinêrin, divê ev Komplo bibûya. Divê me hesabê vê yekê kiriba. Wisa xuya dike ku em weke netew ji bo vê yekê hêj amade nebûne. Dema ku ev tevger derketî, serok ev hesab zanîbûn. Lê derdorê Serok, ji bilî PKK’ê her kesî turikê xwe girtibû û perçeyekê Kurdistanê bi xwe ve girêdabû, ketibûn berderê dagirkeran. Li vir jî pirsa yekitiya neteweyî derdikeve holê. Weke netew, nêrîneke netewî, giştî ji bo mafên gelê kurd pêwîst e. Ne ku hinek kes biçin xwe bidin kuştin, bi deh salan serê çiya bin, serê danin ser keviran û hinek kes jî Kurdistanê bifiroşin, bidin dagirkeran. Ji ber vê yekê jî divê ev komplo pêk bihatiba, çiqas em pê ketin û li me dijwar bê, em pê biêşin jî, li gorî anegoriya cîhana îro ev tiştekî xwezayî bû. Em ji bo vê yekê amade nebûn.”
‘JI BO DÎROKÊ 50 SAL TIŞTEK NÎN E’
Cewo da zanîn ku ji bilî têkoşîna siyasî, çekdarî û her wekî din tekoşîneke lobîstî nehatiye çêkirin û diyar kir ku gelên din hinekî tişt êdî pêk anîne. Cewo minaka Îsraîlê da û wiha berdewam kir: “Maldarên cihûyan bi neteweyî difikirîn û her tim berjewendî û mafên gelê xwe dişopandin, her tiştê xwe dikirin xizmeta wê. Hê jî cihûyên ji derve dixebitin jî çi komkirine dibin Îsraîlê. Yên me çi dikin? Yên me jî welat kirine zenbîlek û avêtine milê xwe û difiroşin. Piştî MEDYA’yê me dewletên biçûk çêkirine lê me dewletek yekparçe ku tevahî Kurdistanê di nava xwe de dihewîne, çênekir. Ev jî tê wê wateyê ku gelê kurd di nava di hezaran salan de hatiye parçekirin û kê hatiye destê xwe kiriye nav. Kurdan jî fikra neteweyiyê zêde qebûl nekirin û tenê berjewendiyên xwe şopandin. Ji wan rojan em hatine îro û ev komplo jî pêk hatiye. Piştî Tevgera Azadiyê ya bi pêşengtiya Serok Apo hatiye avakirin, helbet kurd gelek hatine guhertin, lê dem pêwîst e. Belkî îro weke kesayetî, dilê me diêşe û em dixwazin her tişt zû pêk bê, lê ji bo dîrokê 50 sal tiştek nîne.”
‘HÊZÊN WÊ DEMÊ KURD FIROTIN TIRKAN’
Cewo bibîr xist ku hêzên wê demê û Tirkiye di nava têkiliyê de bûn û wan bi hinek tawîzan kurd "firotin" tirkan. Cewo da zanîn ku Amerîka, Îsraîl û Îngîltere Ocalan radestî destê Tirkiyeyê kirine û Tirkiyeyê jî Ocalan negirtiye. Cewo anî ziman ku pêşiyê divê bê zanîn ku hêzên wê demê îro nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî ew hêz hatine guhertin. Bi her mirovekî, partiyekî, serokkomarekî, serokekî hinek tişt tên guherîn. Serokê NATO’yê tê guhertin hinek tişt jî diguherin. Lê xeteke wan ya sereke heye. Yanî NATO’ya wan heye û di nava çarçoveya NATO’yê de berjewendiyên xwe diparêzin. Heke dîtin ku di Tirkiyeyê de xetereyek heye, dikarin kurdan dîsa bifiroşin wan û tawîzekê ji tirkan bigirin. Di vê rewşê de jî Erdogan weke roviyekê bispor di navbera Rûsya û Amerîka, NATO’yê dilîze. Her çiqas endamekî NATO’yê ye jî, lê di pirsgirêkên neteweyî de tiştên ku mirov dijminê xwe jî hînbibe heye.
Helwesta wan ya li dijî kurdan, ne helwestek demî ye, ev helwest demdirêj e û bêdawî ye. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, heta kurd nebin yek em ê her wiha bin. Wê tim me bikujin, bigirin, teslîmê hinekan bikin, welatê me wêran bikin û kesek jî tiştekî nabêje. Îro hemû rabûne çekan didin Ûkraynayê, lê kesek pirsa vî gelê ku 4 parçe bûne nake. Wan bixwe ev gel kiriye 4 parçe.”
‘DÊ BÊN DARIZANDIN’
Cewo bal kişand ser tecrîdê û da zanîn ku ev tecrîda ku li ser Ocalan tê wateya mezinbûyîna kesayetiya wî. Cewo destnîşan kir ku taybetî jî hêzên dagirker cîhan tev di vê ferqê de ne, lê mixabin kurd bixwe ne di vê ferqê de ne. Cewo anî ziman ku yên ku vê pêkanînê dikin, tevî di vê rewşa Ocalan di nav de yejî, ji fikir û ramanên wî ditirsin û ev tişt gotin: “Lê êdî ji destê wan çûye. Ji ber ku di dema xwe de Serok nîşe û nirxandinên xwe kirine û ya din jî paraznameya Serok e. Paraznameya Serok, bi taybetî jî pêşgotina wê, gunehbarkirina van hêzên dagirker û metînger ên cîhanê ye. Ez bibawerim ku demê bê, dê saziyeke hemcîhanî, navneteweyî dê bê avakirin û dê dadgeheke navneteweyî ya vê saziyê jî çêbibe. Ev dadgeh dê wan mirovan darizînin. Wê çaxê belkî ew nebin, miribin lê dê nêrîn û fikrên wan darizînin. Wan sucên ku ew li dijî gelê kurd dikin, ev tecrîd û kiryarên li ser Rêberê Gelê Kurd tê kirin, xala herî dawî ya bêdadî, bêexlaqî, bêwijdanî û merivxweriyê ye. Di cîhanê de tu tişt bê bersiv namîne, di xwezayê de jî wisa ye. Ew ê bersiva xwe bistînin, zû an jî dereng. Îro ev tecrîda ku li ser serokê me pêk tê, 24 sal zêdetir e di wê girtîgehê de tenê ye, em weke netew ji wan dagirkeran tevahî re gunehkartir in. Ev tê vê wateyê ku em weke netew li rêberê xwe xwedî dernektine.”
‘EW Ê HER TIM SERKÊŞIYA DOZA KURDAN BIKE’
Cewo bi domdarî wiha got: “Gelek pêxember hatin û çûn, lê tu kesî xwe ji bo wan neşewitandiye. Lê kurdan xwe ji bo serokê xwe şewitand û ev jî tewanbariyeke li hemberî vê pergalê. Divê kurd tu caran tekoşîna xwe nerawestînin. Em dibêjin tekoşîn, lê hinek fêm dikin ku tenê dest bidin çek û herin şer bikin. Na, tekoşîn bi her cureyê dibe. Heta tu dikarî bilûrekê bidî destê xwe û biçî di kûçeyekê de muzîka kurdî lêxî û gelên cuda bidî guhdarkirin, ev jî tekoşînek e. Carna dayikên me yên 70-80 salî derdikevin bernameyan diaxivin, aqilbend û dîplomatên xelkî serê xwe keviran dixin. Lê ev kêm e, mirovên bi vî rengî pir hêja ne lê ji bo netewekê ev hindik e. Divê bi hezaran yên wisa hebin, divê gel biherike û rabibe ser pêyan. Ev tekoşîna tê dayîn, ji bo vê neteweyê tê kirin. Ocalan jî bedena xwe, her tiştê xwe gorî vê yekê kiriye. Tiştekî me din yê wiha xwedanbûha nîne, hemû tişt demkî ne, lê ev rêbere bêdawî ye. Çi bikin bila bikin, bi fîzîkî jî tune bikin, dîsa jî ew heye û ew ê hertim serkêşiya doza kurd bike.”
‘DIVÊ GELÊ KURD BIBE YEK’
Cewo got ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, gelê kurd mafên xwe bidest nexe, ev komplo her û her berdewam e. Cewo bi domdarî wiha got: “Heke gelê kurd weke hemû neteweyên din negihije mafên xwe, wê demê dijminên gelê kurd û kûrmikên di nava me de dê tevneke komployeke dinê birîsin, yeke din dê amade bikin. Lewma divê em her qadê û her kêliyê hişyar bin. Ji ber ku em hertim di bin tehtîdan de ne, divê em xwe nedin jiyaneke kêf û rehetiyê. Me gelek netew di nava xwe de hewandin e. Lê ev netew ji bo ku bibin tiştek divê me tune bikin. Ji ber vê yekê komplo didome û ji bo ku vê komployê bide rawestandin, divê gelê kurd bibe yek.”
‘EW DI FERQA KOMPLOYÊ DE BÛ’
Cewo behsa sohbetên xwe yên bi Ocalan re kir û got ku hemû gotin û axaftinên Ocalan di derbarê komployê de bûn. Cewo destnîşan kirk u ew ferqa komployê de bû û ev tişt anî ziman: “Gava Serok hatiye Rûsyayê em hertim bi hev re bûn. Tu car ne ji gel, xayîn, dijmin, dewlet gazin nedikir. Her tişt rawekirî bû, ew di ferqa komployê de bû û ji bo her tiştî jî amade bû. Wî her tişt dizanî, tiştekî ku ji wî veşêrin tune bû. Wî bixwe analîz dikir. Nahêlin malbat, parêzer an jî gel biçe bi wî re hevdîtin bikin. Lê dewlet bixwe bi wî re hevdîtinan dike. Gelek pirsgirêkan dibin ba wî. Pirtûkên Serok wergerî bi dehan zimanan hatiye kirin. Xelk dixwîne, ramanên wî nasdikin. Ramanên wî ramaneke nû ye.”
‘ROJAVA ŞANSEK E’
Cewo bal kişand ser pergala ku li Rojava, li ser fikir û ramanên Ocalan hatiye avakirin û da zanîn ku hemû pêkhate û kêmneteweyên wê herêmê xwe di wê rêveberiya Rojava de dibînin. Cewo da zanîn ku tiştê serok jî dixwaz dike ev e û wiha berdewam kir: “Nûnerên dewletên din tên li ser Rojava lêkolînan dikin. Li Ewropa mirov tên lêkolînan dikin, ev şanseke. Hêzên DAIŞ’ê hatin ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê û yên ku ew rawestandin, pişta wan şikandî kurd bûn. Kîjan kurd bûn? Kurdên ‘Apocî’ bûn, yên ku bîrdoziya Apo mezûn bûne. Ji aliyê fîkrî de PKK û pergala cîhanê ji hev cuda ne. Lê bixwazî nexwazî peymanan çêdikin. Li dijî DAIŞ’ê hevkariya wan heye. Ev yek jî Tirkiyeyê, bi taybetî jî Erdogan har dike. Dibêje Amerîka bi PKK’ê re hevkariyê dike. Heke Amerîka bi PKK’ê re hevkarî kiriba, te nedikarî li ber pozê Amerîka Efrînê dagir bikî. Erê ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hevkarî heye, lê ji bo berjewendî, têkiliyan hûn û ew yek in.”
DIYALOGA CEWO Û OCALAN
Cewo diyalogeke xwe û Ocalan jî got û wiha dawî li axaftina xwe anî: "“Em rojekê li Kazakîstanê di nava hewşê de digeriyan. Serok ji min re got ku ‘Kurd êdî tên guhartin. Kurd êdî ne yên berê ne, ew ne yên salên 70’yî ne, cudahîke mezin heye. Dîsa karekî mezin me divêt, lê evî gelî êdî heq kiriye û êdî amade ye bibe xwedîyê çarenûsa xwe. Divê vê yekê ne em tenê tê bigihîjin, lê divê wisa bikin ku cîhan jî vê yekê bizanibe. Pêwîst e ku kurd jî di vê cîhanê de, di bin vî asîmanî de cîhê xwe yê hêja bigirin.’ Serok girtiyê Tirkiyeyê nîne, ew girtiyê cîhana kapîtalîst e. Heke bihêlin Kurdistan rizgar bibe, ew jî dê fêm bikin ku dê kurd jî, tirk jî, heta Ewropa jî rehet bibe.”
MA / Bazîd Evren