WAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin bang li hemû dînamîkên bajar kir ku beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî bên ba hev û ji sepanên qeyûm re bibêjin “bes e.”
Neguhêzbarên aydê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji hêla qeyûman ve hatin talankirin. Tenê di nava meha dawî de eywana dawetan û beşekê otogara bajar jî di nav de ersayekî bi qasî 5 hezar û 600 metrekare, 11 dikanên di nava Vanpark AVM ya li ser Cadeya Cumhuriyetê, 77 ersayên li navçeya Artemêtanê ku 213 hezar û 457 metrekare ye û avahiya VASKÎ’yê ya kevin û avahiya Midûriyeta Karên Fenê da ber firotinê.
Rêveberiya qeyûm ku piraniya ersayên aydê şaredariyê firotine, yên mayî û neguhêzbarên din dewrî saziyên din kir, tevî vê yekê şaredarî xist bin deynên giran. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de HDP’ê şaredarî bi dest xist û deynê şaredariyê milyarek û 108 milyon TL bûn. Lê piştî tayînkirina qeyûm, tê texmînkirin ku deynê şaredariyê 3 milyar TL derbas kiriye.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku di 19’ê tebaxa 2019’an de li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, têkildarî rûxîneriya bi destê qeyûman hatiye kirin axivî.
‘DIXWAZIN ŞAREDARIYÊ BÎNIN REWŞEKÎ WISA KU NEYÊ XEBITANDIN’
Avci, diyar kir ku di kevneşopiya partiya wan de ew modêla şaredarvaniya klasîk bi awayekî radîkal red dikin û wiha got: “Rêveberiyên qeyûm bi polîtîkayên xwe hewl didin vê ferasetê berevajî bikin. Dixwazin bi destê qeyûman vê modêla me tune bikin. Feraseta me ya li ser bingeha hevserokatî, ekolojîk, azadîxwaz û demokratîk tenê di gotinê de namîne. Ev felsefe, şaredarvaniya klasîk bi awayekî radîkal red dike. Qeyûm jî dixwazin vê modêlê bêbandor bikin û di nava civakê de mehkûm bikin. Qeyûm her tiştekî şaredariyê difiroşin û şaredariyê deyndar dikin. Ev yek, polîtîkayeke li dijî modêla me ye. Tekane derdê qeyûm ew e ku dema me şaredarî dewr girt, nekarin bi kar bînin. Dixwazin rêveberiya nû nekare xizmetê bike, bêbandor bimîne, li dijî civakê be û tecrîd bibe. Her ku hilbijartin nêz dibe wiha dikin. Tekane sedema vê jî ev e.”
‘HER TIŞT PÊŞKEŞÎ ALÎGIRÊN XWE KIRIN’
Bi domdarî Avci got ku tevahiya tiştên tên firotin û dewrkirinên neguhêzbaran bi biryarên Meclisa Şaredariyê tên kirin û ev tişt anî ziman: “Lê li holê tu meclis nînin. Sê burokrat tên ba hev û biryaran didin. Tiştên tên firotin, neguhêzbarên pêşkeşî saziyên alîgir tên kirin, avahî, planên îmarê yên taybet ên li gorî şexsan hatine revîzekirin û her tiştên din ji hêla sê burokratan ve tên kirin ku li şûna meclisê biryaran didin. Em ê tevahiya wan biryaran teqez fesh bikin. Hinek erd hebûn ku li ser navê şaredariyê ji bo cemawerî sûdê jê bigire dihatin bikaranîn. Li gorî agahiya ber destê me, ev cih tevek hatine firotin. Beşeke mezin a erdan jî dewrî saziyan kirine. Her tiştekî şaredariyê firotine, dewr kirin û pêşkeş kirine. Dixwazin berê me û civakê bidin hev. Lê bila gelê me bizane ku em xwedî wê qudret û hêzê ne ku ji wan re xizmetê bikin. Li cihekî dizî û nelirêtî lê nebe hilberîn dibe.”
‘GELO MA FÎNANSEKIRINA MITÎNGÊ KARÊ ŞAREDARIYÊ YE?’
Di berdewamê de Avci got ku hema hema hewcehiyên hemû saziyên li bajar ji hêla şaredariyê ve tên pêşwazîkirin û wiha pê de çû: “Bêguman şaredarî dikare ji bo dibistanan park û sehayan çêbike. Em nizanin ka ji bo xizmeta cemaweriyê yan ji bo dewlemendkirina hin kesan tê kirin. Ew li ber dewlemendkirina alîgirên xwe ne. Di vê serdemê de şaredariyê mitîng jî fînanse kir. Şaredarî di şevekê de bi bihayê 2,5 milyon TL’an îhaleya wesayîtan dide da ku miletî ji navçe û gundan veguhêze mitînga AKP’ê. Ma xwarin û vexwarina kesên tev li mitîngê bûne kare şaredariyê ye? Tenê ji bo mitîngekê 5 milyon TL fatûre li şaredariyê hatiye birîn. Ma organîzekirina mitîngê karê şaredariyê ye? Weke mînak; ji bo pîrozbahiyên Milazgirê 5,5 tonên goştê sor şandine. Ewqas jî dew, av û mesrfên din... Her wiha ji bo sererastkirina peyzaja qesra li Xelatê personel şandine. Gelo ma paqijiya qesrê karê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ye? Çavkanî bi vî awayî tên telaftin.”
‘QEYÛM TALAN E’
Hevşaredar Avci destnîşan kir ku qeyûm ji proje û bîrdoziya rêveberiya navendî cuda nîne û wiha got: “Fikra rêveberiya navendî ya ji bo kurdan û erdnîgariya kurdan çi be, qeyûm jî parçeyekê wê ye. Dema mijara behsa xeberê dibe kurd û erdnîgariya wan, feraset diguhere. Şewitandina gundan, qedexekirina zozanan û koçberkirin pêş ket. Xelkê ji hilberînê hat dûrxistin dema kar nedîtin jî neçarî hikûmetê hatin kirin. Bi dehan sala ye gel neçarî xwe kirine û li hemberî paketa alîkariya civakî jî jê îtaetê dixwazin. Hin kes tên û polîtîkayên we serûbin dikin. Ji ber ku bi kêrî we nayê, bi zordestiya dewletê hûn ji peywirê digirin û qeyûman tayîn dikin. Dixwazin mirov her berhewceyî wan bin. Qeyûm tiştekî wiha ye. Bêguman em bertek nîşan bidin û bibêjin ‘qeyûm talan e, wêranî ye.’ Lê ya herî girîng ew e ku em sedema tayînkirina qeyûman ji holê rakin.”
‘DIVÊ EM GEL JI VÊ REWŞÊ RIZGAR BIKIN’
Avci, axaftina xwe wiha qedand: “Heke gel dîsa tev li hilberînê bibe dê bikare xwe ji van êrişan rizgar bike. Dema me zanî xwe li ser pêyan bigirin, wê demê dê ji berhewcebûna wan rizgar bibin. Me bi rêya kooperatîfan modêleke hilberînê pêş xist. Em hewl didin mirovên ji neçarî gundê xwe derketin dîsa tev li pêvajoya hilberînê bikin. Ji bo vê jî perwerdeyan didin. Divê em gel ji vê rewşa berhewcebûna îktîdarê rizgar bikin. Divê hemû kes li dijî firotina erdên şaredariyê derkeve. Nexwe dê pêşeroja bajêr tarî bibe. Bertekên li dijî qeyûman û sepanên wan ne tenê karê partiyan e. berpirsyartî ya her kesî ye. Heke qeyûm talan bike û bajarî bifiroşe, ma li dijderketina vê tenê karê me ye? Divê her kesê li vî bajarî dijî li dij derkeve. Divê em hêzên xwe bikin yek û li dij derkevin. Divê hemû saziyên li bajar beriya hilbijartinê bên ba hev û ji vê talanê re bibêjin ‘bes e.’”
MA / Adnan Bîlen