ŞIRNEX - Li Girtîgeha Beşîkduzuyê ya Trabzonê di serdegirtina qawîşê de qeysikên girtiyê nexweş Abdurrahman Îverendî hatin desteserkirin. Dayika wî bertek nîşanî vê rewşê da û got: “Kurê min bi alîkariya qeysikê dikare here û were.”
Li girtîgehên Tirkiyeyê zext, zordarî û îşkenceya li ser girtiyan didome. Ji ber polîtîkayên dewletê yên li ser girtîgehan, zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin. Li Girtîgeha Beşîkdûzû ya Trabzonê di 25'ê îlonê de gardiyanan avêt ser qawîşên girtiyan. Di serdegirtina qawîşê de alavên girtiyan hatin desteserkirin. Girtiyê nexweş yê bi navê Abdurrahman Îverendî (36), bi reya telefonê ragihand ku gardiyanan avêtiye ser qawîşa wan û qeysîka wî desteser kirin e.
QEYSIK Û RAPORA WÎ DESTESERKIRINE'
Dayika Îverendî, Meryem Îverendî diyar kir ku raporên kurê wê jî hatine desteserkirin û wiha got: "Roja çarşemê li min geriya. Got, 'em nexweş dikevin me nabin nexweşxaneyê, dema ku me dibin jî dermanekî ji me re dinivîsin û meh bi ser re derbas dibin nadin me'. Kurê min nexweş e û seqet e. Ji ber ku seqete bi alîkariya qeysikê diçe û tê. Lê bi ser qawîşa wan de girtine û qeysikên wî desteserkirin e. Raporên wî yên bijîşk jî hemû desteserkirin e. Ji min re got, 'Em 17-18 kes di heman qawîşê de diman wê rojê bi ser qawîşa me de girtin hemû tiştê me derxistin, xerakirine, çirandine, êrişî me kirin’. Gelek êriş li ser wan hene. Kurê min beriya ku were girtin qezayek derbas kir. Lingê xwe yê rastê nikare bixebitîne. 19 perçe platîn di lingê wî de hene. Destê wî yê çepê jî şikestî ye û seqet e. Dev û diranên wî de qezayê de şikestibûn, hemû platin in. Lê tevî van nexweşiyan jî li ser wan êriş hene, zext hene."
'HEKE KU BI ALÎKARIYA QEYSIKAN NEBE NIKARE HERE Û WERE’
Îverendî bi lêv kir ku heke ku qeysik nebin kurê wê nikare pêdiviyên xwe pêk bîne û ev pênc sal in nikare kurê xwe bibîne û got: "Kurê min gelek nexweş e, seqet e. Heke ku bi alîkariya qeysika nebe nikare here û were. Ji ber ku derfetê min nîn e ev pênc sal in ez neçûme hevdîtina wî û min nedîtiye. Ji min nayê ku ez biçim hevdîtina wî. Dema ku nû hat girtin li girtîgeha Mêrdînê dihat ragirtin. Ji Mêrdînê birin girtîgeha Şakran a Îzmîrê. Wê demê girtîgehê ji me re got, ‘hûn 700 lîreyan bidin em ê bînin Şirnexê'. Em rabûn me ew pere razand, wî anîn Şirnexê. Piştre ji Şirnexê jî birin Gumuşhaneyê. Heta demekî li wir ma û piştre birin girtîgeha Panosa Agiriyê. Ev sê sal in birine Trabzonê. Ev pênc sal in ku min wî nedîtiye. Heke ku qeysik nebe nikare pêdiviyên xwe bi tena serê xwe bîne cih. Hevalên wî alikariya wî dikin."
BANGA LI SAZIYÊN MAFÊN MIROVAN
Îverendî xwest kir ku êrişên li ser girtîgehan bi dawî bibin û ev bang kir: "Ev tişta ku tê kirin neheqiye, zilm e. Ev ne misilmantî ye, rehma wan nîn e. Heke ku rehma wan hebûya ev tişt nedianîn serê girtiyan. Got midûreke nû hatiye girtîgehê weke agir e û dijminê kurdaye. Ma edelet maye, ma heq maye. Ma zarokên me çi kirine ku her carê êriş dibin ser qawîşên wan. Birayê wî yê din jî li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T’yê de ye. Ew jî nexweş e. Ji ber ku ew nêzîke her mehê carekî diçim hevdîtina wî. Yê Trabzonê dûr e û 13 seat rê dikişîne. Ma ez ê çawa biçim? Banga min li saziyên mafê mirovan ew e ku dengê girtiyan bibihîzin."
MA / Zeynep Durgut