RIHA - Rojnameger Ekrem Berekat yek ji şagirtên rojnameger Seyît Evran e, diyar kir ku Evran ji bo hemû rojnamegerên Çapemeniya Azad bûye çirayek û wiha got: “Herdem digot ‘herkes dikare bibe rojnameger lê hemû kes nikare bibe rojnamegerê şoreşger.’ Gelek rojnamegerên şoreşger gihand.”
Kedkarê Çapemeniya Azad nivîskar-rojnameger Seyît Evran di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Evran bi xebatê xwe yê 30 salan re bû bîra çapemeniya azad. Evran, mîrasa ku ji Apê Mûsa wergirt, li 4 parçeyên Kurdistanê gihand bi sedan rojnamegeran.
Evran tu caran têkiliya xwe ya bi Çapemeniya Azad re qut nekir û piştî 2012’an derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Şoreşa Rojava ji nêz ve şopand û gelek rojnameger perwerde kir. Evran, yek ji damezirînerên Akademiya Çapemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di Akademiyê de Evran li ser Çapemeniya Azad perwerde da û gelek rojnameger gihand.
Rojnameger Ekrem Berekat jî yek ji xwendekarên Seyît Evran e. Berekat, têkildarî bandora Evran a li ser çapemeniya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ajansa me re axivî.
'AKADEMIYEKE GEROK BÛ’
Berekat anî ziman ku Evran ne tenê rojnameger bû û wiha got: “Em nikarin şehîd Seyît tenê weke rojnameger bibînin. Bi vî awayî dê kêm bimîne. Seyît Evran, akademiyeke gerok bû. Li 4 parçeyên Kurdistanê rolekî mezin lîst. Em çi bibêjin jî dê gotin bi têrî neke. Min di sala 2012’an de ew nas kir. Ji bo piştgiriya çapemeniya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek hewl da. Beriya şoreşê li Rojava bingeheke çapemeniyê tune bû. Desthilata Şamê qedexe kiribû. Piştî şoreşê pêwistî bi çapemeniyeke azad hebû. Em çend kes hatin cem hev û me saziyeke çapemeniyê ava kir. Kesê ji ewilî piştgirî dayî me hevalê Seyît bû. Heval Seyît berê xwe da Rojava. Ez pir bi şens im ku min pêşwaziya wî kir.”
‘JI BO HER HEVALEKÎ BU ÇIRA’
Bi domdarî Berekat bi bîr xist ku Evran ji bo hevalê xwe hînî tiştek nû bike her tim di nava hewldanan de bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her dem digot; ‘Gelo divê em bingeha rojnemegeriyeke çawa li Rojava amade bikin?’ Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan saziyên rojnamegeriyê hene. Yek ji stûna wan jî Seyît Evran e. Bi tecrûbe û zanîna xwe bû sedema destpêkeke mezin. Ev yek ji bo me şensekî pir mezin bû. Dema em dixitimîn, astengî çêdibûn, dema me xwe dubare dikir, me pişta xwe dida Seyît Evran. Ne tenê li bajarekî yan jî li herêmekê lê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geriya. Gund bajar cihê dîrokî û hwd. Dixwest em dîroka kurdan lêkolîn bikin. Gotina wî ya; ‘Em niha dîroka gelê kurd dinivîsin. Divê em rast binivîsin. Heta niha dagirkeran nivîsandiye lê niha divê em binivîsin. Pêwîste Çapemeniya Azad dengê şoreşê bigihêne cîhanê.’ Ev gotin ji bo hemû hevala bû çira û rêya me ronî dike.”
‘HER ROJNAMEGER DIVÊ ŞOREŞGER BE’
Di berdewamê de Berekat got ku gelek rojnamegerên Çapemeniya Azad ji hêla Evran ve hatine perwerdekirin û ev tişt anî ziman: “Dixwest rojnamegeriyeke şoreşger ava bike. Digot; ‘Her kes dikare bibe rojnameger lê her kes nikare bibe rojnamegereke şoreşger.’ Di vê çarçoveyê de gelek rojnamegerên şoreşger gihand. Li her bajar, gund û kolanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê Seyît Evran heye. Her kes jê bandor bû. Min nedizanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çerkes hene lê wî dizanî. Em bihevre çûn Minbicê û me lêkolîn kir. Ji hêla kurd û Kurdistanê ve gelek tije bû. Qet tawîz nedida. Digot; ‘Gelê kurd gelekî bindest e û divê ragihandina wan jî şoreşger be. Divê ragihandin berdevkiya şoreşê bike.’ Li ku mabûya li wir hezkirinek ava dikir. Hezkiriyê welatê xwe bû. Ji Minbic, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Hesekê û ji her deverê xelk tev li merasîma cenazeyê bû. Heval Seyît ne tenê rojnamegerî dikir, her wiha civak birêxistin dikir. Bi zarokan re dibû zarok, bi kalan re dibû kal. Li her deverê rola xwe dilîst.”
BÎRANÎNA KU DÊ NEYÊ JIBÎRKIRIN
Rojnameger Berekat bi vê bîranînê dawî li axaftina xwe anî: “Di sala 2012’an de li milê Girkê Legê bîranîneke me çêbûbû ku tu carî ji bîr nakim. Me wê demê hevdu nas kir. Ji bo rizgarkirina herêmê YPG hêj nû hatibû avakirin. Noqteyeke hikûmeta Şamê hebû. Zilm li gel dikirin. Piştî bangawaziya gel, YPG’ê operasyona rizgarkirinê da destpêkirin. Demsal, zivistan bû. Li herêmê pir kêm berf tê lê wê demê pir bariya. Noqteya wê hate dorpêçkirin. Şervanan naylon li xwe dikirin ku berf wan şil neke. Me du rojan li wir şer şopand. Di roja sêyemîn de heval Seyît hat. Min cihê şer ji dûr ve nîşanî wî da. Heval Seyît got; ‘Tu qet çûy wir? Pêwîste tu biçî wê derê û şer hîs bikî. Gelo ew şervan çawa şer dikin, çawa dijîn? Divê tu bibînî û hîs bikî. Nexwe dê çawa nûçeyê binivîsî? Jidûrve nivîsandina nûçeyê hestekî xurt çênake.’ Em bi hev re derbasî qada şer bûn. Em 6 seetan dibin berfê û naylon de man. Şer giran bû. Min wê demê fêm kir ku nivîsandina nûçeyê ya ji dûr ve û ya nêz ne wekî hev e. Niha jî ez bi heman hestan nûçeyan dinivîsim. Dema navê Seyît derbas dibe, ev kêlî li ber çavên min derbas dibin. Em ê heya dawiyê bibin şopdarên wî. Keda wî li ser me pir e. Em ê tu caran ji bîr nekin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê di xeta Çapemeniya Azad de bimeşin.”
MA / Emrûllah Acar