STENBOL - Seyrî Îpek got ku bi çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” re xeleka berxwedanê hatiye avakirin û komploya navneteweyî bi saya sekna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vala hatiye derxistin.
Bi damezirandina PKK’ê re gelê kurd dîsa derket ser dika dîrokê û ji bo Kurdistanê bû destpêkê nû ya pêvajoya dîrokî. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ketibû rê, bû hedefa hêzên navneteweyî ku konsepta tunekirin û înkarê li dijî kurdan dimeşandin. Piştî ku plana tunekirina Abdullah Ocalan a bi koordînatoriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatibû destpêkirin pêk nehatî, îcar jî ji bo bêbandorkirina Abdullah Ocalan komplo kete meriyetê. Ji ber zexta hêzên kûrewî ya bi pêşengtiya DYA’yê ya li ser hikûmeta Şamê, Abdullah Ocalan neçar ma ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derkeve û komplo dest pê kir. Lê Abdullah Ocalan berê xwe da cîhanê û ev komplo vala derxist.
Hewldan ew bû ku bi bêbandorkirina Abdullah Ocalan re gelê kurd hedef bigirin lê gelê kurd bi helwesta xwe ya li dijî komployê mohra xwe li pêvajoyeke nû da. Gelê kurd bi çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” re li dora Abdullah Ocalan xelekeke ji agir ava kir û peyama berxwedanê da hêzên komploger.
Seyrî Îpek
HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN
Gelê kurd li dijî komploya navneteweyî pêvajoya serhildanê dabû destpêkirin û gava ewil jî çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bû. Girtiyê bi navê Mehmet Halît Oral di şeva 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî komployê li Girtîgeha Mereşê agir berda bedena xwe û çalakî da destpêkirin. Di serî de girtîgeh, çalakî li Kurdistan, Tirkiye û her çar aliyên cîhanê belav bû û veguherî berxwedanên mezin ên gel. Oral ku çalakî dabû destpêkirin, di nameya xwe de ev peyam dabû: “Hêrsa min, kîna min, tolhildana min mezin e. Lê mixabin nikarim li girtîgehê nîşanî dijmin bidim. Bi vê çalakiya xwe ez girêdana xwe ya bi we re dîsa nîşan bidim. Dîtina we ji bo min şeref bû lê min nekarî we bibînim. Lê min hûn her tim di dilê xwe de hîs dikir. Bêguman dê ev çalakiya min bi TC’ê paşvegav nede avêtin. Lê dê vî tiştî pir baş bibînin, heke bi qasî misqalê jî zirar bigihije we, dê tevahiya gelê me dinyayê li wan bike zindan. Ji ber ku heke îro cîhan qala me bike û ji bo me tiştekî bihesibîne, ev yek bi temamî encama ked û hewldanên we yên mezin e.”
Çalakî; roj bi roj li girtîgehan belav dibû, bi çalakiya li pêşiya parlamentoya Rûsyayê re li cîhanê deng veda, piştî anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê berdewam kirin û di 2’yê sibata 2006’an de Viyan Soran (Leyla Walî Hesen) li qada Heftanînê ya Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo protestokirina tecrîda bedena xwe da ber agir û çalakî domand. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, di sala 2007’an de hate jehrîkirin û çalakî dîsa dest pê kirin.
Di çalakiya li dijî komploya navneteweyî hatibû destpêkirin û bi protestokirina tecrîda li Îmraliyê heta sala 2019’an domiya de 56 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Fatîh a Stenbolê Seyrî Îpek, d 24’ê cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Sakaryayê li dijî komploya navneteweyî bedena xwe şewitand û birîndar bû. Îpek, têkildarî komploya navneteweyî û çalakiya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bi ajansa me re axivî.
SEKNA ABDULLAH OCALAN
Îpek, anî ziman ku armanca komploya navneteweyî tesfiyekirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bû. Îpek, diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ji bo Rojhilata Navîn ronahiyek bû û wiha domand: “Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe komploya tarî xistin meriyetê. Lê belê ev komplo, bi saya paradîgmaya jiyana nû, felsefe û sekna Rêbertiyê vala hate derxistin. Li hemberî rewşa Rêbertiyê em tevek ketibûn nava lêgerîn û fikaran. Rêbertî herî dawî li Romayê bû û ji welatekî dişandin welatekê din. Her tim di nava tevgerê de bû. Em jî ketibûn nava vê tirsê; dê radestî Tirkiyeyê bihata kirin. Êdî me berjewendî û hesabên wan ên qirêjî fêm dikir. Di nava wan êrişên dijwar de her yek ji me, bi taybet jî gelê kurd û hevalên li girtîgehê, girtiyên azadiyê ketin nava berxwedanê.”
XELEKA BERXWEDANÊ HATE AVAKIRIN
Bi domdarî Îpek destnîşan kir ku gelê kurd li dijî komployê hevgirtina xwe xurt kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ re xeleka berxwedanê hate avakirin. Çalakiya ewil li Girtîgeha Mereşê ji hêla Mehmet Halîl Oral ve hate lidarxistin. Piştre jî ev çalakî li tevahiya girtîgehan belav bû. Dixwazî berteka xwe ya li dijî komployê nîşan bidî û xwedî li Rêbertiyê derkevî. Dixwazî pêşî li komployê bigirî. Pirsa, ‘gelo dikarim çi bikim?’ ji xwe dikî. Grevên birçîbûnê, çalakiya lêxistina li deriyan û hwd. ji bo te kêm tên. Diviya çalakiyên fedaî yên mezin bihatina kirin. Ji ber ku diviyabû komploya tarî vala bihata derxistin.”
BIRYARBÛNA HEST Û HIZRÊ
Di berdewamê de Îpek daxuyand ku wan bi fikra “hewceye em li dora Rêbertiyê bibin xelekek” hewl dan komployê vala derxînin û wiha bal kişand ser girîngiya çalakiya xwe: “Dema vê dikî, hem ji hêla hestê hem jî ji hêla fikrî ve biryara xwe didî. Dema vê çalakiyê dikî, bi agir re reqsê dikî. Û êdî li dora Rêbertiyê xelekeke ji agir ava dibe. Piştî pêvajoya hefteyekê, min biryara çalakiyê da. Piştre jî min armanca çalakiya xwe nivîsand. Min nameyek ji bo Rêberê Gelê Kurd, yek ji bo gelê kurd û yek jî bo malbata xwe nivîsand. Di nameyên xwe de min wiha got; ‘Heke em bikarin bi çalakiya xwe Rêberê Gelê Kurd ji vê komployê xelas bikin, heke em bikarin azadiya wî pêk bînin, heke hewce bike ku em bi beden, can û bi xweşewitandinê li dora wî xelekeke ji agir ava bikin, wê demê em amade ne ku wê jî bikin.’ Min dixwest di dawiya çalakiyê de bibim Bêrîtan, Zîlan û Sema.”
ROJA ÇALAKIYÊ VEGOT
Îpek, da zanîn ku piştî biryara çalakiyê, di mijara dem û cih de zehmetî kişandiye û wiha qala roja çalakiyê kir: “Tevahiya hevalên me daketin qada jêr, cihê xwarinê. Dê xwarina dawî bihata xwarin û di serê sibehê de çalakiya greva birçîbûnê dest pê bikira. Ev yek ji bo min bû firsendek. Min hewl da ku ji xwe re dem bibînim da ku bi tenê bimînim. Ji bo xwarinê hevalan bangî min kirin. Min got vaye ez têm û derketim qata jor. Min gulav girt cem xwe û ketim lavaboyê û deriyê hesin girt. Piştre jî min gulav li xwe kir û agir berda bedena xwe. Ji ewil agir berbûbû destê min. Min bi destê xwe li tevahiya laşê xwe belav kir. Di wê kêliyê de min Rêbertî di ruhê xwe de, di mejiyê xwe de hîs dikir. Demek ew hîs daye der jî ku hevalan digot; ‘te bênavber digot ez Rêbertiyê di dil û mejiyê xwe de hîs dikim.’ Dema guriya agir mezin bûy, min ferq kir ku stûyê min ket. Canê min qet ne diêşiya. Di wê kêliyê de min wisa hîs dikir ku dê ev çalakî hindik jî be rê li ber komploya tarî bigire û di wê zanebûnê de bûm. Piştî ku stûyê min ketî, min êdî di girtina bêhnê de zehmetî kişand. Dema min dirûşma ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin, Bijî Serok Apo’ berz kirî, hevalan li jêr bihîstin û derî dişkandin. Hevalan hewl didan bi cilên li ser xwe agirê di laşê min de vemirînin.”
SERHILDANA GEL BANDOR KIR
Îpek, got ku çalakiya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” li gelek girtîgehan belav bû û wiha domand: “Li dora Rêbertiyê xeteke bexwedanê ya ji agir hate avakirin. Ev berxwedan li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê belav bû. Heta hevala me Hukmiye Seyhan li paytexta Rûsyayê bedena xwe şewitand. Her wiha veguherî serhildaneke topyekûn, xwedî li Rêbertî û Tevgera Azadiyê ya Kurd derket û komplo vala derxist. Ev yek ne tenê bi çalakiyên xweşewitandinê lê bandora serhildana gel û sekna wan jî hebû.”
‘DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ ESAS WERE GIRTIN’
Îpek, bi lêv kir ku komplo vala hatiye derxistin lê divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan esas were girtin û axaftina xwe wiha qedand: “Hewceye têkoşîna li dijî tecrîdê bidome. Tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Heke li vir çareseriyek hebe, heke hewcehî bi jiyaneke asayî hebe, ew yek jî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd pêkan e. Divê armanca me ev be. Divê ji Îmraliyê derkeve. Divê ew tecrîd ji holê were rakirin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû