ENQERE - Siyasetmedarê girtî Alî Urkut di Doza Kobanê de parastina xwe kir û diyar kir ku dozên derbarê wî de hatine vekirin li dosyeya wî hatiye zêdekirin û ev pirs ji dozger kir, “Gelo her kesê di Deriyê Sînor ê Xabûrê de derbas dibe, diçe Qandîlê?”
Rûniştina duyemîn a danişîna 34’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdar bûn. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di danişînê de amade bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Danişînê bi parastina siyasetmedarê girtî Alî Urkut berdewam kir.
PIŞTÎ 25 SALAN HEMAN SÛCDARÎ XISTIN STÛYÊ WÎ!
Urkut anî ziman ku di dosyeyê de tu delîlek şênber di elenyê wî de nîne û der barê îdiayên li ser xwe de wiha got: “Hema çi hatiye ber dozger wek delîl kom kiriye û xistiye dosyeyê. Xebatên partiye wek xebatên dijqanûnî datînin pêşiya me. Dosyeyek 21 sal berê li Dadgeha Cezayê Asliye der barê min de hatiye vekirin, dîsa anîn ber min, ev bêçaresertiya dozger nîşan dide. Dozgerê ku ji delîlên îdiayên derveyî rastiyê re nedîtiye, rabûye deftera xwe ya berê li nava hev xistiye û lê dîsa jî dest vala maye. Îdiayek duyemîn jî ew e ku dozek 25 sal berê ji ber daxuyaniyek min dabû der barê min de vebûye, dîsa kirine hincet û li dosyeyê zêde kirin e. Di daxuyaniyê de li şûna ‘Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan’ were nivîsandin, ‘Serokê Giştî yê PKK’ê Abdullah Ocalan’ hatiye nivîsandin, ev jî bûye sedema vekirina dozê. Hinceta vê jî ew e ku dibêjin te Abdullah Ocalan wek serokê partiyek yasayî nîşan daye. Di ser vê dozê re 25 sal derbas bûye. Ev cezayê ku hatiye taloqkirin îro rabûne û dîsa anîne ber min û dikin hinceta ‘endamtiya rêxistin’. Ev mijarek pêkenok e. Ez qebûl nakim ku vê carekê din tînin rojevê. Îdiaya sêyemîn jî di sala 2012’an de têkildarî çûna min a Iraqê ye. Wê heyamê li tu partiyekê wezîfeyek min nebû. Divê em ji dozger bipirsin; Gelo her kesê ku di Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbasî wî alî dibe, diçe Qendîlê? Dozger dibêje, ‘îhtîmalek mezin diçe Qendîlê’. Gelo li gorî îhtîmalekê darizandin rast e? Ez van hemû derewan û îdiayên derveyî rastiyê red dikim. Heke îhtîmalek zêde hebe jî divê bersûc neyê cezakirin.
DOZGER DELÎLÊN XEYALÎ ÇÊDIKE
Ji ber ku delîl di destê wan de tune ne, radibin hewl didin ku delîlên xeyalî çêbikin. Hemû xebatên min li ser pêkanîna aştiyê ne. Bi darê zorê min dikin ‘endamên rêxistinê’, lewma ev dij hiqûqî ye. Ev nirxandinek siyasî ye ne hiqûqî ye. Sedemê vê jî ew e ku min li partiyek muxalîf siyasetê kiriye. Dozger li şûna fiîlê radibe faîl esas digire.”
Şandeya dadgehê piştî parastina Urkut navber da danişînê.