STENBOL - Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî diyar kir ku li Tirkiyeyê xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin û got ku wan bi rapora xwe ev yek tespît kiriye.
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) rapora xwe ya "Li Tirkiyeyê di sala 2022'yan de zext, astengî û zehmetiyên ku parêzvanên mafên mirovan rastî wan hatine" belav kir. Di raporê de binpêkirinên mafan ên li 6 herêmên welêt hene û daneyên wê ji aliyê komên piştevaniyê ve hatine tespîtkirin. Li gorî raporê di sala 2022'yan de ji parêzvanên mafên mirovan 4 hezar û 819 kes bi "tacîza darazî, tacîza îdarî, tahdeya fîzîkî, gef û hedefnîşandanê" rû bi rû mane. 16 komele, 5 rêxistinên pîşeyî û weqfek ên di warê mafên mirovan de dixebitin hedef hatin girtin û li 34 bajaran jî 311 civîn, xwepêşandan û meşên aştiyane hatin astengkirin.
Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî têkildarî rapora weqfê û binpêkirinên mafan ên ku parêzvanên mafên mirovan rastî wan tên axivî.
Ustercî bilêv kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) berpirsiyariya parastin û pêşvebirina maf û azadiyên bingehîn daye dewletan û got ku astengkirina kes an jî komên dibin sedema binpêkirina mafan, karekî "mezin" e. Ustercî wiha axivî: "Lê em di vir de rastî paradoksek tên. Ji lew re dewlet di heman demê de monopola şidetê ne jî. Bi wê hêza xwe ya mezin, bi hêsanî dibin sedema binpêkirina mafan. Yanî mirovahî li hemberî vê paradoksê têdikoşe. Welatî di warê parastina mafan de tim berpirsiyariyên dewletê tînin bîra wê. Dewletê hişyar dikin. Ger hêza di destê dewletê de têgiha mafên mirovan wekî referans esas negire, dê encamên gelekî neyînî rû bidin. Dê veguhere çewisandineke gelekî mezin. Lewma divê dewlet ji aliyê hêmanên dînamîk û demokratîk ên civakê ve bên kontrolkirin. Gava em li ser mafên mirovan diaxivin, kiryara sereke dewlet dertê pêşiya me."
ARMANCA RAPORÊ
Ustercî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê cudabûna hêzaên, serbixwebûna darazê û bandora parlementoyê nemaye û got ku erka siyasetê zêde bûye navendî. Ustercî bilêv kir ku qada giştî û siyasî pir teng bûye û got ku parêzvanên mafên mirovan di vî warî de nikarin bixebitin. Ustercî da zanîn ku armanca rapora wan ew e ku parêzvanên mafên mirovan xebatên xwe di asta standardên navneteweyî de bikin û wiha pêde çû: "Me di vî warî de li 6 herêmên Tirkiyeyê komên piştevaniyê ava kirin. Ev kom, rojane di malperan de binpêkirinên mafan û an jî binpêkirinên ew bûne şahid berhev kirin û tomar kirin. Rapora me ya zext û çewisandinên li hemberî parêzvanên mafên mirovan bi vî awayî çêbû."
Ustercî diyar kir ku ji bo parastina parêzvanên mafên mirovan di hiqûqa gerdûnî de hin rêgez hene û got ku divê parêzvanên mafên mirovan bên parastin ku karibin hebûna xwe bidomîni.
BINPÊKIRIN
Ustercî diyar kir ku li Tirkiyeyê parêzvanên mafên mirovan di şert û mercên heyî de nikarin sûdê ji azadiya fikr û ramanê bigirin û got ku gava parêzvan çav bi binpêkirineke mafan dikevin nikarin rêveberan hişyar bikin. Ustercî destnîşan kir ku parêzvan nikarin mafê civîn û xwepêşandanên aştiyane jî bi kar bînin û got: "Gava dikin jî rastî êrişên hêzên dewletê tên. Tew di çarçoveya qanûnên wekî 'Têkoşîna li dijî terorê' de rastî girtin, darizandin û mehkûmkirinê tên."
‘LI GOR QANÛNÊN NY'YÊ TEVBIGERIN'
Ustercî destnîşan kir ku aktorên siyasî divê mijarên mafên mirovan referans bigirin û polîtîkayên xwe li gor wê bi rê ve bibin û wiha bang li siyasetmedaran kir: "Divê xalên di Danezana Parastina Parêzvanên Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de bê tawiz bên pêkanîn. Siyasetvan divê li gor qanûnan, Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî tevbigerin."
MA / Omer Îbrahîmoglû