NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê têkoşîna li dijî terorê asteng dike. Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li ber zêdegaviyên Tirkiyeyê jî bang kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di serî de dewleta tirk, hêzên dijber piştî di pêkanîna armanca xwe ya têkbirina îradeya gel de bi bin ketin, berê xwe dan hedefkirina herêmên bi balafirên bê mirov ên bi çek û hate gotin: "Hin caran jî bi hincetên derew û bi rêya derxistina fitneyan, dixwazin yekitiya gelê me û pêkvejiyana wan ji hev bixin."
Rêveberiya Xweser daxuyand ku armanca van hêzan ew e ku nakokiyên mezhebî pêş bixin û got: "Beşdarbûna Tirkiye û aliyên dîtir di bûyerên vê dawiyê yên li Dêrazorê rû dan de û bûyerên beriya vê yên li herêmên din qewimî bûn, îsbata vê yekê ye. Hêzên dijber armanc dikin ku pêngavên gelê me yê ji bo pêşxistina rêveberiya xwe asteng bike. Di heman demê de armanc dikin ku pêşî li têkoşîna domdar a hêzên me yên leşkerî û ewlehiyê ya li dijî terorê bigirin."
Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi êrişên duh hate kirin û ev tişt hat gotin: "Duh li ser rêya Amûdî- Qamişloyê, di heman rojê de li Şengalê erebe kirin hedef, beriya wê li Minbicê jî heman êriş pêk anîn. Di encamê de têkoşerên dijî terorê û tundrawiyê şehîd bûn. Ev hemû îsbat in ku Tirkiye dixwaze hincetan ji binkeftina xwe ya li herêmê re bibîn, nemaze ku armancên wê yên taybet ên li dijî herêmên me û li dijî projeya gelê me pêk nehatin."
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê û gelê wê bi tundî şermezar kir û wiha pê de çû: "Di serî de hêzên dijî terorê yên li bi hevkariya gelê me têkoşînê dikin, em bang li civaka navneteweyî dikin ku bikevin tevgerê û gavên cidî û aktîf biavêjin, divê rê li ber zêdegaviyên Tirkiyeyê bê girtin. Tirkiye bi êrişên xwe yên li ser herêmên me aşkera têkoşîna dijî terorê asteng dike. Em diyar dikin ku ev êrişên tirsonek me ji xeta têkoşînê û xebata ji bo pêkanîna hêvî û mafên gelê me dûr naxwe, ji ber ku em hêz ji îrade û îsrara gelê xwe digirin."
Rêveberiya Xweser di dawiyê de ji malbatên şehîdan sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.