NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê hunermend Beytocan bi beşdariyek girseyî û hunermendan hat veşartin. Di merasîmê de qala bîranîn û girîngiya hunermendiya Beytocan hat kirin.
Hunermendê kurd Beytocan (68) ê ku roja 12’ê Îlonê li paytexta Swêdê Stockholmê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû, îro li Goristana “Strandkyrkogården” a li devera Bölge de Tyresö ya Stockholmê hat veşartin. Malbata Beytocan, gelek hunermend, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên sazî û dezgehên kurd beşdarî merasîma cenaze bûn. Piştî wecîbeyên olî cenaze li goristanê hat veşartin. Ji ber wefata hunermend xemgîniyek zêde hebû.
Beşdaran ji bo Beytocan û cangoriyên têkoşîna azadiya kurd rêz girtin. Wêneyê Beytocan, kulîlk û ala Amedsporê danîn ser gora wî.
GIRÎNGIYA HUNERA BEYTOCAN
Hunermendên kurd Armanc, Xemgîn Bîrhat, Necmedîn Xulamî û Hesen Şerîf di merasîma cenaze de derbarê bîranîn û hunera Beytocan de axivîn û sersaxiyê ji gelê kurd, malbat û hezkiriyên wî re xwestin. Hunermenda bal kişand ser girîngiya hunera Beytocan û têkoşîna wî ya ji bo doza gelê kurd û hunera kurdî. Hunermendan soza dewama têkoşîna hunera nîvcomayî ya Beytocan dan û gotin ew ê her li hunera kurdî xwedî derkevin.
Hunermendên beşdarî merasîmê bûn, strana “Rinda Min” a Beytocan stirîn. Piştre merasîm bi dawî bû.