NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera 43’yemîn a darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û hat xwestin Zindana Amedê ya Jimara 5’an veguherînin “Muzeya Mafên Mirovan” û destûrek bingehîn a sivîl a nû bê çêkirin.
Bi ser darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî ku ji aliyê Serfermandarê Giştî yê wê demê Kenan Evren ve hat birêvebirin ve 43 sal berbas bûn. Bi boneya salvegera darbeye li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn.
STENBOL
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li ber avahiya Radyoya TRT’ê ya berê daxuyanî da û gelek rêxistinên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulser Yolerî behsa tiştên di 12’ê Îlonê de qewimîne kir û xwest destûrek bingehîn a nû ku demokratîkbûnê û azadiyan esas digire bê çêkirin û li gel vê jî pêvajoyek çareseriyê û pozîtîf were pêkanîn.
Hewldana 78’yan a Stenbolê jî li Kazanci Yokuşu yê Taksîmê daxuyanî da û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn. Parêzvanê mafên mirovan Nîmet Tanrikulu daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can ê girtî û xwest Can bê berdan. Endamê Hewldana 78’an Îsmet Evren axivî û destnîşan kir ku siyaset û pêkanînên darbeya 12’ê Îlonê îro jî didomin.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk jî axivî û got li dijî zîhniyeta darbeyan têkoşîna wan didome.
MUZEYA MAFÊN MIROVAN
Di daxuyaniyê de daxwaz hatin kirin û hat destnîşankirin ku divê rastiya li Zindana Amedê ya Jimara 5’an a Leşkerî bê gotin û ji bo mirovahiya mezin û welat bila veguherînin “Muzeya Mafên Mirovan.”
RIHA
Hewldana 78'an a Rihayê jî li ber avahiya Baroya Rihayê têkildarî 12’ê Îlonê daxuyanî da. Parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal, Serokê Giştî yê Basin-Îşê ya DÎSK’ê Farûk Eren û gelek kes tev li daxuyaniYê bûn. Hevserokê DBP’a Rihayê û endamê Hewldana 78’an Vahît Akgun daxuyanî da û bertek nîşanî girtina Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can da û destnîşan kir ku di roja me ya îroyîn de jî pêkanîn û zilma 12’ê Îlonê berdewam dike. Akgun anî ziman ku divê li dijî polîtîkayên zilmê têkoşînek hevpar bê dayîn.
HATAY
Şaxên ÎHD’ê yên Îskenderûn û Hatayê jî daxuyanî dan û pêkanînên 12’ê Îlonê şermezar kirin û hat destnîşankirin ku pêdivî bi destûrek bingehîn a demokratîk heye.
MÊRSÎN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê û Komeleya Hewldana 78’an a Mêrsînê li Parka Zarokên Azad daxuyanî dan. Seroka Komeleya Hewldana 78’an Yeşîm Daggeçen daxwaz kir ku destûrek bingehîn a demokratîk, azadîxwaz û wekhev bê amadekirin û got: “Em dixwazin ku Zindana Amedê ya ku hovîtiya mezin lê hat kirin veguherînin Muzeya Mafên Mirovan.”
AMED: DAXUYANIYA LI BER HEJMARA 5’AN
Komeleya 78’an a Amedê û ÎHD’ê li ber Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê ya yek ji navendên îşkenceyê ya serdema darbeyê bû daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Edalet Kaya, Mehmet Kamaç û Cengîz Çandar û parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û gelek kes beşdar bûn.
Endamê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş daxuyanî bi kurdî Serokê Şaxa ÎHD’ê Ercan Yilmaz jî bi tirkî xwend. Bariş di daxuyaniyê de wiha got: “Feraseta damezirandina komarê, jixwe xwedî pratîk û wesfeke tekparêz û înkarker bû, lê darbeya 12ê Îlonê vê pirsgirêkê kûrtir kir û bû sedema gelek pirsgirêk û binpêkirinên mafan ên îroyîn. Welatê ku bi Destûra Bingehîn û feraseta 12ê Îlonê tê birêvebirin, di salên dawî de bi temamî ji rêgezên gerdûnî yên hiqûqê dûr ketiye, pêkanînên antîdemokratîk zêde bûne, mafê siyaseta sîvîl ê kurdan hatiye desteserkirin, bi mayindekirina polîtîkayên qeyûman azadiyên kurdan ên bijartin û hilbijartinê hatine binpêkirin, mafê darizandina adil hatiye rawestandin û mafên bingehîn ên wekî azadiya ramanê û rêxistinkirinê ji holê hatine rakirin.
Têkildarî van xalan, ji helwesta çareseriyeke bi rêbazên demokratîk a ji bo meseleya kurd dûrketinek çêbûye û di ‘Polîtîkayên Ewlehîparêz’ de ku pirsgirêkên heyî kûrtir dikin, rêbaza zext, zor û çewisandinê hatiye bijartin.
Ev helwest û nêzîkatî, her roj bêtir dibe sedema binpêkirinên mafan ên giran û her diçe welêt ji hêviya ji bo aştiya civakî dûr dixe. Eşkere ye ku dê welat êdî nikaribe bi van rêbazên çewisîner û antîdemokratîk were birêvebirin.
Bi rêgezên hiqûqa gerdûnî, feraseta rêvebiriyeke demokratîk, wekhevîparêz û pirdengî, bi hevrûbûna feraseta darbeyê û hemû saziyên wê re, bi hesabpirsîneke rasteqîn û destûreke bingehîn a nû, sivîl, demokratîk û pirrengî dê pêkan be.
Di ronahiya van rastiyan de; Daxwaza me ew e ku, Zindana Leşkerî ya Hejmara 5’an a Amedê, ku piştî Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê bûbû navenda sûcên mezin û binpêkirinên mafan ên giran, wê tu car ji bîra gelê kurd neçe, bibe Muzeya mafê Mirovan a bîra mirovahiyê.”
TANRIKÛLÛ: DARBEYEKE FAŞÎST BÛ
Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î anî ziman ku girtîgehê ji gelek îşkence û zalimtiyê re şahidînî kiriye û wiha got: “Heta ku bi paşêrojê re hevrû nebin ev travma nayên derbas kirin. Darbeya 12’ê Îlonê darbeyeke faşîst ku fermandarên artêşa tirk ve hate kirin bû. Em ê teqez ji vê feraseta faşîst a darbe kirî hesabê bipirsin.”
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Kamaç jî wiha got: “Di bingeha hemû darbeyên siyasî yên li Tirkiyeyê pêk tên pirsgirêka kurd a mehkûmî neçareseriyê hatî heye. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe ev darbekarî bi dawî nabe.”
Parlamenter Adalet Kaya jî ji darbeya 1980 ya heya niha tundî didome û wiha got: “Ev der tam cihekî hafizayê ye. Weke cihê tundiya ku hiş û aqlê mirovê negire, divê ev der weke muzeya şermê bimîne.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altûn ê li Hejmara 5’an mayî jî wiha got: “Bila Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.
DÊRSIM
Şaxa ÎHD’a Dêrsimê jî ev daxuyanî da: “12’ê îlonê mîladek nîne. Mîlîtarîzm cewhera kevneşopiya siyasî ya vê erdnîgariyê ye. Ji ber vê yekê weke parazvanên mafên mirovan di salvegera 12’ê îlonê de dixwazin helwesta xwe ya li dijî mîlîtarîzmê careke din bi raya giştî re parve bikin.”
DBP: 12’Ê ÎLONÊ BI VÎNA JI POLA KET
Navenda Giştî ya DBP’ê jî têkildarî darbeyê daxuyaniyek da û wiha got: “Gelê kurd tevî hemû îşkence û komkujiyan têkoşîna xwe mezin kir û ji hemû gelên Rojhilata Navîn re dibin hêvî. Her cure hewldana li Zindana Amedê hate kirin bi vîna ji pola ket. Têkoşîna me dê ji bo qanûn û saziyên Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê ji holê bên rakirin pêkanîn dermirovî û komkujî û Darbeya 12’ê Îlonê bên tazmînkirin bidome. Têkoşîna me ya birûmet ku ev 43 sal in didome, li dijî hêzên leşkerî û paramîlîter ên serdema 12’ê Îlonê, alîgirên wê ye. Weke Partiya Herêmên Demokratîk ev 43 sal in tevî gelên şoreşger û vîna gel temsîl dike em vê têkoşînê dimeşînin û em ê vê yekê bidomînin.”