NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Kamûran Berwarî diyar kir ku Tirkiye hewl dide ku demografiya Kerkûkê bigûherîne û dixwaze ji kurdan xalî bike û wiha axivî: "Tirkiye dixwaze ku kerkûkî bibêjin 'ew tirk in' û îlan bikin ku ew tirk in û daxwaza tirkîbûnê bikin û piştre jî li dijî vê daxwazê komeke leşker li herêmê bi cih bike."
Êrişên Tirkiyeyê yên bi tevkariya PDK'ê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê hatine destpêkirin du sal in didomin. Destwerdana Tirkiyeyê ya li ser herêmê jî didome. Wezîrê Karên Derveyê yê Tirk Hakan Fîdan di 24'ê tebaxê de hin hevdîtin bi rayedarên Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê re kirin. Hakan Fîdan, di hevdîtinên li herêmê de encama ku dixwest bi dest nexist. Balkêş bû ku piştî vegera Fîdan, li Kerkûkê alozî rû dan.Li dijî girtina rêya bejahî ya Kerkûk-Hewlêrê ku Eniya Tirkmen û komên sûnî yên selefî pêk anîn, kurdên li Kerkûkê di 2’yê îlonê de çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. Li dijî çalakvanan bi çekan êriş hatin kirin û ciwanên kurd ên bi navên Hawkar Ebdullah, Hisên Sabîr, Heval Star û Hawrê Ekber jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn û piştre jî qedexeya derketina derve hat ragihandin. Her wiha hêjayî gotinê ye ku di hilbijartina navborî de li Kerkûkê 16 kursî hene û heke 8 kursî ji aliyê kurdan ve bên bijartin dê hêza sereke bikeve destê kurdan. Bi vî awayî dê Walîtiya Kerkûkê jî bikeve destê kurdan.
Ji Zanîngeha Dihokê û cîgirê Akademiya Raman a Siyasî ya Demokratîk Dr. Kamûran Berwarî der barê geşedanên li Kerkûkê diqewimin de û armancên Tirkiyeyê yên di van êrişan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
'PIŞTÎ FÎDAN ALOZIYA KERKÛKÊ NE RASTHATINEK E'
Berwarî bi lêv kir ku êriş beriya hevdîtinan hatibû plankirî û got ku heke Tirkiyeyê di hevdîtinan de tişta ku dixwest bi dest bixista êriş çênedibû û wiha axivî: "Bêgûman hatina Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di çarçoveya planeke stratejîke ku di serdema Mistefa Kazimî hatiye danandinê û ew jî pêk tînin. Piştî hatina Hakan Fîdan a Kerkûkê derketina aloziyan ne rasthatineke. Dibe ku beriya vê hevdîtinê de jî amadekariyên vê hatibin kirin. Hatina Fîdan bi hemû geşedanên li Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Ev ziyaret bi Helebê heta Derezorê, Misûlê û Kerkûkê ve girêdayî ye. Dewleta tirk û hin hêzên din di navbera başûrê Kurdistanê û Iraqê de herêmekî çêkin û wê herêmê bixin di bin kontrola xwe de û li vê herêmê gaz û petrola Herêma Kurdistanê bifiroşin. Ji ber wê dewleta tirk hemû hêzên çekdar ên serbixwe kom kirin û li Derazor û Kerkûkê alozî derxistin.”
'TIRKIYE JI KERKÛKIYAN DAXWAZA TIRKÎBÛNÊ DIKE'
Dr. Berwarî anî ziman ku di pirtûkên dîrokî yê sedsal beriya niha hatine çapkirin jî piştrast dikin ku Kerkûk bajarekî kurd e û got ku Tirkiye ji Kerkûkê daxwaza tirkîbûnê dike û wiha domand: "Dewleta tirk ji Kerkûk û kerkûkiyan tirkbûnê dixwaze. Dixwaze ku kerkûkî bibêjin ku ew tirk in û îlan bikin ku ew tirk in û daxwaza tirkbûnê bikin û piştre Tirkiye jî li dijî vê daxwazê komeke leşker bibe herêmê û wan biparêze. Dewleta tirk dizane ku çi rol û bingehê wê li başûrê Kurdistanê û Iraqê nine. Kerkûk bajareke Kurdistanî ye û dê her Kurdistan bimîne. Dê kesek nikaribe nasnameya Kurdistanî û kurdbûyina Kerkûkê jê bistîne. Bajarê Kerkûkê 4-5 hezar sal beriya zayinê her Kurdistan bûye û niha jî dê her Kurdistan bimîne. Heke ku Erdogan û Fîdan li belge û arşîva Osmanî binêrin dê 250 mîlyon belgename tê de hene yek ji wan belgenameyan pirtûka qamûsal alam ya navdar e. Belgeya pêncemîn dibêje ku ev pirtûk di sala hezar 193’yan de hatiye çapkirin. Ev pirtûk ji aliyê nivîskareke tirk ve hatiye nivîsandin. Di belgeya pêncan de dibêje,’hejmara xelkê Kerkûkê ji 30 hezar kesan pêk tê û ji wan 30 hezar kesan nîvê wan kurd in. Ew çareka ne kurd jî ereb in, ermenî ne, aşûrî ne, faris in, yahudî, tirk û hin netew û gelên din in’ yanî Şemsedîn Sam ji bilî kurdan ew perçeya dimîne heft netewan dimijêre û hin netewên din jî hene. Ne Erdogan û ne jî Hakan Fîdan û ne jî hikûmeta wan nikarin bastekî ji axa Kurdistanê bikin milkê Tirkiyeyê û mohra tirk û tirkmenî lê bidin.”
'TIRKIYE DIXWAZE ALOZIYA HEYÎ BIKAR BÎNE'
Berwarî bal kişand ser hilbijartinên xwecihî yê herêmê jî û bi lêv kir ku ev êriş girêdayî hilbijartinêye cuda nayê bi dest girtin û wiha dom kir: "Helbet li gel nêzîkbûna hilbijartinê xwecihî yê Iraqê û hin pirsgirîkên di nava Hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi êrişên li ser Kerkûkê re girêdayî ne. dewleta tirk dixwaze ku van aloziyên ku hene bikar bîne û hewl bide ku rewşa Iraqê ya heyî di berjewendiya xwe de bikar bîne. Helbet Tirkiye dizane ku çi hêzên ku nêzikî wan di vê hilbijartinê de li Kerkûkê deng nastîne û xelkê wê derê jî dizane ku dê dengê xwe bide kê.”
DI ALOZIYÊ DE ROLA TIRKMENAN
Kamuran Berwarî bi lêv kir ku di aloziya ku li Kerkûkê rû daye de rola tirkmenan mezine û got: "Bêgûman di van aloziyan de rolê Tirkumanan gelek heye. Ev alozî ji aliyê tirkumanan û hin erebên şovenî û kevnebeasî ve tê derxistin. Tirkuman rolê hespê turuwa de dibînin. Hespê Turuwa di dîroka yewnan de bi nav û denge. Tirkuman jî îro xwe di wê rolê de dibînin. Lê bi nêrîna min heke tirkuman xwe wisa bihesibînin ku ew xwediyê başûrê Kurdistanê ne û xwediyê axa Iraqê ne ew ê zirarê bibînin. Çimkî ne ji aliyê dîrokî ve û ne jî ji aliyê ziman, çand û erdnîgarî ve Tirkuman nikarin nasnamebûna xwe ya Kerkûkê îspat bikin. Çimkî tirkumanên başûrê Kurdistanê û Iraqê zilamên dewleta Tirkiyeyê ne. Bûne xwedî kar, bûne fermandar. Ji ber ku demekî dewleta Osmanî dagir kiribû zimanê tirkî fermî bû. Ev kesên tirkuman jî yan bi tirkî yan jî bi tirkumanî diaxivin. Wan di van 30 salên derbas bûyî de gelek roleke nebaş li herêmê dane meşandin. Ew leşkerê tirk yê li başûrê Kurdistanê jî pîranî ji van tirkumana pêk tê.”
'HEWLEDANÊN DEMOGRAFIYÊ SENARYOYEKE VALA YE'
Berwarî da zanîn ku bi van aloziyan tê xwestin ku demografiya bajêr bê guhertin û Kerkûk ji kurdan bê valakirin û got: "Di van demên pêşiya me de, dê li Iraq û başûrê Kurdistanê geşedanên mezin çêbibin. Tişta ku îro ji siyasetmedar û pêşengan tê xwestin rewşa Kerkûkê bi temamî aramkirine. Heke ku wisa nekin ev ê bibe sedemê keraseteke mezin. Divê ku rewş di bin cemawerê Kerkûkê de be. Kerkûk bajareke Kurdistanê ye û niha jî di fermiyatê de bajareke Iraqê yê fermî ye. Hemû navçeyê Kerkûkê kurd in. Heke ku bê texrîbkirin û hin gelên din bînin li Kerkûkê bi cih bikin jî Kerkûk dê her Kurdistan be û nasnameya xwe ya kurdî û kurdistanî dest nade. Ew polîtîkayên niha li ser guherandina demografiya Kerkûkê û valakirina Kerkûkê ya ji kurdan bêgûman fîlmeke şewitî û senaryoyeke vala ye.”
'POLÎTÎKAYA TIRKIYEYÊ TEŞHÎR BÛYE'
Berwarî diyar kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê êdî di asta navdewletî de jî teşhîr bûne û ev tişt gotin: "Hatina Hakan Fîdan a başûrê Kurdistanê, Iraq, Kerkûk û Îranê stratejî ye. Lêbelê çawa ku li Zapê siwar hatin pêya çûn li Kerkûkê jî, Iraqê jî, Îranê jî û Başûr jî pêya çûn. Ji ber ku siyaseta dewleta tirk li Rojhilata Navîn teşhîr bûye. Heke ku dewleta tirk bixwaze ku xwe weke dewleteke dadper nîşan bide divê ku destpêkê de li ser Iraqê avê negire. Divê ku dest axa Iraqê berde û leşkerê xwe ji Iraqê vekişîne, divê êrişên xwe yên li ser Şengalê, Rojava, Qendîlê û başûrê Kurdistanê bide sekinandin.”
MA / Zeynep Durgut