AMED - Arkeolog Nevîn Soyûkaya diyar kir ku tevî Tirkiyeyê teahûd kiribû ku dê sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê biparêze, ew hildabûn “Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya di Xetereyê de” û wiha got: “Armanca me ew e ku em bajêr jinûve bikin cihekî ku lê were jiyîn, jiyanê jinûve ava bikin.”
Sûrên Amedê yên dîrokî û Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digirin, bi pêşnûme biryarekê re ketin nava ‘Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya di Xetereyê de’. Tê payîn ku biryar di 9-15’ê îlonê di civîna Navenda Mîrateya Çandî ya li paytextê Erebîstana Siûdî, Riyadê were lidarxistin de teqez bibe. Endama Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê Arkeolog Nevîn Soyûkaya, bal kişand ku reseniya dîrokî û çandî ya bajêr hatiye texrîbkirin û anî ziman ku biryar dereng hatiye wergirtin.
Soyûkaya, anî ziman ku hatiye noxteyeke jêveneger û da zanîn ku tevî ku UNESCO’yê ji sala 2016’an û vir ve biryara şandina Mîsyona Reaktîf daye jî Tirkiyeyê ew nevexwendiye. Soyûkaya, diyar kir ku Mîsyona Reaktîf di mijdara 2022’yan de bi şandeyeke ji 3 pisporan pêk dihat hin tespît kirin û anî ziman ku di çarçoveya rapora UNESCO’yê amade kirî de biryar hatiye wergirtin.
‘DEWLETÊ EM PIŞTGUH KIRIN’
Soyûkaya, bi lêv kir ku ketina wan a navçeya Sûr a di pêvajoyên şer, hilweşandin û avakirinê de hat texrîbkirin hate astengkirin lê wan bi rêya dîmenên peykê xwe gihandina daneyên hilweşînê raporek amade kirin û wiha got: “Tiştên ku li herêmê hatin kirin me belge kirin û tiştên ku divê neyên kirin rêz kirin û bi nivîskî ji bo UNESCO’yê şandin. Me ji saziyên dewletê yên têkildar re jî şandin lê em hatin piştguhkirin. Ji ber ku biryarek hatibû wergirtin û ev biryar di nava demê de bi awayekî sîstematîk hate sepandin. Hemû projeyên ku me xelet dîtin û hişyar kirin ji aliyê Mîsyona Reaktîf ve jî gihiştine heman encamê. Ji ber ku zanîst yek e cudatiya encamên zanîst û teknîkê nîne.”
TIRKIYEYÊ TEAHÛD KIRIBÛ KU BIPARÊZE!
Soyûkaya, bi lêv kir ku di pêvajoya hatinê de mafdar derketin û wiha berdewam kir: “Biryar esas û biryareke cidî ye. Ji ber ku di demeke ku xebateke herêmî dibe mîrateya cîhanê de, Tirkiyeyê teahûd kiribû ku wê di çarçoveya planên rêveberiya qadê yên herêmî amade kiriye de biparêze. Bi vê teahûdê re UNESCO'yê xiste lîsteya mîrateyan. Noxteya ku em gihîştinê rewşeke pir cuda ye, ev di rastiyê de biryareke ku zirare dide prestîjê ye û divê dewlet vê prestîja xwe ya zirar dîtî sererast bike. Armanca me ew e ku em bajêr jinûve bikin cihekî ku lê were jiyîn, jiyanê jinûve ava bikin.”
‘YEKPAREBÛNA BAJÊR XERA DIBE’
Soyûkaya, bi lêv kir ku her geşedana têkildarî bajêr ji gel re girtî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em nikarin bikevin qadên restorasyonê. Ji ber vê yekê em nikarin lê binêrin ku çawa hatine çêkirin. Em nikarin belge bikin ji ber ku qedexe ye. Em nikarin bi awayekî teknîkî bişopînin. Her wiha tu çiqas sûran rast restore bikin jî piştî ku we sedemê hebûna wan ji holê rakir, hûn wan tenê biparêzin jî ji wateya wan qût dikin. Anku yekparêbûna bajêr xera dikin. Tu nirxê wê yê gerdûnî yê bilind tune dikî. Ji ber vê yekê, dema ku em ji aliyê nirxa gerdûnî ya bilind ve lê dinihêrin, parastina sûrên ku sedemê hebûna wî tune be, bi wate nabe.”
MA / Şîlan Çîl