AMED - Şahidên hovîtiya li Zindana Amedê ku piştî darbeya 12’ê Îlonê veguherandibûn navenda îşkencexaneyê, diyar kirin ku heman polîtîka di roja îroyîn de hê dijwartir tên meşandin.
Bi ser darbeya keşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yan 43 sal derbas bûn. Bi darbeyê re Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê ku rêveberê wê serpel Esat Oktay Yildiran bû, veguherandin navenda îşkencexaneyê. Di encama van îşkenceyan de 34 kes hatin qetilkirin. Li gorî rojnameya The Timesê; di nava 10 girtîgehên herî xerab ên cîhanê de Girtîgeha Amedê jî heye.
Ji şahidên îşkenceyên Girtîgeha Amedê Huseyîn Bariş, Ganî Alkan û Ahmed Candan qala wan rojan kirin.
‘DEMEKÎ DIRÊJ AMADEKARIYÊN DERBEYÊ HATIN KIRIN’
Endamê Hewldana 78’an Huseyîn Bariş got ku Derbeya 12’ê Îlonê ji ber xwe ve nehatiye kirin û encama amadekariyên demdirêj bû. Bariş, got ku êrişên li Mereş, Çorûm hwd. bingeha 12’ê Îlonê ava kir û wiha domand: “Wê çaxê çepgirên li Tirkiyeyê hinek tişt dikirin lê li hemberî van ulkucuyên faşîst jî şerekî mezin dimeşandin. Li Kurdistanê tevgereke nû derkete holê û di bin navê ‘Apocî’yan de xebat dikirin. Ji bo pêşîlêgirtina Apociyan ji xwe re li hincetan digeriyan. 12’ê Îlonê jî li dijî tevgera demokratîk hate kirin. Ev kes milîtan nebûn an jî çekdar nebûn. Hemû xwendekar bûn, memûr bûn. Wê demê li ser civaka me, gund û bajarên me operasyon, wehşet û hovîtiyeke mezin hat kirin. Mîna lehiyekê bi ser civakê re derbas bûn.”
’15-16 KES XISTIN HEMAN HUCREYÊ’
Bi domdarî Bariş qala girtina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Ez jî di serê sala 1981’ê de hatim girtin. Wê demê li Şaxa Odeya Zîraatê ya Nisêbînê dixebitîm. Du mehan di lêpirsînê de bûm. Mehekê li tûgaya Nisêbînê, mehekê jî li tûgaya Mêrdînê di îşkenceyê de mam. Piştre em anîn Kolordûyê û hatin girtin. Dema hatim girtin, xistin rîngekê û di 13’ê tîrmehê de anîn Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê. Esat Oktay Yildiran derket pêşiya me û got; ‘Hûn bi xêr hatin. Hûn hatine mekteba leşkerî.’ Ji pêşiya rîngê heta dawiya korîdorê li her du aliyên Bloka E’yê komando hebûn. Di destê wan de jop, zincîr, dar, qamçî û hwd. hebûn. Bi payebûna me re dest bi lêdanê kirin. Heta em gihiştin qawîşa 6’an a Bloka C’ê ku ji 40 hucreyan pêk dihat wiha dom kir. Di bin navê lêgerînê de em tazî kirin û xistin hucreyan. Me got em ê hinek bêhn vedin lê wehşetê dest pê kir. Em 15-16 kes xistin heman hucreyê. Sirûd bi me didan jiberkirin. Ez şandim qawîşa hejmar 32 a Bloka E’yê. Di dawiya 83’yan de em ji wir jî belav kirin.”
‘NIHA 400 HEZAR MIROV DI GIRTÎGEHÊ DE NE’
Di berdewamê de Bariş da zanîn ku ew nêzî 10 sal û 3 mehan di Girtîgeha Amedê de ma û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me wê demê grevên birçîbûnê dabûn destpêkirin. Di 1990’ê de sirgûnî Amasyayê hatim kirin. Li wir jî hatim îşkencekirin. Di 27’ê mijdara 1990’ê de hatim berdan. Li gelek girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê îşkence hebû lê ne bi qasî Girtîgeha Amedê. Li Amedê makeqanûneke nû hatibû avakirin. Fermandarê Fermandariya Kolordûya 7’emîn Kemal Yamak û çend hêzên din ew rewş ava kirin. Di salên 90’î de hin tiştên cuda çêbûn û li zindanan jî rewş hinek çêtir bû. Piştre jî pergaleke nû ava kirin. Niha li Kurdistan û Tirkiyeyê nêzî 400 girtîgeh hene û 400 hezar kes girtî ne. Ji wan nêzî 12 hezaran xebatkarên tevgera neteweyî ya kurd û demokrat in. 2016’an heta niha tecrîdeke mezin heye. Mînaka vê tecrîdê li tu devera cîhanê nîne. Ne qanûn ne jî hiqûq heye. Bi keyfî tevdigerin.”
‘POLÎTÎKAYÊN 12’Ê ÎLONÊ NIHA HÊJ DIJWARTIR TÊN MEŞANDIN’
Bariş, got ku polîtîkayên 12’ê Îlonê niha hêj bi dijwartir û kûrtir tên meşandin û ev tişt anî ziman: “Di ewqas salan de nêzî 30-35 hezar kes hatin îşkencekirin. Em dixwazin ev îşkencexaneye weke muzeya şerma mirovahiyê bê nîşandan. Em dixwazin ew îşkence û faşîzma li vê derê hatiye kirin, ji raya giştî û hemû cihanê re vekirî be. Banga me ji saziyên demokrat û civaka me ew e ku xwedî li doza biryara muzeyê derbikevin. Bila nifşê nû vê şermê bibînin û bila ji mirovahiyê re bibe îbret.”
‘TIŞTÊN HERÎ BÊEXLAQÎ DIKIRIN’
Ji şahidan Ganî Alkan jî destnîşan kir ku 12’ê Îlonê li dijî komên çep-sosyalîst û kurdistanî hatiye kirin. Alkan, anî ziman ku Girtîgeha Amedê di 1978'an de ji bo amadekariya darbeyê hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Ji rêxistiniya kurdan ditirsiyan lewma darbe kirin. Piştî darbeyê bêdengiya civakê bû sedema êrişên li dijî girtîgehê. Li Girtîgeha Amedê tîmeke taybet a weke Kemal Yamak, Bîrol Şen, Esat Oktay Yildiran û Alî Osman Aydin hate avakirin. Vê tîmê hewl dida li vir siyasetê biqedîne. Li vir tiştên herî bêexlaq kirin. Esat Oktay bi xwe jî digot 'Heke ez derî vekim û ji te re bêjim here malê jî tu naçî.’”
‘BI SAYA BERXWEDANÊ LI GIRTÎGEHA HEJMAR 5’Ê DARBE TÊK ÇÛ’
Alkan, bi lêv kir ku êriş zêde bûn lê li dijî wê berxwedan jî hebû û wiha qala wan rojan kir: “Li pişt wê berxwedanê jî baweriyeke mezin hebû. Li derve li malbatan, li hindir jî li me îşkence dikirin. Girtiyan li dadgehan parastina siyasî dikirin. Li hemberî îşkenceyên bi vî rengî di mejî de berxwedanek hebû. Çalakiyên Mazlum, Hayrî û Çaran hebûn. Yên ku ev çalakî dikirin xwedî helwesta ‘her tiştî ji me bixwazin lê xiyanetê nexwazin’ de bûn. Bi saya berxwedana li Hejmar 5’ê, darbeya 12’ê Îlonê têk çû. Ger îro em bikarin li derve bijîn û li her derê rewşekî me ya rêxistinî hebe, ev bi saya kesên li Girtîgeha Amedê canê xwe feda kirine ye.”
‘ZÎHNIYETA ESAT OKTAY DIDOME’
Di berdewama axaftina xwe de Alkan diyar kir ku Tirkiye niha li paş qanûnên 12’ê Îlonê jî ma ye û ev nirxandin kir: “Lewma zîhniyeta Esat Oktay îro jî didome. Mîrateya herî mezin a 12'ê Îlonê berxwedan bû. Ev berxwedan veguherî çandekê. Ev çand îro li hemû zindanan xwe bi hevaltiyê, ruhê berxwedanê yê li dijî êrişan nîşan dide. Divê Girtîgeha Amedê li gor gotinên şahidên îşkenceyan bibe muze.”
‘DARBE JI HÊLA HÊZÊN CÎHANÎ VE HATE KIRIN’
Ahmet Candan jî got ku tevgerên ciwanan ên li Amerîkaya Latîn, Bakurê Efrîqayê û Rojhilata Navîn bi pêş ketin li Tirkiyeyê jî çêbû û wiha axivî: “ Hêzên cîhanî xwestin pêşî li vê bigirin. Ev derbeye jî encama wê bû. Di 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê bûm. Parêzerên dihatin hevdîtinê digotin ku bar li ser girtîgehan e. Destpêkê me nizanibû ku mebesta parêzeran çi ye û çi dibêjin. Piştî 12’ê Îlonê ji mirovahiyê derketin û zilmekî mezin hate kirin. Mirov ji bo namûs û şerefa xwe li wir li rêya mirinê digeriyan. Li vir ji bilî ‘Belê fermandar, bila fermandar' destûr nedidan axaftinê. Di nîvê havînê de em 4 rojan bê av hiştin. Deriyên qawîşan girtin û em bê hewa dihiştin. Gelek îşkenceyên ku em nikarin vebêjin kirin.
BERXWEDAN JÎ EV 43 SAL IN BERDEWAM E
Heman sepanên 12’ê Îlonê îro jî berdewam in. Duh, îro, sibe ne girîng e. Ji ber ku ji mirovahiyê dûr ketine, heman tişt in. Îro dîsa mirov li girtîgehan dimirin. Piştî 30 salan di girtîgehê de înfazên wan tên şewitandin. Dema cezayê 30 salan diqede, li girtîgehê dadgeheke din ava dikin. Ne daraz û ne jî dadgehek ma ye. Ev pêkanîn di 12’ê Îlonê de tune bû. Ev sûcekî mezin e. Bi ser 12’ê Îlonê re 43 sal derbas bûn lê berxwedan jî ev 43 sal in didome.”
MA / Bazîd Evren - Mujdat Can