STENBOL – Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û endama EHB'ê Parêzer Sezîn Ûçar bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.
Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û endama Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) Sezîn Ûçar ku di 5'ê Îlonê de gava ji bo îfadeyê çûbûn Edliyeya Stenbolê û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin, duh piştî îfadeya li Fermandariya Cendirmeyan îro sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin. Gumuştaş û Ûçar piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin. Dadgeriyê Gumuştaş û Ûçarê bi şertê kontrolkirina edlî berdan.