ŞIRNEX - Çiyayê Gabarê ku ev 30 sal in qedexe ye, di encama birîna daran û lêgerîna petrolê ya 3 salan de tê talankirin. Gundiyên ku 30 sal in nikarin biçin gundên xwe yên li quntara çiyê, bertek nîşanî vê rewşê dan û wiha gotin: “Dest ji vê qirkirinê berdin.”
Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Çelênimêja qirkirin, talan û rant a ku li ser xwezayê hatiye destpêkirin didome. Heta niha li herêmê qadeke ku birîna daran nehatiye destpêkirin nema ye. Ketina Çiyayê Gabar ê ku bilindahiya wî hezar û 848 metre ye bi hinceta “herêma ewlehiyê ye” qedexe ye. Çiyayê Gabar ku gundên bi navê; Zivîng, Xurs, Hirareş, Basrê, Miştexan, Dêrşew, Spiyan, Deştlala, Meydî, Aşilme, Berêmîrê, Şerefê, Zivîngo, Germê, Dêrê, Awinbinat, Birnîsra, Hezara, Biyadê li quntara wî ne û her cûreyê fêkî û daran lê şîn dibûn di salên 1990'an de şêniyên herêmê ji ber ku ferzkirina cerdevaniyê qebûl nekirin hate valakirin. Şeniyên her 20 gundan jî 30 sal in nikarin biçin gundên xwe. Gundiyên ku bi destûra walîtiyê dikarin bikevin gundên xwe rastî her cûre pêkanînan tên. Li gelek deverên Gabarê ji ber lêgerîna petrolê qulqulî kirine. Şûna darên ku tên birîn jî qereqol û kule tên çêkirin. Şeniyên gundên li quntara Çiyayê Gabarê bertek nîşanî qirkirina ku li ser xwezaya wan tê kirin dan.
'LI GABARÊ KEVIR LI SER KEVIR NEHIŞTINE'
Maruf Eriş (70) ê ji gundê Xurs e diyar kir ku li çar aliyên Gabarê li ser navê petrolê dar tên birîn û wiha axivî: “Di gundê me de nêzî 300 mal hebûn. Rezên me yên tirî, fistiq, findiq û her cûreyê fêkiyê me hebû. Keda li gundê me pir bû. Pezê me hebû û ajalên me payiz û zivistanan li çiya bûn. Heke ku îro petrol li wir derneketiba jî da dîsa darên me birîna. Çimkî li Gabarê li ser her girekî qereqol çêkirin. Qada Gabarê dol bi dol e. Ji ber wê jî niha dewlet li ku girek hebe li ser wê kule çêdike. Rê weke nexşê birine. Rê ji newala kuştiyan re anîne û heta deştê birine û heta navbera me û Meydînê re anîne û heta lûtkeya Gabar birine. Li Gabarê bi xwe petrol derketiye. Dê li wan giran hemûyan kuleyan çêbikin. Her cihê ku rê diçe qereqolê çêdikin. Dê li qereqol û kuleyên çêbikin jî cerdevanan û leşkeran bi cih bikin. Herêma Gabar ji herêma jiyanê derketiye. Êdî kesek nikare li wir bijî. Sibê gund ava jî bibin em nikarin biçin. Çimkî her derên wê bi kuleyan dorpêç kirine. Herêm kirine herêma leşkerî. Niha jî ji bo ku biçin gund divê em destûr bistinin. Ew jî Walîtî piştî 10 rojan bersiv dide, nikarin biçin li darên xwe li fêkiyên xwe binêrin. Çi anîbin serê Cûdî dê heman tiştî bînin serê Gabarê jî. Li Gabarê kevir li ser kevirî nehiştine, rût kirine. Divê tu kes li hemberî vê qirkirinê û tunekirinê bêdeng nemîne.”
‘GUNDÊ ME JI ME RE QEDEXE YE, JI WAN RE VEKIRÎ YE’
Osman Dûymak (72) ê ji gundê Deştlala ku gotina Walitiya Şirnexê derewand diyar kir ku bi salane li ser xwezaya herêma wan qirkirin heye û wiha got: “Ji sala 1993'an ku gundê me hatiye valakirin û heta niha ez neçûme gund. Gundê me hilweşandin heta îro em neçûne. Gundê me gundekî ser riyê ye. Lê dîsa jî qedexe ye û nahêlin ku em bikevinê. Pezê me, fêkiyê me û zeviyên me hemû ji destê me çûn. Tu tiştekî me nema. Tenê ji leşker û cerdevanan re vekiriye. Walitî niha dibêje gund serbest e bila biçin gundê xwe. Lê belê ne wisa ye. Heçiyê ku diçe gund jî divê ku girêdayî dewletê be. Yên li ser gundê me kuleyan, rêya çêdikin, qadên petrolê vedikin. Gundê me ji me re qedexe ye lê ji wan re vekiri ye.
'WIHA BIÇE DÊ LI GABARÊ DAR NEMÎNIN'
Erdên me, zeviyên me bûne qadên wan ên leşkerî. Ev zilm li ser serê me heye. Divê ku gel jî li ber xwe bide û nehêle ku axa wan bê dagirkirin. Zilma dewletê li ser gel zêde ye û nahêle ku du kes bigihîjin hevdû û li hemberî vê talanê dengê xwe derbixînin. Tişta ku dixuye ew e ku dê li Gabarê dar nemînin. Bi dehan noxteyan birîna daran hatiye destpêkirin. Heta niha cerdevan li Xurs, Ziving, Dêrşew û gelek deverên din daran dibirin. Li herêma Çiyayê Bizinan û Şerefan par dar nehiştin û xelas kirin. Her cihê ku dar hatine birîn kule hatine çêkirin. Ew rêyên ku çêdikin jî ji kule û leşkerên xwe re çêdikin. Banga me ew e ku herkes bibe dengê me. Pêwîste ku pêşiya vê bê girtin. Çi pêwîst be divê ku em bikin. Pêwîst be em meş li dar bixin dengê xwe derbixînin. Heçiyê ku dibêje ez ê biçim li erdê xwe binêrim jî nahêlin biçin, derewan dikin. Debara me hemû li ser gundê me axa me bû lê ji destê me derxistin.”
'HEMÛ HÊZA XWE DANE SER GABARÊ'
Omer Yaman (73) ê ji gundê Meydîn ku da zanîn dewletê niha hemû hêza xwe daye Çiyayê Gabarê, daxwaz kir ku kesek xwe bêdeng neke û ev tişt got: “Gundê me qedexe ye û em nikarin bikevinê. Em dikarin biçin lê gundê me xerabe ye. Qadên ku petrol derketiye bêdar hiştine û darên derdora wê hemû hatine birîn. Aliyê Dêrşêwa, Şerefiyê û gelek deverên din ên Gabarê birîna daran hatiye destpêkirin. Cerdevanên goyiyan tên vê derê darên me dibirin. Cihê ku rê biçê daran dibirin. Her noxteyeke ku petrol dîtine 500 mîtroyan bêtir dar birîne. Darên ku tên birîn jî darên berûyê ne. Par agir berdanê niha jî dibirin. Heke ku gundê me avabûna çi karê me li bajaran hebû. Me mehekî sed pez xwedî dikirin û debara me ew pez bû. Dehlê me hebû, rezên me hebûn, pezê me hebûn. Havîna germa wê nebû. Her tiştekî me beleş bû. Darê me, ava me, zebzeyê me û fêkiyê me beleş bû. Lê niha ji destê me derketiye. Herkes di bin tirsê de ye, kesek nikare li hemberî vê qirkirinê dengê xwe derbixîne. Kesek newêre bibêje ku, ‘wisa nekin’. Em daxwaz dikin ku weke herkesî gundê me ava bibe. Bila bes darên me bên birin. Dema ku ew dar hatin birîn germ jî zêde dibe. Ma cihê bêdar dê çawa be?”
MA / Zeynep Dûrgût