ENQERE - Siyasetmedar Bîrcan Yorulmaz di Doza Kobanê de de got ku HDP hêj niha jî j bo Tirkiyeyê şenseke û wiha got: “Hemû dinya baş dizane ku em ji ber daxwaza xwe ya çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane tên darizandin.”
Rûniştina duyemîn a 28’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja duyemîn de didome.
Girtiyên li Kampusa Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.
ÇIMA DAIŞ DI DOSYAYÊ DE TUNE YE?
Danişîna dozê piştî tespîtkirina nasnameyan û xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştre jî Bîrcdan Yorulmaz a negirtî tê darizandin axivî. Yorulmaz got ku danişîn bênavber tên kirin û ev rewş hem wan hem jî parêzerên wan mexdûr dike. Yorulma, wiha got: “Ev rewş êdî ji bo me veguheriye ezyetê. Li gel ku tu eleqeya tawanbariyên tên kirin bi hev re nîne jî ez hatim girtin û demekî dirêj di girtîgehê de mam. Ev yek ne ji hêla hiqûqî û ne jî ji hêla exlaqî ve rast nîne. Dozgerê dosyayê jî mîna yê îdianame amade kiriye biisrar xuya dike. Heke em qala vê dosyayê bikin, divê ji ewil em qala DAIŞ’ê bikin. Lê di îdianameyê de qala DAIŞ’ê nayê kirin. Em dizanin ku ev yek bi zanebûn hatiye kirin. Ez dixwazim qala tiştên DAIŞ’ê li Tirkiye û cîhanê kirine bikim. Gelek komkujî kir û peywira me jî ew e ku li dijî DAIŞ’ê li rex mazluman cih bigirin.”
TIRKIYEYÊ SÎNOR GIRT
Yorulmaz, bal kişand ser komkujiyên DAIŞ’ê li Tirkiyeyê pêk anîn kir û yek bi yek navên hemû kesên jiyana xwe ji dest dane xwend. Yorulmaz, bal kişand ser êrişa DAIŞ’ê ya li Nîgdeyê li dijî leşkeran, revandina 140 zarokan li Kobanê, êrişa li dijî 4 cihûyên li Brukselê, êrişa li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Mûsilê û wiha dom kir: “Di vê çalakiyê de alaya Tirkiyeyê anîn xwarê. Her wiha DAIŞ’ê serê 2 leşkeran jê kir. Bi demê re belav bû û êrişên xwe zêde kir. Piştre jî êrişî Şengalê kir û komkujî kir. Jin li bazaran firot, zilam di gorên komî de binax kir. Her wiha piştre êrişî Kobanê kir. Di vê navberê de Tirkiyeyê sînor girt. Di heman demê de DAIŞ’ê êrişî kurdan, HDP û sosyalîstan û mitîngan kir.”
BUROYA ‘PEYWENDIYAN’ A TIRKIYEYÊ
Bi domdarî Yorulmaz, qirkirina DAIŞ’ê ya li Şengalê bi bîr xist û got ku nêzî 4 hezar kes hatin qetilkirin, 7 hezar jin hatin revandin û destdirêjî lê kir, gelek jin kirin kole û wiha pê de çû: “jin, bi rêbaza piyangoyê difirotin. Jin bi 50 dolaran û zarok jî bi 35 dolaran difirot. Hemû dinyayê ev yek temaşe kir. Her wiha derket holê ku jin û zarok li ser pergala dijîtal difiroşin. Derket holê ku vê jî bi rêya buroyên peywendiyan ên li Tirkiyeyê dike. Bûro, li Dîlokê bûn. Her wiha derket holê ku emîrên DAIŞ’ê yên li Enqereyê bi salan jinên êzidî revandine û destdirêjî lê kirine.”
BAL KIŞAND SER DAVUTOGLÛ
Di berdewamê de Yorulmaz, bi lêv kir ku DAIŞ’ê bi hezaran mirov qetil kiriye û heta ev yek esas neyê girtin dê parvekirin û bûyerên bûne behsa mijara vê dozê jî neyên fêmkirin. Yorulmaz, wiha domand: “DAIŞ’ê, bi çekên li Mûsilê bi dest xistin re hate ser sînorê Kobanê. Heke ew der bi dest xista dibûya ku 200 hezar kes bihatina qetilkirin. Xelkê li ser sînor çalakî dikirin. Dixwestin korîdora alîkariya mirovî were avakirin. HDP’ê alîkariya mirovî da. Di navbera HDP û rayedarên hikûmet û dewletê de hevdîtin didomiyan. Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû digot; ‘Em piştgiriyê nadin DAIŞ’ê. Em ê li cem kurdan û Kobanê bin.’ Gelek caran daxwazên alîkariyê yên PYD’ê bi cih anîn. Ev alîkariya mirovî, tenê bi saya maîlekê û bi hevkariya Tirkiyeyê hate kirin.”
QALA MAÎL’Ê KIR
Yorulmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi pêşketina DAIŞ’ê re di 6’ê cotmehê de protesto zêde bûn. Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî di 7’ê cotmehê de got; ‘vaye Kobanê jî hat ket ha dikeve.’ Piştî vê daxuyaniyê jî mirin dest pê kirin.” Bi domdarî Yorulmaz bal kişand ser maîla dihat îdiakirin ji hêla PYD’ê ve hatiye şandin û maîl xwend. Yorulmaz, wiha got: “Ev maîl, weke fermaneke ji bo HDP’ê hatiye nirxandin. Ma di kîjan beşa maîla min demek berê xwen de dibêje kargehan bişewitînin, Tirkiyeyê dabeş bikin û mirovan bikujin. Tenê ji bo pêşîlêgirtina komkujiya îxtîmalî ya DAIŞ’ê ya li Kobanê weke maîleke hişyariyê bû. Ji her kesê jê re hatiye şandin re ev hişyarî hatiye kirin; ‘dê komkujî were kirin, alîkariyê bidin.’ Tu eleqeyeke yekser a vê maîlê bi tweeta HDP’ê re nîne.”
‘OPERASYONA HEVPAR’
Yorulmaz, qala rapora kesê pispor a derheqê maîlê de kir û wiha derbirî: “Hat îspatkirin ku min ev mail ji kesekî re neşandiye. Ev maîl ne tenê ji HDP’ê re lê ji gelek saziyan re hate şandin. Wê demê em mecbûr in qala têkiliyên PYD’ê yên bi Tirkiyeyê re bikin. Min berê jî vegotibû û min gelek belge raxistibûn ber çavan. Wê demê têkiliya PYD’ê ya bi Tirkiyeyê re didome û belgeyên vê hene. Di vê pêvajoyê de di navbera Salih Muslim û Tirkiyeyê de gelek hevdîtin hatin kirin. Bi saya peymana hevpar a di navbera Tirkiye û PYD’ê de operasyona hevpar hate kirin. Bi vê yekê re Turbeya Suleyman Şah hate veguhestin.
DAXUYANIYA ‘EM KOBANÊ SILAV DIKIN’
Di dema bûyerên Kobanê de têkiliyên di navbera Tirkiye û PYD’ê de didomiyan. Piştî ku DAIŞ li Kobanê hat şikandin, serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû got; ‘em Kobanê silav dikin.’ Rêveberên PYD’î jî bersiva vê silavê dan. Heta ku hûn wê demê nenirxînin û têkiliyên PYD û Tirkiyeyê yên wê demê nebînin, em nikarin vê dozê binirxînin. Di demeke ku ewqas têkilî li holê hene de ez û hevalên xwe ji ber maîlekê tên darizandin. Hûn nikarin bi bingeha hiqûq niha ve tiştên wê demê qewimîn bidarizînin. PYD wê demê di lîsteya ‘terorê’ de nebû. Jixwe nivîsa vê bo dadgehê jî hat. Hûn nikarin li ser rola îro li PYD’ê hatiye barkirin me bidarizînin.
REDKIRINA PÊŞNÛMEYAN TÊ ÇI WATEYÊ?
Li gorî rêziknameya xwe HDP nikare li hemberî tu komkujiyan bêdeng bimîne. Kobanê li kêleka Rihayê ye û ji bo komkujiyek neyê kirin, ji ewil bi dewletê re hevdîtin kir û piştre jî ji bo bêdeng nemîne daxuyanî da. Her wiha wê demê ‘pêvajoya çareseriyê’ didomiya. Lewma HDP’ê nedikariya tenê yek gaveke pergala aştiyê xera bike biavêje. HDP’ê herî kêm 14 pêşnûme dan ku kujerên kesên di bûyerên Kobanê de hatine kuştin bên dîtin. Lê AKP û MHP’ê red kir. Gelo ma ji bo vegotina vê rewşê ev ne bes e?
‘HEMÛ DINYA DIZANE’
Yorulmaz, da zanîn ku wê di damezirandina HDP’ê de cih girtiye û wiha got: “Tevî her cihêkariyan jî HDP hêj niha jî ji bo siyaseta Tirkiyeyê tekane şens e. Ez HDP’î ne lewma têm darizandin. Hemû dinya pê dizane ku em di pirsgirêka kurd de çareseriyeke adilane û aştiyane dixwazin û bi vê sedemê tên darizandin. Nebin şirîkê vê kompasê. Ev zilma ji ber HDP’tiya me tê kirin bi dawî bikin. Dadgerekê ku piştre derket endamê çeteyekê ye ev îdianame qebûl kir û em bi dozeke wiha re rû bi rû ne. Ji destpêka lêpirsînê heta niha em weke hedef hatin nîşandan. Gelo ziyana van daye me dê çawa bê telafîkirin?”
BERTEK NÎŞAN DA
Yorulmaz, bi lêv kir ku divê siyasetmedar bên tehliyekirin lê sepana berdana bi şertê kontrola edlî jî nakeve meriyetê û wiha bi dawî kir: “Dadgeh, van esên sepana kontrola edlî xera kirin weke hinceta netehliyekirinê nîşan dide. Lê belê mafê min jî heye. Û ez niha li vir im. Hûn çima tiştên neyînî esas digirin. Vaye ez weke delîlekê li hemberî we me.”
Dadgehê, piştî îfadeyên Yorulmaz, heta saet 13.45’ê navber da.