STENBOL - Hiqûqnasê ceza Ercan Kanar ku îşaret bi qanûnan kir, destnîşan kir ku nikarin cezayê dîsîplîn û ragihandinê bidin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku divê baro li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.
Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan di 15’ê sibata 1999’an de bi komployeke navnetewî anîn Tirkiyeyê û xistin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê. Ocalan 24 sal in li Girava Îmraliyê tê ragirtin. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bi taybetî ji bo Abdullah Ocalan hatiye dîzaynkirin, 29 meh in bi agahî negirtinê didome. Serlêdanên ku malbat û parêzerên Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de kirine di bin navê cezayên “disiplînê” de tên astengkirin. Bi hezaran parêzerên ji Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê bi daxwaza hevdîtin bi Abdullah Ocalan re werin kirin û tecrîd were rakirin ji bo serî li Wezareta Dadê bidin kampanyaya îmzeyê dabûn destpêkirin.
Yek ji îmzekaran endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û hiqûqnasê ceza Ercan Kanar, têkildarî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û rewşa agahînegirtinê nirxandin kirin.
HIQÛQA NAVNETEWEYÎ ÇI DIBÊJE?
Kanar, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê sûcê li dijî mirovahiyê ye û bal kişand ku cihê xwe di hiqûqa neteweyî û navneteweyî de nîne. Kanar, bal kişand ser biryara qedexekirinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku sala 1955'an li ser polîtîkaya tecrîdê ya li ser girtî û hikumxwaran hate kirin û anî ziman ku ev biryar di sala 2015’an de li ber çavan hatiye girtin û navê “Rêgezên Nelson Mandela” girt. Kanar da xuyakirin ku bêyî cihêkariya di navbera girtiyan de bê kirin divê ev biryar bi rengekî wekhev werin bikaranîn.
‘DIVÊ BIRYAR JI NÛ VE LI BER ÇAVAN BÊ GIRTIN’
Kanar, têkildarî dema girtina demdirêj a Abdullah Ocalan de jî ev qanûn parve kir: “Bi gelek biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û di biryara ‘Kafkarîs-Qibris’ a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de û di biryara Qraliyeta Yekbûyî ya Vînter de di biryara Ocalan-Tirkiyeyê de ji bo hin serdeman divê biryar ji nû ve li ber çavan bê girtin.”
‘LI GORÎ PÎVANÊN GERDÛNÎ TEVNAGERIN’
Kanar, bi lêv kir ku li dijî polîtîkayên tecrîdê yên bi kûrkirinê tên meşandin di nava civakê de bi têrkerî deng nayê derxistin û di vê pêvajoyê de bêdengiya baroyan a di vê mijarê de rexne kir. Kanar, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Divê hemû baro li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin û biqêrin ku ev rewş sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li gelek deverên cîhanê li dijî vê rewşê bertek hene, lê civaka me muxalefeta sereke jî di nav de li ser vê mijarê bêdeng dimîne. Baroyên li Tirkiyeyê li gorî pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî tevnagerin, nirxên gerdûnî li ber çavan nagirin û cihêkariyê dikin. Ji ber ku nêzîkatiyeke şoven û nijadperest heye. Ji ber vê divê parêzer têbikoşin. Di vê mijarê de divê dengên xurt bên bilindkirin. Tecrîd bi dengê tenê beşeke diyar nikare were şikandin.”
‘TECRÎD HEMÛ CIVAKÊ ELEQEDAR DIKE’
Kanar, diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan weke gefeke ku tê wateya çavtirsandina li ser tevahiya civakê tê pêkanîn û wiha lê zêde kir: “Heke dema ku tecrîd destpêkê dest pê kir dengekî xurt derketibûya, wê Tîpên F nehatibûna rojeva civakê ya li Tirkiyeyê. Ya ku piştre qewimî ew e ku Girtîgehên Tîpa F li welat sazî bûne.”
LI DIJÎ TECRÎDÊ BANGA KAMPANYAYÊ
Kanar, destnîşan kir ku divê pêkanîna “cezayê hefsê yê heta mirinê” yê ji bo girtiyan di mewzûata qanûnî de ye bi dawî bibe û pêkanîneke înfazê ya li ser rûmeta mirovahiyê pêk were. Kanar, diyar kir ku di vê qonaxê de divê ji her derê welat bi taybetî ji bo rakirina “cezayê hefsê yê heta mirinê” xebat û kampanya bên kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di hemû civînên ku em beşdar dibin de vê yekê dibêjin. Çawa ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di salên 80 û 90’î de ji bo rakirina cezayên îdamê kampanya bi rê ve biribin niha jî divê ji bo cezayê hefsê yê heta mirinê kampanya bên meşandin. Heta ku girtîgeh hebin ne girîng e kî ji me di hundir de kî li derve ye. Ji ber vê yekê divê tecrîd bê bidawîkirin. Ji ber ku Ocalan Rêberê Gelê Kurd e di kesayeta wî de gelê kurd tê çewisandin.”
MA / Esra Solîn Dal