DÊRSIM - Di panela bi mijara “Azadiya çapemeniyê û medya” ya li Mihrîcana Mûnzûrê pêk hat de hate bibîrxistin ku Abdurrahman Gok û hevalên wî 100 roj in girtî ne û pirsa “Çima ji bo rojnamegerên kurd bi têrkerî piştgirî nayê dayîn?” hat pirsîn.
21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku bi dirûşma “Li dijî talankeriya madenvaniyê em jiyanê diparêzin” tê lidarxistin didome. Di çarçoveya mîhrîcanê de li Kolana Hunerê panela bi serenavê “Azadiya çapemeniyê û medya” hate lidarxistin. Di panela ku moderatoriya wê Caner Aktan kir de rojnamevan Îbrahîm Varli, Ceyda Karan, Fatîh Polat û Fatîh Yaşli weke axivîner beşdar bûn.
‘ABDÛRRAHMAN GOK Û HEVALÊN WÎ 100 ROJ IN GIRTÎ NE’
Caner Aktan rapora Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) ya 3’yê Gulanê Roja Çapemaniya Azad xwend. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat ê di panelê de ewilî axivî, anî ziman ku çapemenî li her derê ji rejîma siyasal bandor bibe. Polat, diyar kir ku li qada medyayê yekrengî serdest e. Polat bi bîr xist ku Merdan Yanardag piştî gotinên xwe yên li ser tecrîdê hate girtin û da zanîn ku edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdûrrahman Gok û hevalên wî 100 roj in girtî ne. Polat, diyar kir ku piştî Gok hedef hate nîşandan hate girtin.
Rojnamevan Fatîh Yaşli yê pişt re axivî jî wiha got: “Heke li Tirkiyeyê pêleke nû ya têkoşîna civakî neyê afirandin, em ê tu carî nikaribin AKP’ê têk bibin. Divê em tevgereke nû ya civakî ava bikin.”
‘ZEXTÊN MEDYAYÊ JI REJÎMA NÛ NE SERBIXWE NE’
Rojnamevan Îbrahîm Varli jî qala polîtîkayên desthilatê yên ku beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê meşandin kir û wiha got: “Ev pergal bi qanûnan û destûra bingehîn ava kirin. Ji bo sazûbûna rejîmê dê hemû amûran bikarbînin. Dixwazin medyayeke li gorî rejîma nû jî ava bikin. Li gorî mûxalefet û medyaya serdema nû gavan diavêjin. Divê em zextên li ser medyayê yên demên dawî jî bi vê ve girêbidin. Ji medyayê re dibêjin nebînin, nenivîsin û neragihînin. Kesên îtîrazî vê dikin jî hene. Dê ev desthilat li dijî vîna gel neçar bimîne bitewe. Beriya rojên tarî jî hate jiyîn. Bi berxwedanê derbas bû Dîsa dê derbas bibe. Em bi hêvî bin.”
‘DIVÊ EM LI RASTIYAN BINÊRIN’
Rojnamevan Ceyda Karan jî wiha got: “Medya sîstemên ramanê yên gel vediguherîne. Yên dibêjin berxwedan, mîna Merdan Yanardag hin kesan diavêjin hundir. Li pêşberî vê yekê, dibe ku pirs jê bê kirin bê mûxalefet çi dike. Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku komên mûxalîf çi dibêjin û dikin. Çiqasî karibin civakê bi rêxistin bikin.”
‘ÇIMA PIŞTGIRIYA ROJNAMEVANÊN KURD NAYÊ KIRIN?’
Panel bi pirs û bersivan berdewam kir. Di vê beşê de pirsa “Dema mijar dibe rojnamevanên kurd, çima endamên çapemeniyê yên em dizanin bi rastî jî mûxalîf in piştgiriyeke têrker nadin?” hate pirsîn. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat ê bersiva vê pirsê da wiha got: “Hefteyekê 68 rojnameger beşdarî nobeta nûçeyan bûn. 300 wêneyên nivîskî û çîrokên nûçeyan hatin hilberandin. Ji 92’an û pê ve Mûsa Anter, Hafiz Akdemîr û gelek rojnamevan hatin kuştin. Nebûna yekitiyê di nava rojnamevanan de neqediya ye. Pêwîst e rojnameger bên parastin. Di dema pêş de em ê noqteyên berxwedanê geştir bikin.”
Ceyda Karan jî wiha got: “Rêxistinên me yên girseyî yên demokratîk hebûn. Dibe ku îro di çarçoveya rojnamegeriyê de rêxistinên profesyonel hebûna. Bi lîberalbûna salên 2000'î re rêxistinên girseyî yên demokratîk hatin tunekirin. Her wiha rêbaza têkoşîna me guherandiye. Em hemû hinekî ji hal ketin. Me hewl da hevgirtin û berxwedanê nîşan bidin. Her kesî dest bi axaftinê kir. Ji bo em bi hev re bimînin em nikarin mekanîzmayên têrker ava bikin.”