NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka TAJÊ Riham Heco anî ziman ku jinên êzidî êş û zehmetiyên di dema fermanê û piştî wê de veguherand hesta tolhildanê û wiha got: “Bi avakirina meclisan li dora TAJÊ’yê re xwe birêxistin kir. Ew jinên tune dihatin hesibandin, îro pêşengtiyê berxwedanê dikin.”
Di 3’yê Tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir. Di êrişên DAIŞ'ê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin, bi sedhezaran êzidî jî koçber bûn. Ev êrişa DAIŞ’ê weke “Fermana 74’an” hate pênasekirin. Li gorî texmînan, niha 2 hezar û 700 jinên êzidî di destê DAIŞ'ê de ne. Di vê fermanê de jî derbê herî giran li jinan hate xistin. Jinên ku çand, ziman, ol û baweriya wan hedef hatine girtin, rastî qirkirineke mezin hatin. Tevî êş, êriş û zehmetiyên mezin jî Şengal hate rizgarkirin, xelkê bajêr hêdî hêdî li bajarê xwe vegeriya. Civaka êzidî xwe di bin sîwana Asayişa Êzidxanê de birêxistin kir û di qada leşkerî û siyasî de xweseriya xwe ragihand. Her wiha di her qadan de meclisên xwe avakirin.
Di heman demê de jinên êzidî ku heta niha zextekî giran li ser bû û bi fermanê re rewşa wan hêj girantir bû, piştî avakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê dest bi xwe birêxistinkirinê kirin. Di her qadên civakî de cihê xwe girtin. Li gund û bajarokên Şengalê meclis û komîteyên jinan hatin avakirin. Jinên ku li dora meclisan kom bûn, di sala 2015'an de bi konferansekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hate avakirin. Berdevka TAJÊ Riham Heco têkildarî birêxistinkirina jinên êzidî û tekoşîna wan bi ajansa me re axivî.
LI HER GUND Û BAJAROKEKÎ MECLISEKE JINAN
Riham Heco, da zanîn ku di serdema fermanê de birêxistinkirina jinan gelekî zehmet bû û wiha domand: “3’yê Tebaxê ji bo civaka êzidî rojeke reş e. Di serdemeke ku hemû cîhan weke serdema demokrasiyê bi nav dike de DAIŞ'ê komkujiyeke nemirovane pêk anî. Hemû cîhan ji vê berpirsyar e. Dikariyan pêşî li ber bigirin. Hem di fermanê de û hem jî piştre yên herî zêde hatin perçiqandin, tunekirin, di bazaran de hatine firotin û heta niha jî çarenûsa wan nediyar, jinên êzidî bûn. DAIŞ'ê ew kîn û qirêjiya xwe li ser jinên êzidî da avakirin. Lêbelê jinên êzidî ew êş û zehmetî veguherand hesta tolhildanê û berxwedanê. Diviya bû bersivek ji vê pergala qirker re bihata dayîn. Jinên êzidî xwe birêxistin û perwerde kir. Li ser vî esasî di sala 2015'an de li Şengalê Meclisa Jin hate avakirin. Wexta ku meclis hatî avakirin, Şengal dorpêçkirî bû. Bi 15 dayikan re meclis hate avakirin. Vê meclisê li Şengalê dest bi xebatên xwe kir û kelî bi kelî xebat dan meşandin.”
‘LI HER GUND Û BAJAROKÊ MECLIS HATIN AVAKIRIN’
Bi domdarî Heco anî ziman ku Meclisa Jinê pirsgirêkên jinan çareser dikir û wiha got: “Wê demê erzaq nebû. Meclis li malan digeriya û ji xizanan re dibû alîkar. Heke di malekî de jinekî û zilamekî pêk nekiriba, diçûn guhdar dikirin û pirsgirêk çareser dikirin. Vê meclisê jin di qada leşkerî de û bîrdozî de jî perwerde kir. Li Serdeştê xebatekî mezin kir. Bi rizgarkirina Şengalê re tevgera jinê li Xanesorê meclis vekir. Bi avakirina vê meclisa Xanesorê re jin hêdî hêdî kom bûn û li Gorikê jî ava kirin. Piştî Gorikê, îcar li Şengalê hate avakirin. Piştre jî li her gund, bajarok û navçeyê meclis hatin avakirin.”
'JINÊN ÊZIDÎ XWE BI RÊYA MECLISAN BIRÊXISTIN DIKIN’
Di berdewamê de Heco da zanîn ku piştî avakirina meclisên jinan, vegera li Şengalê zêde bû û wiha pê de çû: “Hejmar zêde bû û meclis têrî nedikir. Lewma pêdivî bi avakirina tevgereke jinê hate dîtin. Piştî konferansê jî TAJÊ hate avakirin. TAJÊ, ji wê demê ve xebatên xwe didomîne. Meclisên Xanesor, Sinûn, Dîgor, Dugula, Borik, Carava, Guhbele, Tilizêr, Sibaşêx Xidir û Serdeştê hene. Girêdayî meclisên jinan jî komîte hene. Ev jî komîteyên dîplomasî, çand û huner, aborî û ragihandinê ne. Hema hema li her qadê komîteyên me hene. Jinên êzidî bi rêya meclis û komîteyan xwe birêxistin kirin. Bêguman heta gihiştin vê astê gelek zehmetî kişandin. Anku her tişt wisa bi hêsanî çênebû. Li rexekî ferman heye û li rexa din jî hişmêndiya mêr a bi hezaran salan. Jinên êzidî hem bi malbatê re û hem jî bi civakê re têkoşiya. Bi têkoşîneke bêhempa xwe gihand roja me. Ew jinên wê demê tune dihatin hesibandin û bêîrade hatibûn hiştin îro pêşengtiyê dikin.”
'JINAN ÊRIŞ VALA DERXISTIN’
Heco, got ku hemû êrişên li dijî Şengalê bi berxwedana jinan vala tê derxistin û ev tişt anî ziman: “Bi avakirina TAJÊ’yê re di jinên êzidî guhertineke mezin çêbû. Jinên êzidî tenê ji bo malbata xwe dixebitîn lê îro bi nasnameya tevgera jinê ji bo tevahiya jinên êzidî û cîhanê dixebitin. Beriya TAJÊ, di hêla siyasî de nêrîn û nirxandinên jinên êzidî nebûn an jî pir kêm bûn. Lê bi TAJÊ’yê re ev rewş guherî. TAJÊ jinên êzidî kir xwedî îrade. Bi TAJÊ’yê re jinên êzidî wêrektir bûn. Jinên êzidî birêxistin kir, li mafên wê xwedî derket û kir xwedî helwest. Xwe bi TAJÊ’yê re nas kirin. Niha hejmara TAJÊ’yê bi qasî artêşekî ye. Berxwedaneke dide. Heke îro piraniya komplo û êrişên li ser Şengalê encam negirin, evb bi saya berxwedana jinan e. Em vê ne weke propagandeyeke vala dibêjin. Di şerê Xanesor û Sinûnê de ev bi eşkere hate dîtin. Peymana 9'ê Cotmehê bi berxwedaniya jinan û bi xwedîderketina wan vala derket. Niha jî jinên êzidî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo têdikoşin.”
KOMÎTEYA PARASTINA JI FERMANAN HATE AVAKIRIN
Riham Heco, bi lêv kir ku komîteya wan a xweparastinê dê xebatên xwe berfirehtir bike û axaftina xwe wiha qedand: “Piraniya jinên ku ji destê DAIŞ'ê hatine rizgarkirin bi rêya TAJÊ radestî malbatên wan hatin kirin. Ji bo rizgarkirina jinên di destê DAIŞ’ê de gelek hewldanên me hene. Em hewl didin komîteyeke hevbeş ava bikin. Lê hikûmeta Iraqê di vê mijarê de bêdeng e. Naxwaze li ser vê mijarê komîteyeke cidî bixebite. Heta niha di nava TAJÊ’yê perwerdeya çekê dihat dayîn. Herî dawî komîteya parastina ji fermanan hate avakirin. Ev komîte li ser esasê ku jin di rewşên awarte de xwe biparêze û birêxistin bike xebatan dimeşîne. Bi demê re ev xebat dê berfirehtir bibin.”
MA / Zeynep Durgut