NAVENDA NÛÇEYAN - Gulê Mişko ku di nava êzidiyan de bi navê Dayê Gulê tê nasîn, di komkujiya 3’ê Tebaxê ku DAIŞ’ê li dijî Şengalê pêk anî de, ji bo nekeve destê DAIŞ'ê bi qehremanî li ber xwe da û bi 30 guleyan hate qetilkirin.
Di sala 2014'an de DAIŞ'ê piştî dagirkirina Mûsilê, di şeva 2’yê tebaxa 2014’an girêdayî 3’yê tebaxê dike de DAIŞ’ê Şengal dorpêç kir û êrişî êzidiyan kir. Êrişên DAIŞ'ê bi xwe re komkujiyeke mezin anîn. Li gel êrişên DAIŞ'ê hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê xwe ji Şengalê vekişandin û bûn sedema Fermana 74’emîn. Êzidîyên ku bê parastin man, mal û warê xwe li pişt xwe hiştin û ji bo ku canê xwe rizgar bikin berê xwe dan Çiyayê Şengalê. Jin, zarok û kal ên ji bo ku xwe rizgar bikin bi rojan tî û birçî man. Bi hezaran êzidî bi awayeke hov hatine qetilkirin. Gelek ji wan di gorên komî de hatin definkirin.Di êrîşên DAIŞ'ê de hedef jinên êzidî bûn. Gelek jinên êzidî di bazarên koleyan de hatine firotin û tecawîzkirin. Li gorî texmînan 2 hezar û 700 jinên êzidî di destê DAIŞ’ê de ne û aqûbeta wan nayê zanîn. Lê hêjayî gotinê ye ku gelek jinên êzidî jî li dijî vê zordestiyê serê xwe netewandin.
DAYÊ GULÊ BI WÊREKTÎ FERMANDARÊ DAIŞ'Ê DIKUJE
Yek ji van jî Gulê Mişko ye ku ji bajarokê Sinûnê ya Şengalê ye û di nava êzidiyan de bi navê Dayê Gulê tê naskirin. Dayê Gulê, di komkujiya 3’yê Tebaxê de ji bo nekeve destê DAIŞ'ê, bi werektî li ber xwe da. Dayê Gulê ku 53 salî û dayika 14 zarokan bû, dixwest zarokên xwe rizgar bike û ber bi Çiyayê Şengalê ve bimeşe. Dayê Gulê ya beriya ku ji malê derkeve li gel 2 zarokên xwe demanceya xwe jî bi xwe re dibe û ji malê derdikeve. Lê belê di rêyê de rastî komeke çeteyan tê. Endamên DAIŞ'ê hewl didin ku wê û zarokên wî ji hev cuda bikin, lê ew li hemberî wan li ber xwe dide. Dema ku dizane ku nikare wan rawestîne, çeka ku di bin cilê xwe de veşartiye derdixe û yek ji fermandarê çeteyên DAIŞ'ê Selîm Cezrawî dikuje û endamekî din ê rêxistinê jî birîndar dike. Endamên din ên DAIŞ'ê guleyan li Dayê Gulê dibarînin û ew dikeve erdê. Laşê Dayê Gulê yê birîndar kaş dikin navenda bajêr û bi 30 guleyan qetil dikin. Kur û keça wê ku dîl tên girtin jî weke malbatên êzidiyên dîl hatine girtin, dibin şahidê qetilkirina dayika xwe.
Keça Dayê Gulê û kurê wê ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl tên girtin. Keça wê ya ku temenê wê hêj biçûk e dibin bajarê Idlib ê Sûriyeyê. Keça wê 21 caran ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tê tecawîzkirin. Keça wê piştî 4 salan di sala 2018'an de ji nav DAIŞ'ê tê rizgarkirin lê hêj aqûbeta lawikê wê nediyar e. Berxwedan û wêrektiya Dayê Gulê li Şengalê belav dibe. Piştî ku Şengal tê rizgarkirin malbata Dayê Gulê vedigere Şengalê û kelî bi kelî cenazeyê wê digerin. Cenazeyê dayê Gulê di bin kavilê malekî de tê dîtin. Di 3'yê tebaxa 2021'an de li navenda Sinûnê peykerê Dayê Gulê tê danîn. Der barê berxwedana Dayê Gulê de keça wê Şîrîhan Reşo ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
DAYÊ GULÊ BI 30 GULEYAN TÊ QETILKIRIN
Reşo, diyar kir ku ew ê wan rojan tu carî ji bîr neke û wêrektiya dayika xwe wiha vegot: "Di sala 2014'an de ji ber êrîşên DAIŞ'ê hin ji me bi bavê min re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û hin ji wan jî bi dayika min re man. Xwîşka min û birayê min bi dayika min re man. Em yên ditir jî siwarî wesayitê bûn û bi bavê xwe re çûn. Ji ber ku cih nebû diya min ji bavê min re got, 'hûn herin em jî dê li vir benda te bimînin' beriya ku derneketin bavê min ji diya min re got, 'bila ev demançe li ba te bimîne, ez ê biçim zarokan danim ber avê û bêm we bibim' dayika min jî gotina bavê min erê kir. Seat 8 û nîv bû. Dayika min ew demançe li bin kincê xwe veşart. Dayika min nesekînî û ji malê derket, ber bi Çiyayê Şengalê ve meşiya. Lê pêşiya wan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate girtin. Dayika min ji wan re dibêje, 'em malbat in me berdin, zilaman bibin' çeteyê DAIŞ'ê dibêje, 'karê me ne bi wan bi we heye' dayika min jî ji wan re dibêje, 'ez şerefa xwe nadim tiştekî' dayika min ji bo ku xwe, zarokên xwe û ew malbatên ku bi wê re biparêze dixwaze ku wan bikuje. Dibîne ku çare tune ye demançeya xwe derdixîne û fermandarê DAIŞ'ê li wir dikuje û parazvanê wî jî li wir birîndar dike. Pişt re li wir dayika min birîndar dikin û piştre jî bi erdê re kaş dikin û di bin qada Sinûnê û bi 30 guleyan qetil dikin."
'DAYIKA MIN BÛ HÊZ Û QUWETA JINÊN ÊZIDÎ'
Reşo, anî ziman ku dayika wê sembola berxwedana êzîdxanê ye û wiha got: "Xwîşk û birayê min jî li wir hatine dîl girtin. Dema ku hatine dîl girtin jî 9 salî bûn. Xwîşka min hate rizgarkirin lê hê niha jî em aqûbeta birayê min nizanin. Zarokeke ku 9 salî be çi ji jiyanê fêm dike? Hê nedizanin ka çine û ji çi bawer dikin. Heke ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê xwestiba di van 9 salan de niha ew êzidîyên ku hatine dîl girtin rizgar kiriban. Piştî ku PKK bi êzidiyan ve hatî gelek ji wan hatin rizgarkirin. Ev 9 sal in destê DAIŞ'ê de ne. Ez dixwazim ku bên rizgarkirin. Dîroka êzidiyan qedîme. Her çend salan jineke êzidî bûye cangoriya êzîdxanê. Dîrok xwe dubare dike. Kesek nikare rastiya dîrokê biguherîne. Gelek jinên êzidî ji bo ku şerefa xwe û zarokên xwe biparêzin û nekevin destê çeteyên DAIŞ'ê bi awayeke bêhempa li ber xwe dan. Dayika min jî yek ji wan e. Dayika min li wir wêrektiya her jineke êzidî nişan da. Da nîşan dan ku jinên êzidî ji wan natirsin û li hemberî wan serê xwe natewînin. Dayika min bû hêz û qûweta jinên êzidî, bû sembola jinên berxweder a êzidî. Ji ber wê em ê wê tu carî ji bîr nekin. Ew hêz, wêrektî û quweta me ye."
MA / Zeynep Dûrgût