MÊRDÎN - Li Nisêbînê di malekê de teqînek çêbûbû û Kader Acar ku tê gotin endama YJA-Starê ye jiyana xwe ji dest dabû. Li gel ku malbata Acar cenaze teşhîs kir jî, bi hinceta testa DNA’yê nayê dayîn.
Di 25’ê tîrmehê di maleke li ser Cadeya Sakarya ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê teqînek çêbû. Di teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest da. Cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û li wir tê sekinandin. Hat zanîn ku kesa di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî, endama YJA-Starê Kader Acar (Destan) e. Malbata Acar ji bo teşhîskirina cenazeyê keça xwe îro ji navçeya Cizîr a Şirnexê hate Mêrdînê û çû edliyeyê. Piştî temamkirina kar û barên dozgeriyê, malbat ji bo teşhîskirina cenazeyê çû morgê. Dayik û bavê Acar teşhîs kir ku cenaze yê keça wan e.
Li gel ku karûbarê teşhîskirinê temam bûye jî cenaze radestî malbatê nehate kirin. Ji malbatê hat xwestin ku ji bo DNA’yê mînaka xwînê bidin. Li ser vê yekê malbatê xwîn da û piştre vegeriya Cizîrê.
ÇI BÛBÛ?
Polîsên tîmên taybet di şeva 25’ê tîrmehê de li Cadeya Sakarya ya li navçeya Nisêbînê bi ser malekê de girtin. Di dema serdegirtinê de teqîn çêbû. Di encama teqînê de hat gotin ku endameka YJA-Starê jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de 9 kes hatin binçavkirin.
Wezareta Karên Hundir bi daxuyaniyekê îdia kir ku hêzên wan li ser îxbarekî çûne malê, dema dixwestin nasnameyê bipirsin li dijî wan êrişa çekdarî çêbûye. Lê belê berevajî daxuyaniya wezaretê, hat zanîn ku di roja bûyerê de dengê guleyan nehatiye û tu gule li polîsan nehatine reşandin.
TESLÎMIYET QEBÛL NEKIR
Li gorî agahiyan; 3 roj beriya bûyerê liv û tevgera polîsan a li ser cadeyê zêde bû. Di roja bûyerê de polîsan li deriyê mala ku tê gotin endama YJA-Starê tê de bû xistin û xwediyê malê Adiguzel derî vekir. Di vê navberê de polîsan banga “teslîm bibe” kir. Jina di malê de jî ji bo zirar negihije endamên malbatê, çû odeyeke hundir û teqemeniya bi xwe re teqand û teslîmiyet red kir.
Di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. 9 kesên ji ber bûyerê hatin binçavkirin jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.