ENQERE - Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê ji bo piştevaniyê serdana Buroya MA'yê ya Enqereyê kir.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Dîlbaz Yilmaz Temel û şandeya pê re ji ber girtina nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan serdana Buroya MA'yê ya Enqereyê kir. Nûçegihanên MA'yê şandeya HDP'ê pêşwazî kirin.
Şandeya HDP'ê li dijî êrişên li ser çapemeniyê piştevaniya xwe ya ji bo rojnamevanan ragihandin.