WAN - Di rapora ku ji aliyê OHD, ÎHD, TUHAY-DER û Baroya Wanê ve li ser 5 girtîgehan hatiye amadekirin de hat diyarkirin ku mafên herî bingehîn ên mirovî yên girtiyan hatine rawestandin û tecrîd derketiye asta herî jor û hate xwestin ku rêziknameyê rayeyên bêsînor dide rêveberiyên girtîgehan bê betalkirin.
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Baroya Wanê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER), rapora binpêkirina mafên girtiyan ên li Wan û Xelatê tên jiyîn aşkera kir.
Daxuyanî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat dayîn û ji hêla rêveberê OHD’ê ya Wanê Savaş Avci ve hat xwendin.
Savaş, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser serlêdanên ku hatine kirin: "Di dîrokên cuda serlêdan hatin kirin. Her wiha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Wanê, Girtîgeha Tîpa T ya Wanê, Girtîgeha Tîpa A ya Erdîşê û Girtîgeha Tîpa T ya Xelatê bi girtiyan re hevdîtin pêk hatin."
Savaş, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê girtî bi tundiya derûnî re rûbirû dimînin û got: "Ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve pêkanînên cuda hene. Girtî dema bi erkedarên parastina înfazê re sohbetê dikin derbarê wan de lêpirsîn tê destpêkirin. Heftê carekî an jî an jî du caran bi ser qawişê de tê girtin û alavên wan tên belavkirin. Di dema lêgerînê de dest datînin ser pirtûkên ku ji aliyê girtîgehê ve hatine dayîn."
GIRTIYÊN NEXWEŞ DIBIN NABIN REVÎRÊ
Savaş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha pêde çû: “Li dijî girtiyên nexweş berpirsyariya xwe bi cih naînin. Girtiyên nexweş ên ku diranê wan diêşê ne dibin revîrê û ne jî dibin nexweşxaneyê. Di heman demê de dema mûayeneyê de kelepçe li girtiyan tê ferzkirin. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, gardiyanên girtîgehê bi awayekî nebaş û zextên derûniyê li girtiyan dikin. Telefonan digirin, nîvê şevê hesinên kaloriferan dixin, fîkê dixin, bi dengekî bilind diaxivîn û bi dengekî bilind distirên. Ketin û derketina girtîgehê de lêgerîna tazî û lêgerîna nav dev dikin. Di serdegirtina odeyan de alavên girtiyan tên belavkirin. Piştî 3 hefte şûnde daxwazên girtiyên nexweş ên nexweşxaneyê tên qebûlkirin. Sewqkirina nexweşxaneyan gelek caran demek dirêj digire. Dema sewq tê kirin jî mûayeneya kelepçeyê tê ferzkirin. Di Girtîgeha Tîpa T ya Wanê de jî di dema sirgûn û sewqan de jî gelek caran girtî bi lêgerînên tazî re rû bi rû dimînin. Di dema serdegirtinên odeyên girtiyan de bi hinceta alavên wan zêde ne tên desteserkirin.”
GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMANKIRIN
Savaş, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T ya Xelatê jî girtî bi heman pêkanînan re rû bi rû dimînin û wiha axivî: “Girtiyên ku rewşa wan giran e û divê demildest mudaxele lê bê kirin lê bi hefteyan û carna jî bi mehan mudaxale nayê kirin. Girtiyê nexweş Fîkrî Tûglûk ê ku 27 sal in girtî ye, teşhîsa losemiyê hatiye danîn û ji ber nayê tedawîkirin nexweşiya wî giran dibe. Girtî Nazim Çaglak jî ji ber nexweşiya dil heye û di dilê wî de gelek stend hene, gurcikek wî bi emeliyatê hatiye girtin û ya din jî ji sedî 40 dixebite. Di heman demê de ji ber fitiqê dema dimeşê zehmetiyan dikişîne.”
REWŞA GIRTÎGEHA ERDÎŞÊ
Savaş, da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa A ya Erdîşê jî ji pêvajoya pandemiyê vir ve girtî nikarin çalakiyên xwe yên civakî pêk bînin û tên astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di heman demê de ava girtîgehê nayê vexwarin û bi derfetên xwe avê dikirin. Weşanên kurdî, weşanên mûxalîf yên tv, radyo û rojname hatine qedexekirin. Di girtîgehê de ji bo pirtûkan sînora 7-10 pirtûk hatiye danîn. Name û kargoyên wan di wextê de nayên dayîn. Nameyên wan 2-3 mehan şûnde digihije destên wan. Nameyên kurdî jî qet nayên dayîn.”
Savaş, encama çavderî û tespîtan wiha aşkere kir:
“*Girtî ji ber rutûbetê nikarin li Girtîgeha Tîpa T ya Erdîşê bimînin û divê ev girtîgeh bê girtin.
* Divê dawî li îşkenceyê bînin. Divê girtî ji mafê tedawîbûnê, azadiyê, ewlehiyê û agahîgirtinê sûdê bigirin.
* Divê mafê wan ên çalakiyên civakî bên pêkanîn û ev yek mafê girtiyan e.
* Her wiha divê kovar, rojname, name û tv demildest bidin girtiyan.
* Her wiha girtiyên nexweş ên giran divê di nexweşxaneyê de bên tedawîkirin û astengiyên pêşiya tedawiya wan bên rakirin. Wezîrê Dadê divê berpirsyariya xwe pêk bîne.”