STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku hikumet bi tecrîdkirina Îmraliyê re dixwaze rewşa bêhêvîtiyê ya civakê mayînde bike û destnîşan kir ku divê zexta civakî were zêdekirin û bingeha muzakereyan bê avakirin.
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin ji 25’ê adara 2021’an ve tu agahî nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinan ên malbat û parêzer li dijî tecrîda mûtleq a li dijî Abdullah Ocalan dikin jî bi cezayên di bin navê “dîsîplînê” de tên sîstematîzekirin tên astengkirin.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr ku li ser sîstema tecrîdê ya Îmraliyê nirxandinên xwe kir anî ziman ku dewlet bi zanebûn tecrîdê pêk tîne û armanc dike ku rewşa bêhêvîtiyê di civakê de mayînde bike.
ŞERTÊN TECRÎDÊ YÊN HERÎ GIRAN
Demîr, diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê ya ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin bi taybetî hatiye dîzaynkirin û li wir prosedureke hiqûqî nayê pêkanîn û destnîşan kir ku ev yek bi tena serê xwe sîstemeke tecrîdê ye. Demîr, bal kişand ku li cîhanê mînakeke din ya tecrîda Îmraliyê nîn e û wiha got: “Ên ku di vê mijarê de lêkolîn kirine dibêjin ji vê zêdetir şertên tecrîda girankirî nîn in û şertên herî giran pergala tecrîdê ya Îmraliyê ye.”
BANDORÊN CIVAKÎ YÊN PARADÎGMAYÊ
Demîr, bi lêv kir ku gelek sedemên wan hene ku di 29 mehên dawî de tecrîda li ser Abdullah Ocalan veguheriye qûtbûna têkiliyê û anî ziman ku sedema bingehîn jî kêmkirina bandora civakî ya paradîgmaya ku Abdullah Ocalan pêş xistiye ye. Demîr, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi tecrîda ku tê sepandin, armanc ew e ku têkiliya Birêz Ocalan a bi civakê re were qûtkirin û pêşî lê were girtin ku ramanên wî bi raya giştî re werin parvekirin. Ji hevdîtina van ramanan a bi civakê wêdetir jî têgihiştineke ku ji hêla psîkolojîk ve civakê biçewisîne heye. Ev nêzîkatiya dewletê nêzîkatiyeke wisa ye ku perspektîfa komara sedsalî ya li hemberî kurdan berbiçav dike, kurdan tune dihesibîne, daxwazên wan ji nedîtî ve tê û her ku em derbasî sedsala nû dibin ev polîtîka û têgihiştin wê dewam bike.”
ARMANCA DEWLETÊ YA TECRÎDKIRINÊ?
Demîr, destnîşan kir ku dewlet bi zanebûn tecrîda li Îmraliyê pêk aniye û bi vê tecrîdê re dixwaze rewşa bêhêvîtiyê ya civakê mayînde bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dikarin bêjin ku dewlet armanc dike ku xeta têkoşînê paş de biçe. Ji ber vê yekê, pêwîste bi lez û bez ji nava vê rewşa bêhêvîtiyê derkeve û têkoşînê di çarçoveyeke gelekî berfirehtir de bimeşîne. Ji bilî raya giştî ya demokratîk a em li Tirkiyeyê qala wê dikin, pêwîste polîtîkayên tecrîdê ji sekneke berfireh a cemaweriyê û civakî re bê vegotin.”
BANDORA TECRÎDÊ YA LI SER GELAN
Demîr, anî ziman ku heke tecrîd ji holê neyê rakirin wê veguhere pêvajoyeke ku siberoja gelan, kedkar û hemû beşên civakî yên di dema pêş de li vê erdnîgariyê dijîn diyar dike û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê divê tecrîda ku tê meşandin, bi çarçoveyeke berfirehtir bê dîtin. Her çend hin derdorên navneteweyî, bi taybetî raya giştî ya kurd tecrîdê bînin rojevê û hewl bidin hesasiyeteke civakî biafirînin jî, em dibînin ku ev têra nake. Bi vî rengî zexteke cidî ya civakî li ser Komara Tirkiyeyê nîne . Pêwîste ev zexta civakî were mezinkirin . Divê Tirkiye di vê mijarê de bi lez zemînekê ava bike ku li gorî peymanên navneteweyî be û birêz Ocalan karibe di çarçoveya mafên mirovan de bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.”
‘BI KORBÛNA DEWLETÊ NIKARE BÊ VEGOTIN’
Demîr, bi bîr xist ku di gelek serdeman de ku dewlet tengav dibû bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne û di encama van hevdîtinan de geşedanên ji bo çareseriyê pêk hatine. Demîr, axaftina xwe wiha domand: “Serdema di navbera salên 2013-2015’an de pêvajoyeke ku em ê li Tirkiyeyê weke serdema biharê pênase bikin û serdema herî girîng e. Rastiya ku em ji wir hatine vê derê di demeke ewçend kurt de niha bi korbûna dewletê nikare bê vegotin. Berovajî vê xala ku gihiştiyê encama biryareke ku ji aliyê siyasî ve hatiye girtin e. Pêvajoyek aştiyê ya dikare li vir pêk were, wê bibe rewşeke ku hemû hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne û di heman demê de ji bo gelên li Rojhilata Navîn ku bi hezar salan e ji aliyê rejîmên yek hişmend ve hatine birêvebirin û tepisandin, wê bibe rewşeke sozdayînê. Ji ber vê yekê, berovajî mijareke ku tenê bi nêrîna Tirkiyeyê dikare lê bê nihêrîn, ev mijar pêvajoyeke ku hemû hêzên navneteweyî bi hevparî biryar dane û di pêvajoya dawî de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye qedandin e.”
TECRÎD Û KRÎZA CIVAKÎ
Demîr, destnîşan kir ku di encama siyaseta şer a tê birêvebirin de dewlet di demên dawî de di nav krîza siyasî û aboriyê de ye û wiha lê zê kir: “Rejîma yek zilamî çiqasî hewl bide xwe mayînde bike jî, tengava aborî ya ku bi taybetî di nava çend salên dawî de ketiyê, hem desthilatê hem jî dewletê tengav dike. Ji ber vê yekê em dibînin ku di nava lêgerînên cuda de ye. Hema hema temamiya çavkaniyên welêt hatine firotin. Bi gotineke din, di xala peydakirina çavkaniyên ku dikarin jiyanê ji nû ve hilberînin de, em bi hêzekê re rû bi rû ne ku kapasîteya nirxandina wan çavkaniyan nîne. Ji bo pêşî li berdewama destkeftiyên kurdan ên li Rojhilata Navîn bigire Tirkiye bi hin hêzên navnetewî re ketiye nav tifaqan. Bi taybetî siyaseta li Rojava û Herêma Kurdistana Federe bi vê perspektîfê tevdigere.”
TECRÎD XETA SOR A DEWLETÊ YE
Demîr bal kişand ku hikûmetê tecrîda li ser Abdullah Ocalan veguherandiye xeta sor û bi zext û girtinan hewl dide her kesê ku vê xetê derbas dike ceza bike û wiha axivî: “Mînaka herî dawî ya vê yekê jî girtina rojnameger Merdan Yanardag e.” Demîr, destnîşan kir ku dewlet bi rêya Yanardag civakê ditirsîne û wiha berdewam kir: “Hikumet dixwaze tecrîd ji aliyê tu beşên civakê ve neyê rojevê. Ji ber ku dema hate rojevê wê li cihên din ên welêt bê nîqaşkirin. Yanî rewşeke wisa ye ku hewl dide binixumîne, veşêre û tune bihesibîne. Di vê mijarê de nahêle kes biaxive. Ji ber Merdan Yanardag jî ev rewş anî ziman îro bi vê yekê re rûbirû ye. Ji ber vê yekê divê mirov xwedî li kesên qala tecrîdê bike jî derkeve. Ji bo mirov bi awayekî xurt biaxive û hejmara kesên biaxivin zêde bibe divê em li dijî vê siyasetê bisekinin. Rêyeke şikandina tecrîdê jî zêdetir anîna bi ziman û ji gelek kesan re vegotine.”
‘DIVÊ EM TECRÎDA LI SER XWE BIŞIKÎNIN’
Demîr, diyar kir ku li cihan bertekên civakî yên li dijî rakirina tecrîdê derketine holê, lê ev têrê nakin ku tecrîd bi temamî bê rakirin. Demîr, destnîşan kir ku divê di serdema nû de hemû beşên demokratîk xeta têkoşîna hevpar ava bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin, hewl tê dayîn bi muzakereyên cuda yên dîplomatîk, bi taybetî li Ewropayê bi xwepêşandanên kolanan û sekinîna li ber deriyên saziyên navneteweyî bikeve rojeva raya giştî ya Ewropayê, lê belê ev yek bi tena serê xwe têra nake. Her wiha divê têkoşîna esas di hundir de bê meşandin. An ku hûn dikarin li derve dost û hevalên xwe zêde bikin lê têkoşîna esas dê li ser vê axê be. Em dikarin bibêjin niha desthilat avantajeke psîkolojîk bi dest xistiye. Ji ber vê yekê ji bo em siyaseta tecrîdê pûç bikin divê ewilî em xwe ji tecrîdê derxînin. Ji ber ku em jî di bin tecrîdê de ne. Heke em tecrîda li ser xwe ranekin ne dikarin tecrîda li ser birêz Ocalan ne jî ya li ser girtîgehan rakin. Em ji xwe bawer bin.”
MA / Îbrahîm Irmak