ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re Nobeta Edaletê biriye Enqereyê got: "Reyedarek neçar e ku me guhdar bike. Têkoşîna me heya ku edalet pêk were wê berdewam bike."
Li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parazvanên parlamenterên AKP'î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ê ji vê êrişê birîndar xelas bûbû, di 9'ê Adara 2021'an de, li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Malbat ji 26 tîrmehê ve Nobeta Edaletê anî Enqereyê.
Parlamenterê Paritya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar û dayika xwe Emîne Şenyaşar duh li Meclisê têkildarî çalakiya Nobeta Edaletê civînek li dar xistin û pişte re ji bo hevdîtinekê bi rayedarên Wezareta Dadê re bikin ber bi avahiya wezaretê ve meşiyan. Polîsan gelek caran malbata Şenyaşar asteng kirin û nehiştin malbat bikeve avahiya Wezareta Dadê. Malbata Şenyaşar carek din vegeriya Meclisê.
'MALBATA YILDIZ TÊ PARASTIN'
Dayik Emîne Şenyaşar destnîşan kir ku malbata Yildiz a malbata wê daye qetilkirin tê parastin û got: "Dema ku em tev li danîşînê bûn li ber çavê dadger û polîsan kesên zarok û hevjînê min qetil kirine êrişî me kirin. Malbata Yildiz a ku malbata min qetil kiriye bi dewletê re li hev dikin. Gelek kesên ji malbata wan cerdevan in. Malbata Yildiz ne tenê bi me, zilmê li hemû mirovên li herêmê dijîn, dikin.
'HEYA KURÊ MIN TÊ MALÊ'
Emîne Şenyaşar diyar kir ku kurê wê Fadil Şenyaşar di êrişa malbata Yildiz de birîndar bûye û di çarçoveya parastina rewa tevgeriyaye, ev 5 sal e di qawişekê de tenê tê ragirtin û got: "Heya ku kurê min tê berdan û tê malê, ez ê ji Meclîsê ber bi Wezareta Dadê ve bimeşim û dê li wir daxwaza hevdîtinê ji Wezîrê Dadê bikin. Heya ku Wezîrê Dadê daxwaza hevdîtina me qebûl neke dê çalakiya min bidome."
PÊŞIYA WEZARETÊ DORPÊÇA POLÎSAN
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku wan çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê di roja 846'emîn de birine Enqereyê û ev tişt gotin: "Me jî got navenda dadê Wezareta Dadê ye, me biryar da ku em Nobeta Edaletê bibin Enqereyê. Lê belê dema ku em hatin ber deriyê Meclisê, me dît ku sedan polîs li benda me ne. Piştî çend gavên me, polîsan pêşî li me girtin. Tevî ku me got em dixwazin bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin bêyî tu sedemên hiqûqî nîşan bidin, em li ber deriyê Meclisê saetekê dane sekinandin. Piştre destûr dane me ku em ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin. Li pêşiya Wezaretê em dîsa dorpêç kirin. Me ji Wezaretê randevû xwest û heya niha 30 daxwazên me yên hevdîtinê hene. Mixabin polîs û leşkerên li ber derî disekinin, bi hinceta 'tu rayedar di hundir de nîn in' me nagirin hundir."
YILDIZ PIŞTA XWE DAYE DEWLETÊ
Parlamenterên AKP'î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz, parazvan û xizmên wî yên êrişê pêk anîne, ji hêla desthilata AKP'ê û Wezareta Dadê ve têne parastin û wiha domand: "Yên ku îro dewletê bi rê ve dibin baş dizanin ku, em têkoşîneke pir mafdar didin. Ji ber êrişa li me kirine, sûcê mirovahiyê ye. Ji ber ev êriş ji hêla parlamenterê AKP'î ve hatiye kirin, tu saziyên dewletê naxwazin bi me re hevdîtinê bikin. Ew jî baş dizanin ku dema em wek mafdar hatin dîtin, dê Yildiz ê AKP'î û xizmên wî werin cezakirin. Yildiz, pişta xwe daye AKP'ê û xwe diparêze. Desthilata AKP'ê û Wezareta Dadê Yildiz diparêzin. Yekem sedema pêkneanîna edaletê ev yeke ye."
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA HIQÛQÊ LI ENQEREYÊ BIDOMÎNIN'
Ferît Şenyaşar diyar kir ku heya edalet pêk were ew ê ji Meclisê ber bi Wezareta Dadê ve bimeşîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ê îro jî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin û em ê hewl bidin daxwazên xwe yên mafdar ragihînin. Rayedarek neçar e ku me guhdar bike. Dê ev bêedaletî teqez rojekê bi dawî bibe. Em dibêjin 'edaleta dereng tê ne edalet e'. Lê belê em di her şert û mercan de dîsa daxwaza edaletê dikin. Gelek nexweşiyên dayika min hene. Divê emeliyat bibe. Lê belê dibêje, heya ev bêedaletî bidawî nebe ew ê emeliyat nebe. Em careke din banga xwe dûbare dikin û bang li Wezareta Dadê û dadgerên di edliyeyan de hiqûqê belav dikin, dikin; dest ji cih û meqaman berdin, xwe têxin şûna me. Em piştî qetilkirina du kur û hevjînê wê ya li ber çavên wê û avêtina girtîgehê ya kureke wê, gotina dayikê ya 'here li mala xwe rûne' qebûl nakin. Em jî bêhiqûqiya we qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe ya edaletê heya ku edalet pêk were dê li Enqereyê bidomînin."
MA / Hakan Yalçin