COLEMÊRG - Li Çiyayê Sipêrezê yê di navbera gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor ên Geverê de ye, operasyona leşkerî dest pê kir. Hat hînkirin ku ji herêmê dengê çekan tê.
Li devera gundên Tilorana Jêr, Tilorana Jor, Pagê, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Kendalok û Wargenima yên navçeya Gever a Colemêrgê û li sînorê Îranê operasyoneke leşkerî dest pê kir.
Bi sedan wesayîtên zirxî û helîkopter sewqî herêma operasyonê hatin kirin. Hat hînkirin ku piştî operasyona li an gundan ji devera Çiyayê Sipêrêzê dengê çekan tê û gelek cerdevan sewqî herêmê hatin kirin.