COLEMÊRG - Li Zozanê Geveroka navçeya Şemzînanê teqîn rû da û cerdevanek mir.
Gelek leşker sewqî ser sînorê navçeya Şemzînana Geverê hatin kirin û bi beşdariya gelek leşker û cerdevanan operasyon hat destpêkirin.
Li Zozanê Geveroka bi ser gundê Bêdevê ya navçeya Şemzînana Colemêrgê ve îro danê sibehê li herêma operasyonê teqînek rû da û cerdevanê bi navê Hasan Çîftçî (36) mir. Cenazeyê cerdevan bi helîkopterê ji bo karûbarên otopsiye rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Li aliyê din hat zanîn ku li herêmê operasyona leşkerî berdewam dike.