NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya Konferansa 100 Saliya Lozanê ya li Lozanê hat lidarxistin, eşkere bû. Di encamanameya konferansa ku ji aliyê KNK'ê ve hat lidarxistin biryar û xalên girîng hatin girtin.
Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ku Peymana Lozanê ya Kurdistan kir çar parçe, roja 22 û 23'yê Tebaxê bi dirûşmeya "Di sala 100'emîn a Peymana Lozanê de helwesta gelên Kurdistanê" bi beşdariya her çar parçeyên Kurdistanê û qada navneteweyî konferansek girîng hat lidarxistin. Hat diyarkirin ku ji 600 kesî zêdetir beşdar, axiver ku di nav wan de siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen hebûn di rûniştinên konferansê de amade bûn.
Pêkhateyên konferansê îro li Lozanê "Deklarasyona Konferansa Lozanê ya 100 saliya Lozanê" eşkere kir. Deklarasyon ji aliyê endamê KNK'ê Rojan Hazim ve hat xwendin.
Deklarasyona konferansê wiha ye:
"Li rojên 22-23.07.2023'yan li şehrê Lozanê ya Swîsreyê bi beşdarî partî û rêxistinên Kurdistanê û hejmarekî zêde ya akademîker û huqûqnas, ronakbîr û kesayetî, nûnerên pêkhate neteweyî ayînî û jinan konferansa 100 saliya Lozanê hate kirin.
Li cihê berî 100 sal biryara inkar kirina xelkê Kurd û mafên wan li çarçoveya peymannnameya şûm (uğursuz) hate kirin. Konferans bi tevayî tesîratî Peymana Lozanê gotûbêj kir.Li hemû rûyan tesîrî xirabîyên wê hebûn.
Konferans pêşniyar û deklarasyon di çarçoveya qanûnî da hate munaqeşe kirin. Bi rengekê li gel barûdoxî navxweyî û navçeyî û navneteweyî bi guncê…
Destnîşanî erk û mesûlîyetan kir. Konferans xebata gelê Kurdistan bo bi dest ve înan mafên rewa mehûkirina tesîrên li ser Kurdistan bi rewa zanî.
Konferans li wan dewletên îmza kirî dixwaze ku piştgirîya xelkê me bikin û hevkar bin, bo çareserkirina ew kêşe mêjûye û piştevanî mafî rewa yê xelkê me bin.
Û êdî piştevanîya dagîrkerên Kurdistanê nekin. Di heman demê da ji van dewleta dixwazin ku Kurdistan li ser we dabeş kirine, dergehê çareserîya aşytîyane ya doza xelkê Kurdistanê û kêşeyî xoyan…
Di encam da kinferansê spasî hemû beşdaran kir û biryar da bo komisyoneke çalak… Bo pêdaçûnê, boplanrêjî…
Li ser gişt pirsên Lozanê û timamî pêşniyar, biryar û tewsîyat û erk bi vî cureyî dabeşî sêastî navxweyî, navçeyî û navneteweyî kir.
Li astî navneteweyî:
1 - Pêwîst e komelî navdewletî piştevanî daxwazên gelî Kurdistan bin. Li wan welatên ku Kurdistan li ser dabeşkirî bo bicih anîna mafê çarenivîs…
2 - Li jêr çavdêrîya UNêda komisyoneke navneteweyî durust bikin ku temsîlkarên Kurdistan jî têda bin. Ev komisyone digel dewletên beşdarî Peymana Lozan peywendî durust biken bo helûmercî diyalog û rêgayî aştîxwazane le pênaw çareserî dozî Kurd be pêy carnameyî navdewletî ya mafê mirov
3 - Kar biken Kurd bibe endamê çavdêrî li UN bo ku ev amance serbikeve.
IV - Hewil biden ew dewletên ku Kurdistan li ser dabeşkirî bibine endamê dadgeha tawanî navdewletî le pênaw parastinî gelî Kurdistan le tawanî navdewletekan.
4 - Damezrandina dezgehekî niştimanî hevbeşî Kurdistanî bo çalakî dîplomasî ku ev encamnameye di asta navneteweyî da bi cih be.
5 - Le maweyî 100 salî Lozan da çendîn proseyî qirkirdin û komelkujî û tawanî navdewletî beramberî xelkî Kurdistan encam kira…Pêwist e welatanî îmzaker qerebûyî ev tawanane biken… Dilniyayî biden bo gelî Kurdistan bo rêgirîkirin daku careke dî runedin beramberî gelî Kurdistan… Bi piştbesti bi yasayî qedexekirdin û sizadanî tawanî navdewletî…
6 - Rêgirî kirdin li êrişî esmanî dij be gelî Kurdistan be şêweyekî giştî û li rojava û herêmî Kurdistan bi taybetî, bi damezrandina navçeya frizone lilayan encumenî asayişî navneteweyî… Yan li teniştê hêzî aştîparêzî navdewletî li navbeyna rojavaya Kurdistan û Tirkîye bi cih bikin be pênawî asayişû seqamgirî navçeke…
7 - Dadgeha mafê mirovî Ewrûpî fişar bike bo azadkirinî gîrawanî siyasî li Tirkîye…
Li astî navxweyî ya Kurdistanê
1 - Parastin û pêşxistina berjewendîyên bilind yên niştimanî Kurdistan li ser hemû berjewendîyên kesî û siyasî bigirin.
2 - Dûrxistina nakokîyên siyasî yên navxwey, karkirdin bo arasteyî çareserî nakokîyên navxweyî…
3 - Destwernedanî karûbarên navxweyî yên beşên Kurdistanê û parastina qewareya Herêma Kurdistanê û Rêveberîya Rojavaya Kurdistanê… Daxwaz ji rêvebirîyên polîtîk yên başûr û rojavaya Kurdistanê tête kirin ku hemû astengîyên di navbeyna wan da heyî bi timamî rakin û di nav xwe da têkilîyeke bilind ya polîtîk, ekonomîk, sosyal û kulturî ava bikin.
4 - Yêkîtîya Neteweyî û Niştimanî ya Kurdistanê bi beşdarîya hemû dînamîkên welatî wekî organekî tewsîyekar, rênîşan û hişyardêr bête ava kirin.
5 - Di 100 salîya peymana bêyûm ya Lozanê da, ev konferansa mezin ya Kurd û hemû Kurdistanîyan bi dengekî gur careke dî bangî rêvebir û pêşengên xelkê Kurd û xelkên dî yên Kurdistanê dike ku wacibên xwe yên neteweyî û niştimanî pêkbînin û bêyî afirandina hêcetan tifaqa mezin ya Kurdistanê ava bikin û bi vê armancê jî Konferanseke Neteweyî ya Kurdistanê pêkbînin.
6 - Misogerkirdinî parastina taybetmendî û rêzgirtina pêkvejîyana xelkênkêmanî yên Kurdistanê yên dînî û etnîk…
7 - Nirxandin û handanî azadîya jinan bo wekhevîya mêranli pênaw pêşvebirina ew xebata bo numûneya li nav civata Kurdistan…
Li asta navçeyî ku Kurdistan di nav da hatine dabeş kirin
1 - Parçeyên Kurdistanê yên di nav tixûbên dewleta Tirkîye û Sûrîyeyê da mayî bi navê Kurdistan fermîyen bêne bi nav kirin û di nav Tirkîye û Sûrîyeyê da bi statuyên ku wan bi xwe hilbijartî bêne qebûl kirin.
2 - Ev statuyên xweser yên Kurdistanê di nav fermîyeta navneteweyî da li nav sîstemê UNê bêne temsîl kirin.
3 - Di bin çavdêrîya UNê da komisyoneke navneteweyî ya ku temsîlkarên xelkê Kurdistanê jî têda, bête pêkînan û ev komisyone digel dewletên teref yên Peymana Lozanê têkilîyê dane û ji bo çareserîyên konjonkturel diyalog û rêyên aştîyane biafirîne û di pratîkê da bi cih bîne.
4 - Ji bo bi cih înana van daxwazên konferansê komisyoneke koordînatîv divêt bête ava kirin.
5 - Ji bo pêkînana dîplomasîya hevpar ya Kurdistanê jî komisyoneke bisporî divêt bête tesbît û erkdar kirin.
6 - Daku di nav UNêda temsîlîyeta Kurdistanê bête kirin, xebateke xurt û hevrayî divêt bête kirin.
7 - Komîte an komisyoneke bisporî dê bête pêkînan ku biryar û encamên konferansê taqîb bike û di pratîkê da binecih bike.
8 - Ji bilî Komara Tirkîyeyê, digel dewletên terefê Peymana Lozanê têkilîyên dîplomatîk dê bêne danan û neheqîya dîrokî ya hatîye kirin dê bête gotin û li ser telafîkirina mexdûrîyeta Kurd û xelkên dî yên Kurdistanê hevkarî dê bête xwastin.
9 - Ji bo pêkînana peymaneke navneteweyî ya alternatîv xebateke aktîv dê bête kirin.
10 - Daxwazeke xurt ji hukûmeta Tirkîyeyê tête kirin ku sozên ku ji bo kêmanîyên ne musulman hatine dan bêyî ferq û cudahî û bi timamî bi cih bîne.
11 - Êzidî jî wekî parçeyekî eslî yê neteweyê Kurd ku Kurdên ne musulman in, di nav kategorîya "Kêmanîyên ne Musulman" da divêt bêne qebûl kirin û mafên bo Rûm, Ermenî û Suryanî-Kildanîyan hatine dayîn ji bo Kurdên Êzidî, Yaresan û Elewî jî bêne dan û tetbîq kirin.
12 - Daxwaz ji hukûmeta Herêma Kurdistanê û Rêvebirîya Rojavaya Kurdistanê tête kirin ku ofîseke taybetî ya li ser Peymana Lozanê, encamên wê û telafîkirina mexdûrîyetên wê bête organîze kirin.
13 - Organekî hevpar yê dîplomasîya Kurdistanê dê bête organîze kirin ku têkilîyên navneteweyî bi hevdengî bêne kirin û domandin.
14 - Daxwaz ji dewleta Tirkîyeyê tête kirin ku di serî da rêberê KCKê birêz Abdullah Ocalan û hemû rehîne, dîl û girtîyên polîtîk bêyî qeyd û şert bêne serbest kirin.
15 - Daxwaz ji UNê tête kirin ku di navbeyna Rojavaya Kurdistanê û Tirkîyeyê da hêzên aştîyê bêne bi cih kirin.
16 - Daxwaz ji UNê tête kirin ku di nav UNê da ofîseke temsîlkar ya Kurdistanê bête vekirin."