RIHA - Êzidiyên ku di salên 1980 û 1993'an de li gundê Zevra yê navçeya Wêranşarê koçber bûne, ji ber ku gundê wan ji aliye malbata Karacadag ve ku cerdevaniyê dikin ve hatiye dagirkirin, nikarin lê vegerin. Şêniyên ji gund ên êzidî gotin ew dev jî gundê xwe bernadin û xwestin pirsgirêka wan bê çareserkirin.
Ji ber şert û mercên siyasî û zext û zoran bi deh hezaran kurdên êzidî neçar man ku koçberî dervayî welat ango Ewropayê bibin. Êzidiyên li gundê Zevra yê bi ser navçeya Wêranşara Rihayê ve jî di salên 1980'an de neçar mane ku koçberî dervayî welêt bibin. Êzidiyên ku li gundê xwe Zevrayê goristanên bav û kalên xwe, dayik û dapîrên xwe, zevî û dîroka xwe li paş xwe hiştin û koçber bûn di van salên dawî de dixwazin vegerin gundên xwe û ji xwe re li ser êrdên xwe xaniyan çêkin û li vir bijîn. Lê gundê Zevra piştî koçberiya êzidiyan ji aliyê cerdevanan ve hatiye dagirkirin û vegera êzidiyan a li gund li wan asteng dikin. Cerdevanan ku dest daniye ser bax, bostan, xanî û erdên êzidiyan nahêlin ku êzidî vegerin gundê xwe. Êzidiyên ji bo bikaribin vegerin gundê xwe mijara navborî bi rûsipiyên Wêranşarê ragihandin. Lê tevî vê yekê jî tu encam bi dest nexistin û serî li dadgehê dan.
Êzidiyan gelek caran hewldan ku li êrdên gundê xwe biçînin lê cardevan û xizmên wan êrişî êzidiyan kirin û xesar gihandin can û malên wan. Her wiha êzidiyan xwest mala şînê li gund çebikin lê ev jî ji aliyê cerdevanan ve hat astengkirin. Êzidiyên ku dixwazin serdana gund û gorên xwe bikin bi êrişan re rû bi rû dimînin. Her sal kevirên goristanên wan ji aliyê cerdevanan ve tên şikandin.
Tevî ku piştî êrişan li ser giliyê êzidiyan cerdevan tên girtin jî tu ceza nagirin û ji aliyê serdozgeriyê ve di heman rojê de tên berdan. Êzidiyên ku bi metirsiya êrişan nikarin li gund bimînin, li navçeya Wêranşarê dimînin û an jî dûrî gund ji xwe re xaniyan çêdikin.
Welatiyên êzidî ku bi êrişa cerdevanan re rû bi rû mane ji ajansa me re axivÎn. Êzidiyên ku xwecihê gund in dan zanîn ku tapuyên xaniyên wan ku hatine desteserkirin bi wan re ne û ew dixwazin vegerin ser av û axa xwe.
'NAHÊLIN EM ZEVIYÊN XWE BIAJON'
Îzzeddin Denîz (61) ê li gundê Zevra ji dayik bûye û di sala 1985'an de koçî Almanyayê bûye bi lêv kir ku piştî sala 1993'yan hemû êzidiyan li gund koç kirine û gundê wan hatiye valakirin. Denîz diyar kir ku piştî wan ji gund koç kiriye gundê wan ji aliyê cerdevanên eşîra Şêxan ve hatiye dagairkirin û ev tişt gotin: "Xizmekî me 50 donum erdê xwe firot malbateke Karacadag ku endamê eşîra Şexan in. Pişt re jî hemû eşîra Şêxan li gundê me bi cih bûn. Heta sala 1994'an hemû gundê me ji aliyê eşîra Şêxan ve hat desteserkirin. Ji ber ku xaniyên me vala mabûn hemû hatin di xaniyên me yên ku tapûya wan li ser me ne de bi cih bûn. Di sala 2000'î de me xwest em vegerin gundê xwe û me xwest em zeviyên xwe biçînin lê malbata Karacadag astengî ji me re derxistin. Karkerên ku me girtin jî bi gefa eşîrê re rû bi rû man. Wan ji gund û ser zeviyan qewirandin. Ev 20 sal in wisa astengiyan ji me re derdixînin, lê di van 10 salên dawî de êrişên wan hê zêdetir bûne."
'GUNDÊ ME DAGIR KIRIN E'
Denîz bal kişand ser bê cezahiştina êrişên cerdevanan û wiha got: "Dema em diçin serdana goristanên xwe êrişî me dikin. Xizmên me yên ku li Ewropa jiyana xwe ji dest didin em dixwazin bînin li gundê xwe veşêrin lê yên ev eşîr dibêjê, 'Ew li Ewropa bi rêxistinê re xebitiye' û îxbar dikin leşker jî tên darbestan vedikin û li cenazeyên me dinêrin. Niha ew di xaniyên me yên tapûkirî de rûdinin, gundê me dagirkirin e. Her çiqas em giliyên êrişkaran dikin û tên binçavkirin jî lê tên berdan. Dozger û dadger tev alîgirên wan in. Ew jî hêza xwe ji çekên dewletê û cerdevaniyê digirin."
'EM ÇAWA DEV JI GUNDÊ XWE BERDIN?'
Denîz derbara êrişa dawî ku di rojên borî de li dijî wan pêk hat jî ev tişt anîn ziman: "10 roj berê min xwest zeviya xwe ya ku tapûya wê li ser min e biçînim, asteng kririn. Xwediyê traktorê ku zevî diajot li ser telefonê gef li min xwarin û li gund êrişî min kirin û camên traktorê şikandin. Em dizanin kê ev tehdît kiriye û êrişî wî kiriye lê tevî ku me gilî jî kir di 3 rojan de hat berdan. Yanî di 3 rojan de lêkolîna çi kirin? Çima biryara neşopandinê dan wî? Me xwest em ji xwe re mala şîne çebikin û cenazeyên xwe bînin gundê xwe veşêrin lê êriş kirin nehiştin em li gund mala şînê çêbikin. Dixwazin gundê me tevahî dagir bikin û nehêlin em werin gundê xwe. Di destê wan de çekên cerdevaniyê hene bi wan çekan gefan li me dixwin. Divê ev mesele bê çareserkirin. Em dev ji gundê xwe bernadin. Em ê serî li her derê bidin heta Meclisê jî em ê biçin, em dixwazin vegerin gundê xwe. Heke ew ji xaniyên me derkevin em ê vegerin gundê xwe û ji xwe re jiyaneke nû ava bikin. Banga me ji hemû partiyên siyasî û gelê Wêranşarê re ew e ku vê pirsgirêka me çareser bikin. Banga min li êzidiyan jî; Vegerin gundê xwe, heke em nebin yek em ê biçin yek bi yek. Em çawa dev ji gundê xwe, goristanên dayik û bavên xwe berdin."
'POLÎTÎKAYA BERDEWAMIYA ŞENGALÊ YE'
Sabrî Yildiz (70) jî destnîşan kir ku zêdetirî 500 sal in êzidî li Zevra dijînê û wiha got: "Dayik û bavên me li ser vê axê mezin bûn. Em jî li ser vê axê mezin bûn, goristanên me li vir in û hê jî yek jî ji me jiyana xwe ji dest dide em li gund vedişêrin. Li gund tapûya 4 hezar donum erdên êzidiyan heye, tenê 50 donum erdê malbata Karacadag ku kirîne heye. Lê di erd û malên me yên bi tapûkirî de bi cih bûne û dernakevin. Di bin navê vî 50 donum erdî de 4 hezar donum erdên me desteser bikin. Vê yekê tu kes qebûl nake. Ev yek jî berdewamiya komkujiya Şengalê ye. Zevra ji wan re nabe mal, ev der êrde me ye, em dev ji erdê xwe bernadin."
GEF LÊ TÊN XWARIN
Yildiz da zanîn ku ji ber ku ew dixwazin erdê xwe biçînin malbata Karacadag gefan li wî dixwe û got: "Ji ber ku min giliyê sercerdevan Abdulkadîr Karacadag kir, gef li min xwarin. Serdozger ji me re dibêje 'li hev bikin', lê tevî ku çend meh bi ser gilîkirina min re derbas bûne jî tu encamek tune ye. Êdî bila ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Em dev ji axa xwe bernadin."
MA / Mahmut Altintaş - Emrullah Acar