MÛŞ - Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk bal kişand ser Doza Vartînîsê û got ku tê xwestin ku doz têkeve ber demboriyê.
Di 3'yê Cotmeha 1993'yan de li bajaroka Vartînîsê ya navçeya Têlî ya Mûşê, xaniyek hatibû şewitandin û ji heman malbatê 9 kes hatibûn şewitandin. Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ji bo bûyerê gotibû "çalakiya terorê" ye û "kiryar nediyar in" dosyeyê girtibû. Piştî ku Dadgeha Bilind biryara dozgeriyê xera kiribû, Doza Vartînîsê jinûve hatibû destpêkirin. Her wiha kiryarê fîrar Bulent Karaoglû ku di cotmeha 2022'yan de der barê wî de biryara "bultena sor" hatibû dayîn û ev biryar di Sibata 2023'yan de ji aliyê Wezareta Dadê ve jî hatibû pesendkirin, hê jî nehatiye zevtkirin. Ger di danişîna 8'ê tebaxê de biryarek neyê dayîn, dê doz di 3'yê cotmehê de têkeve ber demboriyê û dosye bê girtin.
Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, têkildarî Doza Vartînîsê axivî.
Karaçelîk destnîşan kir ku Doza Vartînîsê pêvajoyeke lêgerîna ji bo mafan a demdirêj e û got: "Piştî bûyerê mexdrû dest ji mafên xwe bernedan. Em di vê vê lêgerîna ji bo mafan de rastî lêpirsînên bêdil, hewldanên qels ên ji bo ronîkirina bûyerê û dîtina berprisiyarn hatin. Bi neqilkirina dozê re şopandina dozê ji bo mexdûran veguherî tiştek zehmet. Piştî salan hat tespîtkirin ku ev bûyer ji aliyê fermandarê cendirmeyan ê herêmê yê wê demê hatiye kirin. Ev teqez bû û niha di vî warî de biryareke dadgehê di destê me de ye. Ev bûyer ne bûyereke kiryarnediyar e. Kiryarê wê diyar e. Ev bûyer di bin kontrola kesekî di organîzasyona dewletê de, bi fermana wî hat kirin. Piştî tespîtkirina vê yekê, dîtina bersûc û teslîmkirian wî ket rojevê. Em bi israr dibêjin bila bê girtin, lê mixabin daxwazên me nayên qebûlkirin. Bersûc firiya çû û ji holê winda bû."
Karaçelîk anî ziman ku çendî nasnameya bersûc tê zanîn jî lê daxwazên wan ên ji bo lêgerîneke çalak nayên qebûlkirin û got: "Dîtina vî kesî ne zehmet e. Ji bo dîtina vî kesî diviyabû hem di warê hiqûqî hem jî di warê siyasî de vîneke xurt derketa holê. Lê nehat kirin."
'DIVÊ NEKEVE BER DEMBORIYÊ'
Karaçelîk bilêv kir ku di Doza Vartînîsê de "edaletê selihker" nehatiye pêkanîn û wiha domand: "Em her tim bi bêdilbûyînekê re rû bi rû man. Li gor mewzûata neteweyî hindik maye dosye têkeve ber demboriyê. Di vî warî de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hene. Di van biryaran de ji bo dozên bi vî rengî tê gotin ku divê demborî tune be. Em di vî warî de bi rewşeke wiha re rû bi rû ne; ji aliyê Dadgeha destûra Bingehîn yan jî dadgehên bilind ên din ve biryareke wiha zehmet e, lê em dizanin ku biryarên ji bo hin dosyeyên bi vî rengî hene. Hevalên me yên parêzer ev tişt di dosyeyan de anîn ziman. Ger AYM di vî warî de biryarekê bide dê pêşî li ber vê mijarê vebe. Di vî warî de pêdivî biryara AYM'ê heye. Ger AYM normên hiqûqa gerdûnî esas bigire û şîroveyekê bike, dê di dosyeyên wiha de demborî çênebe. Dê kiryar bên dîtin û edalet pêk bê. Lê belê ji bo vê jî pêdivî bi vîneke pir cidî heye."
Karaçelîk diyar kir ku ger dosye têkeve ber demboriyê û bê girtin dê serî li DMME'yê bidin û axaftina xwe wiha qedand: "Divê kiryar bên tespîtkirin û cezakirin. Meqamên erkdar divê nehêlin Doza Vartînîsê têkeve dehlîzên demboriyê. Dewlet bi lêgerîneke çalak dikare kiryaran bibîne û wan radestî edaletê bike."
MA / Berîvan Kûtlû