NAVENDA NÛÇEYAN - Şahidên çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê diyar kirin ku ji xeynî berxwedanê tu rê tune bû û wiha got:in "Rûmeta mirovahiyê îşkence têk bir."
Di pêvajoya darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî de ya bi destê Kenan Kenan Evren ve yên li gel wî hat kirin 650 hezar kes hatin binçavkirin, 230 hezar kes hatin darizandin, 52 hezar kes hatin girtin, li zêdetirî 7 hezar kesan cezayê darvekirinê û li 517 hezar kesî jî cezayê mirinê hat birîn û 50 kes jî hatin darvekirin. Di dema darbeyê de cihên pêkanînên herî giran ên li dijî mirovahiyê hatin pêkanîn jî, girtîgeh bûn. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ya di bin rêveberiya Esat Oktay Yildiran de bû ku ketibû nav lîsteya "10 girtîgehên herî xerab ên cîhanê."
Li dijî îşkence û pêkanînên li dijî mirovahiyê, berxwedaneke bêhempa jî rû da. Bi taybetî jî li Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an li dijî pêkanînan têkoşîneke bêhempa rû da. Ji kadroyên sereke yên PKK'ê Mazlûm Dogan, li dijî îşkenceyê peyama "Teslîmiyet ber bi îxanetê ve, berxwedan ber bi serkeftinê ve dibe" da û di 21'ê Adara 1982'yan de bi sê darikên niftikê bedena xwe veguherand agirê Newrozê. Çalakiya Dogan, ji bo dîroka berxwedanê ya kurdan bû pêngaveke girîng.
Piştî çalakiya Dogan, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn gotin "Em peyrewên Mazlûm in. Divê ev çalakî rast bê fêmkirin" û di 18'ê Gulana 1982'yan de bedena xwe dan ber agir. Kûrtay, Oner, Anyik û Zengîn ku bi gotina xwe ya "Agir gur bikin, yê avê lê bike bêbextiyê dike" di bîra mirovan de ne, bi çalakiya xwe wekî "Çaran" ketin nava rûpelên dîrokê.
Piştî çalakiya "Çaran", çalakiya rojiya mirinê dest pê kir ku ji kadroyên pêşeng Mehmet Hayrî Dûrmûş di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de li eywana dadgehê dabû destpêkirin. Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz jî daxilî çalakiya Dûrmûş bûn. Kemal Pîr di roja 53'yan, Hayrî Dûrmûş di roja 61'ê, Akîf Yilmaz di roja 63'yan û Alî Çîçek jî di roja 65'an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî kesên ku di Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan jî çalakî bênavber dewam kirin.
Ji şahid û mexdûrên Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Sedat Akbay û Mehmet Alî Artûk, behsa wê demê kirin.
BERXWEDANÊ ÎŞKENCE PÛÇ KIR
Mehmet Alî Artûk gava 26 salî bûye di 15'ê Tebaxa 1981'ê de li navçeya Curnê Reş a Rihayê hatiye binçavkirin û ew birine Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an û hem di doza Curnê Reş hem jî di Doza Sereke ya PKK'ê de hatiye darizandin û cezayê darvekirinê lê hatiye kirin. Artûk destnîşan kir ku li dijî têkoşîna azadiya li Kurdistanê berbelav bûbû, Girtîgeha Amedê wekî pîlot hatibû bijartin. Artûk diyar ku ku tevî hemû zextan jî serî netewandine û got ku bi berxwedanê îşkenceyên Esat Oktay Yildiran pûç kirine.
BEHSA HAYRÎ Û KEMAL KIR
Artûk ku li girtîgehê Kemal Pîr û Mehmet HAyrî Dûrmş nas kiriye, behsa bîranên xwe yên bi wan re kir: "Hevalê Hayrî, gava li cihekî biaxiviyana, her kes bi baldan guh lê dikir. Her kes li bend agotina wî bû. Ez dikarim wiha behs ahevalê Kemal jî bikim. Yildian bi xwe jî newêribû nêzî hevalê Kemal bibe. DIgot, 'Kemal titşekî wiha ye ku dikare min jî birêxistin bike.' Û ji her kesî re digot xwe dûrî wî bikin."
TESLÎMIYET QEBÛL NEKIRIN
Artûk anî ziman ku çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê têkoşîna li dijî teslîmiyetê bûye û got ku wiha behsa danişîna ku Mehmet hayrî Dûrmûş tê de çalakiya rojiya mirinê dabû destpêkirin kir: "Gava em di 'ê Tîrmehê de çûn hêwana dadgehê, me nizanibû dê dest bi rojiya mirinê bikin. Gava em ketin hêwana dadgehê, her kes li hevalê Kemal û Hayrî mêze kir. Jixwe çavê her kesî tim li ser wan bû. Heval Hayrî axivî. Bêyî ku şert û mercekê bide der, daxuyand ku dê dest bi rojiya mirinê bikin. Paşê hevalê Kemal û Alî jî rabûn û gotin ku ew ê jî daxilî vê çalakiyê bibin. Wê demê hevalê Akîf Yilmaz di girtîgehê de bû. Ew jî gava bi rewşê hesiya, daxilî rojiya mirinê bû. Wê rojê gotina 'teslîmiyet ber bi îxanetê berxwedan ber bi serketnê ve dibe' ya hevalê Mazlûm wekî dirûşme esas girtin û dest bi berxwedanê kirin. Hemû kesên li hêwanê û îdareya girtîgehê jî êdî zanibû ku vgera vê çalakiyê tune ye. Bi ragihandina vê çalakiyê re, şoreşger hatin wê astê ku tiştên li hêwanên dadgehan bilêvkirina wan sûc bû jî gotin. Ev ji bo mirovan bû moral. Li mirovan awyaê mayindebûna çalakiyekê peyda bû. Ev çalakî peyama ku dê dê teslîmiyet bi ser nekeve dida."
DI 17 SALIYA XWE DE RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HAT
Sedat Akbay di 17 saliya xwe de di sala 1981'ê de li navçeya Curnê Reş a Rihayê hatiye binçavkirin û 45 rojan hatiye îşkencekirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin.
Akbay ku wê demê di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an d emaye got: "Wê demê li gor dewletê hemû kesên li Kurdistanê terorîst bûn." Akbay bilêv kir ku li girtîgehê ewilî Esat Oktay Yildiran îşkence lê kiriye û got: "Navê min pirsî. Gava min bersiv da şelmaqek li min xist û got, ev der dibistaneke leşkerî ye û divê 'tu ji min re bibêjî ezbenî.' Leşkeran tim em tazî dikirin û îşkence dikirin. Rojê 5 saetan sirûda Îstiklalê bi me didan gotin. Zorê didan me ku em alaya tirk li hucreyên xwe daliqînin. Gava me ev ferzkirin qebûl nedikirin bi rojan em di nava ava genî de dihiştin. Wê demê me bihîst ku ewilî rojiya mirinê li qawîşa 35'an dest pê kiriye. Me jî piştgiriya wê kir. Hin heval bi rojiya mirinê hin heval jî bi çalakiyên feadî şehîd ektin. Piştî şehdaetan, bi rêveberiya girtîgehê re li ser hin şertan hat nîqaşkirin. Heya demekê şert û merc hatin sistkirin. Lê paşê dewletê dîsa bi ya xwe kir û îşkenceyên xwe domandin."
‘JI XEYNÎ BERXWEDANÊ TU RÊ TUNE BÛ'
Akbay wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hevalên di rojiya mirinê de şehîd ketin hevalên herî dilnizm bûn. Di şert û mercên wê demê de welêt pir baş analîz dikirin û pêşbiniyên wan xurt bûn. Gelek hevalên me yên leheng ên ez nikarim navê hemûyan bilêv bikim hebûn. Kemal Pîr ew canê xwe ji bo her tiştî feda kirin û xiyanet kêliyekê be jî nehat bîra wan. Ji xeynî berxwedanê tu rê tune bû. Mirin êdî ji jiyanê bêtir dihat tercîhkirin. Berxwedana Çaran pir olan da û piştî wan li girtîgehê guherînek çêbû. Rêveberiya girtîgehê jî fêm kir ku ev îş bi îşkenceyê bi se rnakeve. Hevaln jî got bi vê berxwedanê îşkence qediyane û dê heman rêveberî êdî neyê girtîgehê. Me ev jib o jiyaneke mirovane kirin. Em bi vês ebrilind in. Em di îşkenceyên pir dijwar re derbas bûn. Lê qethiyen me dest jif ikira xwe û doza xwe berneda. Rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bir."
MA / Ceylan Şahînlî - Dîlan Akyol