AMED - Hasan Mesût Çelebî ku piştî 31 salan di girtîgehê de ma û di demek nêz de gihîşt azadiya xwe, wiha got: "Ji bo tu kesê di têkoşîna şoreşê de cih digire westandin tune. Em bi saya têkoşîna gelê xwe li ser pêya man. Em deyndarên gelê xwe ne."
Hasan Mesût Çelebî di 12'ê tîrmeha 1992'yan de li navçeya Bazîda Agiriyê bi birîndarî tê girtin û wî dişînin Gîrtîgeha Tîpa E ya Agiriyê. Çelebî pişti 31 salan di 5'ê tîrmehê de ji girtîgehê hat berdan.
Çelebî di sala 1969'an de li gundê Koseliyê yê bi ser navçeya Bismil a Amedê hatiye dinê û dibistana seretayî, navîn û amadehî li Bismilê xwend. Çelebî ji bo xwendinê kete beşa Îktîsatê ya Zanîngeha Eskîşehîrê û di salên destpêkê de di xebatên ciwanên welatparêz û şoreşgerên kurd de cih girt. Di sala 1989'an de jî tev li PKK'ê dibe. Çelebî, di sala 1992'yan de li navçeya Bazîd a Agiriyê bi birîndarî dîl tê girtin û paşê ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ve hate girtin û şandin Gîrtîgeha Tîpa E ya Agiriyê. Pêvajoya girtîgehê ya Çelebî li vê derê dest pê kir.
Piştî ku Çelebî bi birîndarî tê girtin ji meha tîrmehê heya meha tebaxê li Agiriyê tê girtin û 19 salan bi rêzê ve li Nevşehîr, Yozgat, Ûlûcanlar a Enqereyê, Erzirom, Mûş û Amedê tê ragirtin. Çelebî ev 12 salên dawî bû li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê girtî bû. Çelebî ji vê girtîgehê hat berdan.
BI BIRÎNDARÎ HATE GIRTIN, DERMAN NEKIRIN
Çelebî yê ku 31 salên emrê xwe di girtîgehê de derbas kiriye, qala zexta dewletê û têkoşîna li pişt dîwarên girtîgehê kir. Çelebî destnîşan kir ku piştî ew hatiye girtin rastî îşkenceyên giran hatiye û wiha got: "Me nedikarî em cilên xwe bigûherînin û em xwe bişon. Em nedihatin dermankirin, bi saya hevalên xwe yên hundir em hatin dermankirin. Me rojekê jî bijîşkên girtîgehê nedîtin. Ji ber ku salên 90'î bûn û şer belavî her derekê bûbû. Li gel vê yekê li her qadekê zext û zilm jî zêde bû. Zindan jî ji vê pêvajoyê para xwe girtibûn. Pêşî em birin wir. Piştre dema cihê darizandina me bû Kayserî, em birin Nevşehîrê. Dema em çûn Nevşehîrê bi sedan havelên me li wir bûn. Em ji welatê xwe dûr ketibûn lê belê em di nav hevalên xwe de bûn. Ji ber em di nav hevalên xwe yên têkoşînê de bûn kelecaneke mezin li me peyda bû. Tevî ku bandora fîzîkî, derûnî ya girtîgehê li ser me bû, dema ku me hevalên xwe, nêzîkatî, coş û kelêcana wan dît, heman kelêcan derbasî me jî bû. Bi vê yekê re her awayî dermankirina min pêk hat."
'HÛN NIKARIN ROJA ME REŞ BIKIN' BÛ NEXŞERÊ'
Çelebî ê 31 salên xwe wek dîlgirtî di nav çar dîwaran de ji azadiya xwe dûr, hatiye girtin rewşa ku ew tê de dima bi van gotinan pênase kir: "Her çiqas jî bedena me di nava çar dîwaran de hatibe girtin jî wek fikir, pêşveçûna şexsî, rêxistinbûn, têkoşîn û şopandina rewşa gelê me domdar bû. Di vê hêlê de me yek rojî jî xwe wek dîlgirtî hîs nekir."
Bi domdarî Çelebî diyar kir ku li gorî wan di girtîgahê de pêvajoya herî giran û zehmet derbas bûye, dema ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di encama kompleyeke navneteweyî hatiye girtin bû û wiha qala wê pêvajoyê kir: "Dibe ku yekem car bû me xwe ewqas neçar hîs kir. Lê sekna hin hevalên me, çalakî û pratîka wan nîşanî me da ku di kîjan şert û mercan de bibin bila bibin, ger ku hûn vîna xwe rêxistin bikin hûn ê li gorî wê tevbigerin. Hûn li cihekî herî xirab de jî bin hûn ê derfetekê ava bikin. Hevalên me bi çalakiyên 'Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin' rê nîşanî me dan. Bi rastî jî me ew derûniya neçarbûnê pir zû li ser xwe avêt. Ew bû destpêka kelecaneke nû. Li gel paradîgmaya nû, pêvajoya nû jî dest pê kir. Em jê re çiqas bûn bersiv ew mijareke din e, lê belê tu di zindanê de jî bî tu dikarî hin tiştan bikî."
'31 SAL WEKÎ 31 ROJAN DERBAS BÛ'
Di berdewamê de Çelebî da zanîn ku îro jî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin û ev tişt gotin: "Heke ku Rêbertî ji bo tevahiya cîhanê bi afirandina paradîgmayeke nû pêşî li pirsgirêkan girtibe, qet nebe em jî di qadên xwe de dikarin jê re bibin bersiv. Qet nebe em dikarin xwe perwerde bikin û rêxistin bikin. Me xwe rojekê jî wek xembar nîşan neda. Em tim bi coş û moral bûn. Ev coş ne bi tenê bi kena rû, bi nûnertiya têkoşîn û rêhevaltiyê, bi xwedîderketina rêhevaltiyê pêk hat. Bi vî awayî 31 sal wekî 31 rojan derbas bûn."
'EM BI SAYA TÊKOŞÎNÊ LI SER PÊYA MAN'
Çelebî bilêv kir ku ew pê nehesiyaye ku 12 salên Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê çawa derbas bûye û got ku ew bi nexweşiyên di girtîgehê de lê peyda bûne bi saya hevalên xwe û vîna xwe derman bûye. Çelebî, têkildarî hêza vînê wiha got: "Mirov çiqas wek hest û moral li ser xwe be, dê dermankirina fîzîkî jî ewqas pêk were. Em bi saya têkoşîn û hevalên xwe li ser pêya man."
VEGUHERÎNA GIRTÎGEHAN
Çelebî, destnîşan kir ku di girtîgehan de polîtîkayên taybet li ser girtiyên siyasî tên sepandin û diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriyê jî binpêkirinên mafan bi zêdebûnê berdewam kirin. Çelebî, bal kişand ser vegûherîna polîtîkayên girtîgehê û wiha pê de çû: "Dema ku ez ketim girtîgehê ji salên 92'yan heya salên 2000'î di girtîgehan de polîtîkayeke hevpar tune bû. Rêveberiya her girtîgehê, li gorî xwe polîtîkayek diyar dikir. Hevpariya wan çi bû? Zext û zulm bû, xelaskirina rêxistinbûnê û ji holê rakirina rêhevaltiyê bû. Lê belê şêwaz cuda bû. Carna hin girtîgeh wek pîlot dihatin hilbijartin û midûrê wê jî taybet dihat hilbijartin. Polîtîkayên dihatin meşandin ger ku serkeftî bûna heman polîtîka belavî girtîgehên din jî dikirin. Ger ku serkeftî neba di girtîgeheke cudatir de şêwazeke din dihate ceribandin. Her ku em ji bo mafên xwe diketin greva birçîbûnê çend mehan mafên me didan me û piştî çend mehan dîsa ji me distendin. Salekê şûnda em dîsa diketin grevê lê vê carê 25 roj, saleke paştir 30 roj didomiya. Ev polîtîkaya bêzarkirinê bû."
SEPANÊN BAŞ JI BO GIRTIYAN NEKETINE DEWRÊ
Çelebî anî ziman ku di dema çareseriyê de yekem carê ji bo rêvebirina girtîgehan hin rêzikname derxistin û di hemû girtîgehan de jî hatin sepandin. Çelebî, bi bîr xist ku di rêziknameyan de sepanên ji bo feyda girtiyan qet nehatin sepandin û wiha domand: "Lê belê rêziknameyên li dijî me hatibûn amadekirin bi girankirî hatin meşandin. Li gorî cihê ku em lê tên ragirtin, rewşa gel û bajêr jî bandora xwe dikir. Di sepandinê de hin zehmetî derdiket lê belê hevpariya wan jî hebû. Di serî de nêzî 50-60 girtîgeh hebûn û hemû hevalên me di wan girtîgehan de dihatin girtin. Ji ber hevalên me bi hev re bûn ev derfetek bû. Lê îro bi qasî girtîgehên li Ewropayê girtîgeh hatine çêkirin. Ev ne ji ber zêdebûna rêjeya kirina sûcan e, li Tirkiyeyê di hin girtîgehan de kêm girtî tên ragirtin û di hinekan de 3-4 qet zêdetir girtî tên ragirtin. Armanc belavkirina girtiyên azadiyê ne. Ev jî li dijî me metodek e."
'GIRTIYAN HÊDÎ HÊDÎ NEXWEŞ DIXIN'
Çelebî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha derbirî: "Di xwarinan de jî polîtîkayên îşkenceyê tên meşandin. Van însanan hêdî hêdî nexweş dikin û kêlî bi kêlî dikûjin. Me bi saya gelê xwe û rêxistinbûna xwe, ev pêvajoye derbas kir. Lê belê dema ku dîtin malbat tiştan bi xwe re tînin bi guherandina kanûnê pêşî li alîkariya malbatan girtin. Tenê destûra pere heye. Di hemû hevalên me yên wê demê de yê ku herî kêm di girtîgehê de maye jî nexweş diketin. Ev yek rê li ber nexweşiyên din jî vedike. Yên ku bi nexwşiyên dil, piş, gurçikan neketine neman. Gelek hevalên me ji ber vê yekê şehîd ketin. Gelek hevalên me, ji ber ku sewqî nexweşxaneyê nehatin kirin şehît bûn. Heman polîtîka îro jî dom dikin. Mînaka herî berbiçav hevalê me Mehmet Emîn Ozkan e."
'EM DEYNDARÊN GELÊ XWE NE'
Çelebî desnîşan kir ku derbaskirina 30 salan a girtîgehê de ne hêsan e û got ku wan bi moral û fikra rêxistinî ev pêvajoyê derbas kiriye. Çelebî bilêv kir ku li gel tecrîda fîzîkî ya li ser wan hat meşandin jî ew azad bûn û ev yek hem li hundir hem li derve bi saya meşandina têkoşînê pêkan bûye û axaftina xwe wiha qedand: "Me çawa di hundir de li ber xwe dabe, em ê li derve jî li ber xwe bidin. Di têkoşîna demokratîk a şoreşê de ji tu kesê re westandin tune ye. Em îro çawa 31 salan bi saya têkoşîna gelê xwe li ser pêya mabin, em ê deynê gelê xwe jî bidin. Ji ber ku em bûn deyndarên gelê xwe. Miletek me yê qehreman heye. Saziyên me yên demokratîk hene. Di vê hêlê de lewaziyek diqewime. Ez pê bawer im ku ev lewazî dê di demeke kurt de ji holê rabe û ew heval jî dê di têkoşîna demokrasiyê de bi awayeke xurt cihê xwe bigirin."
MA / Welat Ekîn