BALIKESÎR - Rêveberê HDP'a Balikesîrê Abdulhalîm Aksû û endamê HDP'ê Serdar Kocaman ku 2 roj berê hatibûn binçavkirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Balikesîrê Abdulhalîm Aksû, Hevserokê HDP'a Edremîtê Emrah Îşler, Rêveberê HDP'a Bandirmayê Baran Aşar û endamê HDP'ê Serdar Kocaman ku di 11'ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin, îro danê sibehê piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. HDP'î piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgeriya Ceza ya Sulhê Emrah Îşler û Baran Acar bi şertê kontrolkirina edlî berda û Abdulhalîm Aksû û Serdar Kocaman jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girt.
Aksû Kocaman şandin Girtîgeha Balikesîrê ya Tîpa L'yê.