MÊRDÎN - Şahidên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, diyar kirin ku berxwedana derketiye holê ji bo hemû şoreşgerên cîhanê bûye mînak û gotin ku peyama ku hatiye dayîn jî "berxwedan" bûye.
Di pêvajoya darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî de ya bi destê Kenan Kenan Evren ve yên li gel wî hat kirin 650 hezar kes hatin binçavkirin, 230 hezar kes hatin darizandin, 52 hezar kes hatin girtin, li zêdetirî 7 hezar kesan cezayê darvekirinê û li 517 hezar kesî jî cezayê mirinê hat birîn û 50 kes jî hatin darvekirin. Di dema darbeyê de cihên pêkanînên herî giran ên li dijî mirovahiyê hatin pêkanîn jî, girtîgeh bûn. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an a di bin rêveberiya Esat Oktay Yildiran de bû ku ketibû nav lîsteya "10 girtîgehên herî xerab ên cîhanê."
BERXWEDANA LI HEJMARA 5'AN
Li dijî îşkence û pêkanînên li dijî mirovahiyê, berxwedaneke bêhempa jî rû da. Bi taybetî jî li Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an li dijî pêkanînan têkoşîneke bêhempa rû da. Ji kadroyên sereke yên PKK'ê Mazlûm Dogan, li dijî îşkenceyê peyama "Teslîmiyet ber bi îxanetê ve, berxwedan ber bi serkeftinê ve dibe" da û di 21'ê Adara 1982'yan de bi sê darikên niftikê bedena xwe veguherand agirê Newrozê. Çalakiya Dogan, ji bo dîroka berxwedanê ya kurdan bû pêngaveke girîng.
Piştî çalakiya Dogan, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn gotin "Em peyrewên Mazlûm in. Divê ev çalakî rast bê fêmkirin" û di 18'ê Gulana 1982'yan de bedena xwe dan ber agir. Kûrtay, Oner, Anyik û Zengîn ku bi gotina xwe ya "Agir gur bikin, yê avê lê bike bêbextiyê dike" di bîra mirovan de ne, bi çalakiya xwe wekî "Çaran" ketin nava rûpelên dîrokê.
Piştî çalakiya "Çaran", çalakiya rojiya mirinê dest pê kir ku ji kadroyên pêşeng Mehmet Hayrî Dûrmûş di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de li eywana dadgehê dabû destpêkirin. Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz jî daxilî çalakiya Dûrmûş bûn. Kemal Pîr di roja 53'yan, Hayrî Dûrmûş di roja 61'ê, Akîf Yilmaz di roja 63'yan û Alî Çîçek jî di roja 65'an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî kesên ku di Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan jî çalakî bênavber dewam kirin.
Ji şahidên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin Berdevkê Komeleya 78'an a Şaxa Mêrdînê Arîf Tûrgay û Beşîr Dundar behsa wê demê kirin.
TÛRGAY: GIRTÎGEH BÛ ÎŞKENCEXANE
Arîf Tûrgay anî ziman ku beriya darbeya 1980'yî dewlet xitimîbû û gel jî vîna xwe ya ji bo bidestxistina rêveberiyê eşkere kiribû û got ku dewlet û hêzên emperyalîst ji ber vê nerihet bûbûn. Turgay diyar kir ku wê demê her diçû daxwazên demokratîk ên kurdan bêtir bebriçav dibûn û li bajarên Tirkiyeyê jî daxwazên demokrasiyê yên gel zêde bûbûn û got ku piştî berbiçavbûna van daxwazan darbeya leşkerî pêk hatiye. Tûrgay diyar kir ku piştî drabeyê jî dest bi girtinan hatiye kirin û got ku kurd jî nesîbê xwe ji vê girtine. Tûrgay ragihand ku wê demê li Mêrdînê nêzî 5 hezar kes hatine binçavkirin û wiha got: "Ji avê heya bi nan û cixareyê, hemû tiştên ku me dikirîn veguherandin îşkenceyê. Gava em lig or wan tevnegeriyane, digotin ew ê bi îşkenceyê her tiştî bikin... Hatibû asteke wiha ku girtîgeh piştî wextekê veguherî îşkencexaneyê."
BANDORA ÇALAKIYA MAZLÛM DOGAN
Tûrgay anî ziman ku li dijî îşkenceya li girtîgehê pêdivî bi rêyeke xelasiyê hebû û yê vê rêyê vekir jî Mazlûm Dogan bûye û got: "Diviyabû bedêlek bê dayîn. Ger tu bedêlê nedî tu yê roj bi roj bihelî û tune bibî. Serîhildana Mazlûm ji bo girtîgehê bû ronahî. Çalakiya MAzlûm li girtîgehê bandor li kadroyan, li rêveberiya girtîgehê û gel kir. Mazlûm peyamek da; 'Teslîmiyet ber bi îxanetê, berxwedan ber bi serkeftinê ve dibe.' Çalakiya Mazlûm bû cihê bandireke mezin, lê pêşî li ber îşkenceyê negirt. Piştî ku çalakiya Mazlûm hat bihîstin, kadroyên şoreşê pêvajoyeke nû danîn ber xwe." Tûrgay bilêv kir ku piştî çalakiya Çaran kêliyekê be jî îşkence sekiniye û got ku di 14'ê Tîrmehê de bi pêngava Hayrî Dûrmûş jî pêvajoyeke nû ya berxwedanê dest pê kiriye û bersiv daye peyama Çaran."
‘BÛ MÎNAK JI ŞOREŞGERÊN CÎHANÊ RE'
Tûrgay îşaret bi qewimînên pêvajoya 14'ê Tîrmehê kir û ev tişt gotin: "Di nava wê îşkenceyê de vîneke bêhempa dan der û heya jiyana xwe ji dest dan têkoşiyan. Gava mirov di çaçroveya van her sê çalakiyan de li Zindana Amedê mêze bike; mirov dikare bibîne ku ka Zindana Amedê cihekî çawa bûye. Gotineke dîrokî ya ji rêberên Devrîmcî Yolê Orhan Keskîn -wî jî pir li ber xwe da- hebû; 'Hûn dizanin çima em bi ser neketin û tevgera azadiyê bi ser ket? Di Tevgera Azadiyê ya Kurd de kadroyan mirinê da ber çavên xwe. Ji ber vê bi se rketin. Ji mirinê jiyanê afirandin. Ji ber ku kadroyan ji mirinê jiyan afirand, kadroyên din jî dan dû wan û hatin roja îro. Di dîrokê de hin roj û çalakiyên girîng hene. Ew çalakî cara duduyan nayên kirin. Çalakiya Mazlûm çawa çalakiyeke girîng bû, çalakiya Çaran jî, 14'ê Tîrmehê jî ew qasî mezin bû. Ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû şoreşgerên cîhanê bû mînak. Ev kadro bi evîn û bîr û baweriyeke mezin dildarên vî gelî bûn. Di ehr heyamê de mirovên wiha hene, dê heman pêngav çêbibin. Îro divê em li xwe vegerin, bîranînên xw ebibînin û li ser wan hûr bibin."
DUNDAR: PAŞÊ HAYA ME JI ÇALAKIYÊ ÇÊBÛ
Beşîr Dundar jî anî ziman ku piştî çalakiya Mazlûm Dogan û ya Çaran, rêveberiya girtîgehê "nizanibû dê çi bibe" û got: "Li qawîşa 35'an hevalê Kemal digot divê em bibin bersiv. Digotin Mazlûm peyam şandiye û bi heman awayî Ferhat ew jî digotin Mazlûm peyam daye. Ev çalakî poêşî ji ber ku mafê parastina siyasî esas nedihat girtin hatin kirin. Gava em diçûn dadgehê jî bi copan li me dixistin. Zivistan bû, lê avê li me dikirin. Dixwestin em heqaretê li xwe, vîna xwe û ruhê xwe bikin. Em pir dereng bi çalakiya 14'ê Tîrmehê hesiyan. Piştî çalakiya Çaran îtiraz dest pê kirine û gihîşt armanca xwe. Me bi vê re fêm kir ku hin tişt çêbûne. Pêşî haya me jê tune bû ku jiyana xwe jî ji dest dane. Piştî ku Esat Oktay û koma wî hatin şandinin jî me tam nizanibû ka pêvajo çawa guheriye."
‘PEYAM BERXWEDAN BÛ'
Dundar destnîşan kir ku bi berxwedana Mazlûm Dogan, Çaran û 14'ê Tîrmehê hînî îtirazkirinê bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me ji bo îskaneke avê jî îtiraz nedikir. Van hevalan îtirazê rê me dan. Îro em li vir hevpeyvîbekê dikin. Em ji bo bîranî wan dikin. Peyam, berxwedan bû. Ji xeynî vê ne tu tişt bû. Tu yê li ber xw ebidî. Roja ku kekê Kemal biryara rojiya mirinê da, hat qawîşê û got, 'barekî mezin ji ser milê min rabû.' Peyam ev bû, tu yê li ber xwe bidî û bitêkoşî. Ger zilm hebe, tu yê li ber xw ebidî. Ma zilm qediya? Na. Zilm heman zilm e û xirabtir e. Di 12'ê Îlonê de ji niha bêtir guh li me dikirin. Piştî berxwednaê cejn e. Alimekî kurdan heye (Abdullah Ocalan), dibêje 'fêmkirin edalet e'. Lewma divê em pêşî hev du fêm bikin. Fêmkirin edalet e. Heke eziyet hebe û li te bê kirin û tu nizanibî kî eziyetê li te dike, tu yê fêm nekî. Heke em hev du fêm bikin, wekî din rihet e."
MA / Ahmet Kanbal