WAN - Ejder Yazici, biraziyê Bişar Yazici yê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, got: "Dibe ku bi awayekî fermî darvekirin ji nav qanûnan hatibe derxistin, lê ATK darvekirinê dike. Bi biryarên xwe mirovan bi mirinê re rû bi rû dihêle."
Li gor daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di 7 mehên ewil ên sala 2023'yan de 2 jê jin 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî Bişar Yazici (52) ji ber nexweşîna pişikê û sîrozê, jiyana xwe ji dest da.
Yazici 5 sal berê bi beyanên şahidê veşarî hatibû girtin. Yazici piştî 4 mehan hatibû berdan û piştî 3 salan bi sûcê" endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Yaizic, 2 sal berê hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Wanê. Ji ber şert û mercên girtîgehê nexweşîn li Yazici peyda bûn. Piştî hat girtin bi 6 mehan Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da wî, lê her çû tenduristiya wî xirabtir bû. Yazici di 8'ê tîrmehê de li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê jiyana xwe ji dest da.
Ejder Yazici, biraziyê Bişar Yazici, anî ziman ku apê wî ji aliyê ATK'ê ve hatiye kuştin. Yaizici bilêv kir ku piştî ku apê wî hatiey girtin tenduristiya wî xirab bûye, lê ATK dîsa jî rapora "dikare dig irtîgehê de bimîne" daye wî û ew ber bi mirinê ve şandiye. Yazici wiha domand: "Apê min her ku di girtîgehê de ma, tenduristiya wî xirabtir bû. Herî dawî gava pri xirab bû, ew rakirina Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê. Ew rakirina beşa Gastroentrolojiyê û çendî nexweşîna pişikê pê re bû jî endoskopî hat kirin. Piştî endoskopiyê car din ew birin girtîgehê. Piştî hefteyekê tenduristiya wî car din xirab bû û car din ew rakirin nexweşxaneyê. Lê bêyî muayene bikin car din wî dibin girtîgehê. Ji ber ku sîroz bû, kezeba wî av digirt. Bi endoskopiyê rewş xirabtir bû."
BÊYÎ HAYA WAN JÊ HEBE EW RAKIRINE NEXWEŞXANEYÊ
Yazici bilêv kir ku roja hevdîtinê xwîn ji laşê apê wî hatiye û piştî hevdîtinê demildest ew rakirine nexweşxaneyê û ev tişt anî ziman: "Lê bêyî haya malbatê pê bixin ew rakirine nexweşxaneyê. Dêya cîranekî me jî li heman nexweşxaneyê dihat dermankirin. Gava wan ew dît, telefonî me kirin."
Yaizici da zanîn ku diviyabû apê wî ji bo neqilkirin sewqî Erzirom an jî Meletiyê bihata kirin û got: "Nêzî du hefteyan li nexweşxaneya Wanê ma. Diviyabû sewqî Erzirom an jî Meletiyê bihata kirin. Meletiyê ew qebûl kir, lê ji ber ku girtiyê siyasî bû dest jê berda. Qemdeke dirêj wiha hat sekinandin."
BI TENA SERÊ XWE DI QAWÎŞÊ DE DIMA
Yazici destnîşan kir ku piştî ku neqla wî ya Meletiyê hatiye betalkirin apê wî rakirina Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û wiha domand: "Gava apê min sewqî nexweşxaneya Amedê kirin, wekî girtiyê Amedê dihat hesibandin. Me hi bo refeqatvan xwest hevdîtinê bi dozgeriyê re bikin, lê 10 roja me dozger nedît. Em diçûn dozgeriyê digotin' biçin girtîgehê.' Em diçûn girtîgehê digotin 'Biçin qereqolê.' Apê min di qawîşa mehkûman de bû. Di dawiya roja 10'an de kurê wî dan cem wî. Jixwe piştî 4 rojan jî jiyana xwe ji dest da."
'BIRYARA DARVEKIRINÊ YA ATK'Ê'
Yazici bilêv kir ku li Tirkiyeyê bi awayekî fermî biryara ATK'ê hatiye betalkirin, lê li şûna wê ATK heman karî dike û got: "Dibe ku bi awayekî fermî darvekirin ji nav qanûnan hatibe derxistin, lê ATK darvekirinê dike. Bi biryarên xwe mirovan bi mirinê re rû bi rû dihêle."