Bang li Wezareta Dadê kirin ku li dijî tecrîdê peywîra xwe pêk bîne

  • rojane
  • 12:27 26 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn bal kişand ser têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê bê dayîn û wiha got: “Pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi peyamên ku wê Ocalan bide heye.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike daye destpêkirin di roja 26’emîn de berdewam dike. Parlamenter Şevîn Coşkûn, Celadet Gaydali, Mûazzez Orhan, Kemal Pekoz, Îmam Taşçier û Hasan Ozguneş bi dowizên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” , “Bila li Îmraliyê hevdîtin pêk were” dinivîsîn li ber Meclisê daxuyanî dan. 
 
‘HÛN NIKARIN SERÊ BÊHIQÛQIYÊ PEÇINÎNIN’
 
Coşkûn a li ber Meclisê axivî, diyar kir ku piştî Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk tên tecrîdkirin û wiha got: “Tecrîd 22 meh in hatiye mutleqkirin. Serlêdanên malbat û parêzeran bê bersiv tên hiştin. Serlêdanên Hevserokên me yên Giştî û parlamenterên me bê bersiv tên hiştin. Girtîgeha Îmraliyê ne din ava sînorên Tirkiyeyê de ye? Birêz Ocalan jî xwedî wan mafên ku girtiyên din xwediyê wan e lê ev maf bi awayekî keyfî tên astengkirin. Beriya niha hincetên weke rewşa hewayê dihatin pêşkeşkirin di demên dawî de di bin navê cezayên dîsîplînê de bi hincetên keyfî tê xwestin bêhiqûqî were veşartin. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Hûn nikarin bi belavkirina demê, bi mijûlkirinê vê bêhiqûqiyê veşêrin.”
 
BANG LI WEZARETA DADÊ HATE KIRIN
 
Coşkûn, destnîşan kir ku wê li her derê tecrîda li Îmraliyê teşhîr bikin û diyar kir ku heta tecrîd neyê şikandin wê têkoşîna xwe bidomînin. Coşkûn wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Em ji vir careke din peywîr û berpirsyartiya Wezareta Dadê bi bîr dixin. Dest ji vê tecrîda ku sûcê mirovahiyê ye berdin. Heke li wir pergalek û hiqûqeke cuda tê sepandin, divê derkeve û vê aşkere bike.”
 
‘PÊDIVÎ BI PEYAMA KU OCALAN BIDE HEYE’
 
Coşkûn, bi bîr xist ku di serdana CPT’yê ya li Îmraliyê Ocalan derneketiye hevdîtinê û ev tişt gotin: “Ev yek nîşaneya ku li wir pirsgirêkeke cidî heye ye. Îro di civakê de têkildarî jiyan û tenduristiya birêz Ocalan fikarên cidî hene. Divê ev fikar ji holê bên rakirin. Divê astengiyên li pêşiya parêzeran bên rakirin. Divê demildest hevdîtin dest pê bikin. Ji ber ku pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi peyameke ku Ocalan bide heye. Li dijî polîtîkayên desthilatê em ji vir bang li hemû muxalefetê dikin. Werin em li dijî vê tecrîdê bi hevkarî têbikoşin. Dema bêhiqûqiya li wir qediya, wê serdestiya hiqûqê ji bo herkesê baş be. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.”
 
 
 

Sernavên din

31/01/2023
20:06 Bi dehan malbat vegeriyan Şengalê
18:24 Îmzeyên ji bo PKK'ê radestî KE'yê hatin kirin
16:17 Doza qezaya Dêrikê: Divê her kesê bi qisûr werin darizandin
16:01 Bavê ku keça xwe kuşt hate girtin
16:01 Dema binçavkirinê ya rojnameger Altay cara 3’yemîn hate dirêjkirin
15:48 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya derketina ji krîzê ye
15:18 Derbarê rojnamevan Kartal de doza ‘dişibê’ hat vekirin
15:00 Li Çemçoyê bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn
14:26 Li Girtîgeha Espiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem hate destpêkirin
14:14 Ji jinên girtî yên Rojhilat name: Cezayên darvekirinan rawestînin
14:14 KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir
14:07 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hate taloqkirin
14:06 Buldan: Li hemberî hemleyên HDP’ê hûn dê mat bibin
13:57 Heta 15 salan cezayê hefsê ji hiqûqzan Gumuş re hat xwestin
13:17 Peywirdarên ku li deriyê sînor tundî li jinekê kirin ji kar hatin dûrxistin
13:05 Danişîna doza rojnamevan Gultekîn hat taloqkirin
12:57 Ji ber mija zêde ya li Şirnexê welatiyan zehmetî kişandin
12:47 Danişîna doza rojnamevan Çoban hat taloqkirin
12:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Berxwedana gel a li Îranê didome
12:12 Bazirganiya derve lê kêmiyê da û TUÎK’ê nekarî veşêre: Ji sedî 137 zêde bû
12:02 Malbata Şenyaşar: Mazlûm tên darizandin
12:01 Doza ‘Qanûna Sansurê’ ya ewil derbarê rojnamevan Aygul de hat vekirin
11:44 Nobeta Edaletê di roja 29’an de ye: Deriyên Îmraliyê vekin
11:26 Bi sedemê jiberçûyîna madeyê kîmyewî 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:19 Di doza polîsê bersûc de emniyetê delîl ji holê rakir
11:16 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
11:05 Li Kantona Şehbayê ku ambargo lê didome pirsgirêka derman û germkirinê heye
11:04 Piştî 30 salan vegeriya Rojava: Ez bi felsefeya Ocalan li ser pêya mam
10:54 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundî li jinekê hate kirin
10:42 Ji bo girtiyan ‘terîfeya xanî’ di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:17 2 sal cezayê hefsê li rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re axivî birîn
09:34 Dayika Aktaş ê li Îmraliyê: Kurê min mirî ye sax e em nizanin
09:03 Der barê jinên şidetê protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Parêzer Erîşen: Rewşa girtîgehan xirab e, dibe ku mirin zêde bibin
09:01 ‘Bi protokoleke veşarî tê birêvebirin, li cîhanê mînakeke wekî wê tune ye'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:50 Koma Ma’yê li Amedê konsereke bicoş lidarxist
30/01/2023
21:12 Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kes mirin
20:33 Agir bi kampa Kebertoyê ket
17:01 Gokkan: Ez red dikim ku li dadgeheke bêalîtiya xwe winda kiriye parastinê bikim
16:12 Danişîna doza êrişa li dijî saziyên elewiyan hat lidarxistin
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî
15:38 ‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e!
15:38 Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe
14:31 Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin
14:24 Serhildana li Rojhilat û Îranê 135 roj li pey xwe hişt
13:50 Di erdheja Xoyê de 7 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne
13:45 Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî
13:30 Li Colemêrgê rêya 39 gund û mezrayan hat girtin
13:16 Blinken: Operasyona leşkerî ya li ser rojavayê Kurdistanê wê nebe berjewendiyên tu kesî
13:04 Dadgehê hêceta cezakirinê spart xala 283’yemîn a TCK’ê
12:59 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Dê hesaba vê zilmê were pirsîn
12:54 Ji DYA’yê bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: Dibe ku êrişên bersivdayînê pêk werin
12:16 Nobeta Edaletê ya ji bo Îmraliyê: Bayê aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:39 ‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’
10:12 Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye
09:46 Parêzerê Ocalan ê îtalî Angelelli: Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze
09:26 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken hate Rojhilata Navîn
09:04 Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be
09:02 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila Wezîrê Dadê soza xwe bi cih bîne
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê
17:08 HDP li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya
16:56 Ok ê 74 salî hate girtin
16:48 Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn
16:30 Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin
16:19 Panela tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet: Tecrîd wê bi serkeftinê bi dawî bibe
16:08 Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan
15:53 Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn