KODAR: Divê têkoşîn ji bo Îran a demokratîk û Kurdistaneke xweser an jî federe pêş bikeve

  • rojane
  • 11:44 26 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan diyar kir ku Îran êdî nema dikare mîna berê bibe û wiha got: “Divê em bi gelên Îranê re bibin yek û li ser bingeha demokrasiyê, ji bo Îran a demokratîk û Kurdistaneke xweser an jî federe têkoşînê xwe pêş bixin.” 
 
Hevserokê Konseya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan têkildarî çalakiyên protestoyî yên li Îranê ku di 16’ê îlonê de dest pê kiribûn û hêj didomin de, nivîsek nivîsand û Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) weşand. Bêrîtan di nivîsa xwe de dibêje ku Îran nema dikare êdî mîna berê be û vê nirxandinê dike: “Divê em bi gelên Îranê re bibin yek û li ser bingeha demokrasiyê, ji bo Îrana demokratîk û federe yan jî Kurdistaneke xweser têkoşîna xwe pêş bixin.” 
 
Fûad Bêrîtan anî ziman ku Îran êdî wê Îrana berê nebe û wiha got, "Lê belê wê nebe ew Îran ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Ewropa li bendê ne. Her wiha dikare bê gotin, rastiyeke welê ya Îranê wê derkeve holê ku bi xweşiya Ewropa û DYA'yê neçe. Ji ber ku rabûna li ber emperyalîzm, Amerîkaperestî yan jî rabûna li ber cîhana derve weke ku di mînakên Iraq û Îranê de tê dîtin, êdî bi van rejîmên otorîter û zordar nabe. Ji ber ku piştî û hêzê ji gel nagirin, pozîsyona wan a li hemberî derve jî lawaz e."
 
Bi domdarî Fûad Bêrîtan diyar kir ku ya DYA dixwaze ji aliyê aborî ve guhertineke lîberal û hevkarî ye û destnîşan kir ku li Îranê ji guhertineke bi vî rengî wêdetir wê Îraneke ku ji aliyê demokratîkbûnê ve heta astekê gav avêtiye, pêk were.
 
HELWESTA MUXALEFETA ÎRANÊ
 
Di dewama gotarê de wiha tê gotin: “Muxalefeta heyî bêguman naxwaze bi cîhana derve re şer bike. Li şerekî tûj nafikire lê belê nêzîkatiyeke xwe ya welê jî nîne ku bibe hevkarê dewletên rojavayî, bi wan re bibe yek û nirxên wan bipejirîne. Muxalefeta li Ewropa û Amerîkayê rûdinê, nikare bersivê bide pêwîstiyên gel, nikare demokratîkbûn û azadiyê bi xwe re bîne.
 
Em vê yekê jî bibêjin; daxwaza gel a ji bo demokratîkbûn û nermbûnê wê bi şêweyê hilweşandina rejîma Îslamî nebe. Ji bo civakeke wekhev a ji aliyê aborî û civakî ve, berfirehbûna qadên demokratîk û azadiyê wê li gorî şert û mercên xweser ên Îranê, li gorî çand û dîroka wê pêk were. Di serhildanên Îranê de me ev yek bi şênberî dît.
 
MUXALEFET LI DIJÎ REJÎMÊ LAWAZ NEBÛYE
 
Rejîma li Îranê bi helwesteke tund nikare xwe ji vê pêvajoyê rizgar bike. Civaka Îranê ne civakeke welê ye ku rê bide tundiyê. Bêguman tevger mîna destpêkê timî û zêde nîne. Xwepêşandan kêm bûne, lê belê ev nayê wê wateyê ku muxalefeta li hemberî vê rejîmê lawaz bûye. Ev rewş hinekî bi karakterê civaka Îranê ve eleqedar e.
 
DERFETÊN AZADIYÊ YÊN GELÊ KURD
 
Hêzên demokratîk wê sûdê ji vê pêvajoyê werbigirin. Heke di vê pêvajoyê de têkoşîn bi pêş ve biçe, derfetên demokratîkbûna Îranê û azadiya gelê kurd wê bêne afirandin. Divê sûdwergirtina ji vê pêvajoyê ne welê be ku DYA û dewletên Rojavayî bibêjin li Îranê nakokiyan rû dan, em jî hevkarên xwe bixin nava liv û tevgerê, di vê dema zehmet de bi ser Îranê ve biçin û rejîmeke li gorî xwe ava bikin. Divê kes nebe amûrek ji van polîtîkayan re. Di vê pêvajoyê de jî nîşaneyên wê yekê têne dîtin ku DYA û dewletên rojavayî dixwazin bi berçavkên xwe li Rojhilata Navîn binihêrin, hevkarên xwe bixin nava liv û tevgerê, li Îranê polîtîkaya li gorî berjewendiyên xwe û hevkarên xwe yên mîna berê bimeşînin. Lê belê ev bendewarî rasteqîn nînin û nikarin pêk werin. Yên ku xwe dispêrin van bendewariyan û polîtîkaya xwe jî li gorî vê yekê dimeşînin, neçar in ku li Îranê têk biçin. Civaka Îranê ji rejîma heyî razî nîne, lê belê versiyoneke rejîmê ya beriya salên 1980'î jî naxwaze.
 
Bi navê KODAR û PJAK'ê em dibêjin ku divê mirov bi çavên dewletên rojavayî li bûyerên li Îranê nenihêrin. Ji bo vê jî divê mirov xwe ji wan nêzîkatiyan vegirin ku bi gotinên dewletên rojavayî û DYA'yê li benda pêvajoyeke demokratîkbûnê û afirandinan Îraneke demokratîk a mîna gotina rojavayiyan bisekinin. Îran wê ne mîna pîvan û pêvajoyên ku rojava li bendê ye demokratîk bibe. Ew dixwazin Îran bi temamî bibe hevkarê wan û ji aliyê aborî ve jî bi temamî lîberal bibe. Meyla civakê ya li Îranê ew e ku li hemberî Rojava û Ewropayê hevkariyê neke, xwe ji hevkariyê dûr bixîne. Divê ev yek bê dîtin. Ji xwe hevkariya bi dewletên Rojava û heyrantiya li wan, meyleke baş nîne. Lewma xwevegirtina ji dewletên rojavayî divê weke tiştekî neyînî neyê nirxandin. Muxalefeta civakî ya li Îranê ne di asta bersivdana li bendewariyên gel de jî be, tê dîtin ku di asta şoreşê de gavên demokratîk dixwaze û nafikire ku vê yekê li ser bingeha hevkariya bi dewletên rojavayî de bike.
 
KURDISTAN A XWESER AN JÎ FEDERE
 
KODAR û PJAK ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd di nava nêzîkatiya demokratîkbûna Îranê de ne. Lê belê ji ber ku hêzên civakî yên muxalîf ên li Îranê niha hinekî bêhtir çalak in, çarçoveya siyasî jî li ser bingeha guhertina demokratîk a li Îranê datîne û bi çareseriya civakî siyasî ya demokratîk dikare encamê werbigire. Her wiha dibe ku em xwedî polîtîkayeke bi şêweyê Îran a demokratîk, Kurdistan a xweser an jî federe bin. Bêguman pêvajoya demokratîkbûna Îranê ji bo azadiya gelê kurd derfetên girîng pêşkêş dike. Lewma KODAR wê bi civak û muxalîfên Îranê re di nava têkiliyê de be.
 
Demokratîkbûna li Îranê û têkoşîna azadiyê wê di nava şert û mercên Îranê de pêk were. Divê ev yek bê dîtin û li gorî vê jî gotin, polîtîka û ûslûbekî nû bê afirandin û bi vî rengî têkoşîna demokratîk bê pêşvebirin. Têkoşîneke bêyî parastina rewa, tê wê wateyê ku tu li Rojhilata Navîn berxê radestî gur bike. Li şûna ku ev têkoşîn bi gerîla, bi lêdanê, parçekirinê û qutkirina xakê bê meşandin, divê di nava şert û mercên hebûna hêza parastina rewa de bi xurtkirina rêxistiniya demokratîk, li ser bingeha têkoşîna demokrasiyê ya bi yekbûna bi gelên Îranê re bi armanca Îran a demokratîk, Kurdistan a xweser an jî demokratîk, têkoşîn bê meşandin."
 

Sernavên din

31/01/2023
20:06 Bi dehan malbat vegeriyan Şengalê
18:24 Îmzeyên ji bo PKK'ê radestî KE'yê hatin kirin
16:17 Doza qezaya Dêrikê: Divê her kesê bi qisûr werin darizandin
16:01 Bavê ku keça xwe kuşt hate girtin
16:01 Dema binçavkirinê ya rojnameger Altay cara 3’yemîn hate dirêjkirin
15:48 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya derketina ji krîzê ye
15:18 Derbarê rojnamevan Kartal de doza ‘dişibê’ hat vekirin
15:00 Li Çemçoyê bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn
14:26 Li Girtîgeha Espiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem hate destpêkirin
14:14 Ji jinên girtî yên Rojhilat name: Cezayên darvekirinan rawestînin
14:14 KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir
14:07 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hate taloqkirin
14:06 Buldan: Li hemberî hemleyên HDP’ê hûn dê mat bibin
13:57 Heta 15 salan cezayê hefsê ji hiqûqzan Gumuş re hat xwestin
13:17 Peywirdarên ku li deriyê sînor tundî li jinekê kirin ji kar hatin dûrxistin
13:05 Danişîna doza rojnamevan Gultekîn hat taloqkirin
12:57 Ji ber mija zêde ya li Şirnexê welatiyan zehmetî kişandin
12:47 Danişîna doza rojnamevan Çoban hat taloqkirin
12:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Berxwedana gel a li Îranê didome
12:12 Bazirganiya derve lê kêmiyê da û TUÎK’ê nekarî veşêre: Ji sedî 137 zêde bû
12:02 Malbata Şenyaşar: Mazlûm tên darizandin
12:01 Doza ‘Qanûna Sansurê’ ya ewil derbarê rojnamevan Aygul de hat vekirin
11:44 Nobeta Edaletê di roja 29’an de ye: Deriyên Îmraliyê vekin
11:26 Bi sedemê jiberçûyîna madeyê kîmyewî 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:19 Di doza polîsê bersûc de emniyetê delîl ji holê rakir
11:16 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
11:05 Li Kantona Şehbayê ku ambargo lê didome pirsgirêka derman û germkirinê heye
11:04 Piştî 30 salan vegeriya Rojava: Ez bi felsefeya Ocalan li ser pêya mam
10:54 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundî li jinekê hate kirin
10:42 Ji bo girtiyan ‘terîfeya xanî’ di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:17 2 sal cezayê hefsê li rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re axivî birîn
09:34 Dayika Aktaş ê li Îmraliyê: Kurê min mirî ye sax e em nizanin
09:03 Der barê jinên şidetê protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Parêzer Erîşen: Rewşa girtîgehan xirab e, dibe ku mirin zêde bibin
09:01 ‘Bi protokoleke veşarî tê birêvebirin, li cîhanê mînakeke wekî wê tune ye'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:50 Koma Ma’yê li Amedê konsereke bicoş lidarxist
30/01/2023
21:12 Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kes mirin
20:33 Agir bi kampa Kebertoyê ket
17:01 Gokkan: Ez red dikim ku li dadgeheke bêalîtiya xwe winda kiriye parastinê bikim
16:12 Danişîna doza êrişa li dijî saziyên elewiyan hat lidarxistin
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî
15:38 ‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e!
15:38 Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe
14:31 Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin
14:24 Serhildana li Rojhilat û Îranê 135 roj li pey xwe hişt
13:50 Di erdheja Xoyê de 7 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne
13:45 Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî
13:30 Li Colemêrgê rêya 39 gund û mezrayan hat girtin
13:16 Blinken: Operasyona leşkerî ya li ser rojavayê Kurdistanê wê nebe berjewendiyên tu kesî
13:04 Dadgehê hêceta cezakirinê spart xala 283’yemîn a TCK’ê
12:59 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Dê hesaba vê zilmê were pirsîn
12:54 Ji DYA’yê bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: Dibe ku êrişên bersivdayînê pêk werin
12:16 Nobeta Edaletê ya ji bo Îmraliyê: Bayê aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:39 ‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’
10:12 Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye
09:46 Parêzerê Ocalan ê îtalî Angelelli: Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze
09:26 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken hate Rojhilata Navîn
09:04 Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be
09:02 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila Wezîrê Dadê soza xwe bi cih bîne
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê
17:08 HDP li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya
16:56 Ok ê 74 salî hate girtin
16:48 Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn
16:30 Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin
16:19 Panela tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet: Tecrîd wê bi serkeftinê bi dawî bibe
16:08 Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan
15:53 Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn