Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike

  • rojane
  • 09:49 3 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid diyar kir ku divê dinya bertekên xwe nîşanî êrişên dewleta tirk bide û got: “Dewleta tirk ne bi tenê herêmê dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike." 
 
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid, li ser êrişên hewayî yên ku Tirkiyeyê şeva 19’ê Mijdarê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin, ji ANF’ê re nirxand. 
 
‘ÊRIŞ ROJEKÊ JÎ NESEKINÎN’
 
Xalid diyar kir ku ji Şoreşa Rojava û vir ve, dewleta Tirk êrişê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha got: “Rojek jî êrişên dewleta Tirk ên bi ser herêmê nesekinîne. Di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Cerablus, Bab û Ezaz hatin dagirkirin. Bi êrişên ku dewam dikin dixwazin berfirehtir bikin. Mixabin meha Mijdarê de careke din dewleta Tirk li xwarina gefan li herêma me dewam dike.”
 
‘DIXWAZIN HERÊMÊ JI MIROVAN XALÎ BIKIN’
 
Xalid bal kişand ser sûcên şer ên dewleta Tirk û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk, bi êrişên niha û êrişên berê, gelek sûcên şer kirin. Êrişê sivîlan û binesaziyan hat kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sûcê şer dikin. Her kes dizane ku wê ev êriş bibin sedema krîza mirovî. Polîtîkaya qirkirina xelkê herêmê tê birêvebirin. Bi van êrişan dixwazin ku çavên gelê me bitirsînin da ku herêm ji mirovan xalî bibe.”
 
‘BERTEKÊN LI DIJÎ KOMKUJIYA DÊRIKÊ, BÊ BANDOR BÛN’
 
Xalid bal kişand bi ser bêdengiya hêzên navneteweyî û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Bertekên li dijî komkujiya Dêrikê bê bandor bûn. Li herêmê ne bi tenê dewleta Tirk êrişê me kir. Em bi rû bi rûyê hovîtiya DAÎŞ’ê jî bûn. Me herêm û cîhan ji belaya DAÎŞ’ê rizgar kirin. Xelkên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêm ji DAÎŞ’ê parast û cîhan jî ji terorê paqij kir. Yên ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan, îro rû bi rûyê terora dewleta Tirk û DAÎŞ’ê ne, lê cîhan hêj dengê xwe nake. Bi deh hezaran kes ji bo cîhanê û herêmê ji terorê rizgar bikin, canê xwe feda kirin. Tevî ewqas fedakariyê kes dengê xwe nake.”
 
‘BI TENÊ GELÊ ME LI HERÊMÊ XWEDÎ DERKET’
 
Xalid îşaret bi bertekên xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî êrişan kir û wiha got: “Yên ku xwedî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin, bi tenê gel in. Gelê me van êrişan qebûl nake. Gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, Ermen û Çerkez ji dema Şoreşa Rojava û vir ve xwedî helwest in, di soza parastina herêmê de bi israr û biryar in. Me Rêveberiya Xweser jî helwesta xwe eşkere kir. Em destûr nadin ku kes dest dirêjê destkeftiyên şehîdên me û Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Em ê Şoreşa Rojava bibin serî û wê û Şoreşa Rojava bibe modelek ji bo Sûriyeyê.”
 
‘EM Ê ÊRIŞAN PÛÇ BIKIN’
 
Bêrîvan Xalid bang li xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir li dora Rêveberiya Xweser kom bibin û got: “Em ê bi hev re van êrişan pûç bikin. Em destkeftiyên şehîdên xwe, ne ji dewleta Tirk re ne jî terora DAIŞ’ê re nahêlin.”
 
Xalid bang li civaka navneteweyî kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: "Divê dinya xwedî li Rojava derkeve û bi helwestekê li ber êrişan rabibe. Dewleta tirk ne bi tenê herêmê, dixwaze ku Sûriyeyê bixe destên xwe. Divê dinya êdî dengê xwe ji dewleta tirk re bike.”
 

Sernavên din

05/12/2022
16:29 Baroya Sêrtê dê mudaxilî dosyaya doza Malbata Şenyaşar bibe
16:13 Hejmara birîndarên di qezaya Alîbeykoyê de derket 33’yan
16:05 Li Berwariyê operasyona leşkerî: Nahêlin şêniyên gund ji malên xwe derkevin
15:47 Anonymous’ê malpera hikûmeta Swêdê girt
15:35 Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da
15:07 DMME’yê têkildarî girtina rojnamevanan ji Tirkiyeyê parastin xwest
14:53 Li Rojhilat û Îranê greva giştî dest pê kir
14:53 Li gorî îdiaya Oktay ê AKP’î sedema krîza aborî şerê Rûsya-Ûkraynayê ye!
14:45 Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê ji bo mîtîngê banga tevlibûnê kir
13:51 Ferît Şenyaşar: Heta ku dayikê nebînin nikarin derkevin nava gel
13:36 DÎSK: Divê kêmtirîn mûçe 13 hezar û 200 lîre be
13:10 Dayika girtiya ku daxwaza hevdîtina bidîmen dikir jiyana xwe ji dest da
12:35 Ahura û Praksîsê bi stranekê piştevanî dan berxwedana li Rojhilat û Îranê
11:52 Ji bo MHP’ê li ser rêya astengdaran qulûbeya polîsan hat çêkirin
11:35 Girtiya ku piştî 30 salan hatibû berdan dîsa hate girtin
10:59 TUÎK’ê enflasyon weke ji sedî 84, ENAG’ê jî weke ji sedî 170 aşkere kir
10:58 Çevîrmen: Bi hincetên vala nahêlin girtî bên berdan
10:43 JINNEWS’ê çeteleya meha mijdarê parve kir: 31 jin û herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin
10:25 Girtiyê nexweş ku bi kamerayan tê şopandin: Tiştek bi serê me were girtîgeh berpirsyar e
10:19 Ozyildiz piştî 30 salan hate Amedê
10:03 Li Qamişloyê teqîn pêk hat: Kesek birîndar bû
09:49 Hevdîtinên budçeyê dest pê dikin
09:40 Êrişên bi çekên kîmyewî di manşeta L’Humaniteyê de ne
09:39 Mahmût Tat ê Swêdê radestî dewleta tirk kir hate girtin
09:07 Hevşaredarên HDP’yî: Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet li dora ‘Jin jiyan azadî’ xwe bi rêxistin bikin
09:06 Endamê DÎB’ê: Tirkiye li Başûr bi ser neket niha jî êrişî Rojava dike
09:05 ‘Ne ji bo şer divê budçe ji xwendekar û welatiyan re bê veqetandin’
09:05 Başaran: Girtina aktîvîstên jin nîşan dide ku desthilatdar pir tirsiyaye
09:02 Botan: Endamên NATO'yê sûcê şer ê Tirkiyeyê dinixumînin
09:00 Alcan: Divê CPT demildest rapora xwe eşkere bike
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN
04/12/2022
23:47 Ciwanan bi daliqandina pankart êrişan şermezar kirin
23:23 Artêşa Iraqê li DAIŞ'ê da
21:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê hat kirin
19:23 Civîna Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû
18:24 Malbatên endamên HPG'ê: Cenazeyên zarokên me hatine şewitandin
16:54 HDP’a Kerboranê kongreya xwe li derve li dar xist: Em Rêya 3’yemîn ava dikin
16:40 Amedspor li hemberî 24 Erzîncansporê 1-2 têk çû
16:39 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:23 Rewşenbîrên Başûr li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniyeyê civiyan
16:05 Li Amedê jinek hat qetilkirin
15:42 Nivîskar Ozyildiz ku 30 sal piştre hate berdan: Dê azadî bi ser keve
15:25 HSD: Dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir
15:17 TTB’ê ji bo Fîncanci banga azadiyê kir
14:58 Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas li Îranê hatin girtin
14:33 Bedela projeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê 4 qat zêdetir bû
14:07 Bahar Hezer li Rihayê hat definkirin
13:53 Tîryakî: Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê
13:23 DTSO’yê tablet diyarî xwendekarên dersa kurdî hilbijartin kir
13:22 Bayram piştî 30 salan hate berdan
12:31 Ji Îranê biryara ‘polîsên exlaqê’
12:25 Malbata Şenyaşar: Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn