'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'

  • rojane
  • 17:11 2 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Endama Desteya Rêveber a ÎHD'a Amedê Jiyan Ormanli ku di "Nobeda Aştiyê" de axivî got: "Li Tirkiyeyê ji bo aşîtiyeke nirxdar pêk were divê li girtîgehan tecrîd û îzolasyon bi dawî bibin û di serî de cihêkariyên li ser girtiyên nexweş û li ser girtiyên polîtîk ji holê rabe."
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakiya "Nobeda Aştiyê" ya vê mehê jî li dar xist. ÎHD, ku di her îna serê mehê de çalakiya "Nobeda Aştiyê" li dar dixe, ya vê mehê li ÎHD a Şaxa Amedê li dar xist. Di nobedê de pankarta "Ji bo hemû kesî aştî" hat daliqandin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Odeya Bijîşkan a Amedê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê beşdarî nobedê bûn.  
 
Di nobedê de Endama Desteya Rêveber a ÎHD'a Amedê Jiyan Ormanli metna daxuyaniyê xwend. 
 
Ormanliyê diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê rû didin hevçaxên dîroka komarê ne û got ku heta niha hikûmetên hatine li ser desthilatdariyê ji bo van binpêkirinan tu polîtîka neafirandine û ev yek jî bûye sedema berfirehkirina vê pirsgirekê. Ormanliyê anî ziman ku ÎHD'ê piştî darbeya 12’ê Îlonê ji bo îşkence, muameleyên xirab û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê rû didin bi dawî bibin, ji hêla xizmên girtiyan, rewşenbîr, parazvanên mafan û hiqûqnasan ve hatiye damezrandin û wiha domand: "Em bi cerebeya xwe ya 36 salan dikarin bibêjin ku sedema herî girîng a îxlalên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê tên jiyîn ji ber polîtîkayên dewletê pêk tên. Bi taybetî neçareseriya pirsgirêkên Kurdan, israra polîtîkayên ewledariya dewletê, qedexeya li ser sazî û kesên ji bo maf û azadiyê têdikoşin her roj girtiyên girtîgehên Tirkiyeyê û îxlalên mafan zêdetir dike. Li gorî daneyên Wezareta Dadê yên li ser malpera xwe ya fermî weşandiye li Tirkiyeyê bi giştî di 399 girtîgehan de  ji 1’ê Mijdara 2022’an vir ve 331.706 girtî û cezaxwarî hene, kapasîteya giştî ya girtîgehan jî 288.348 hatiye diyarkirin. Li gorî vê daneyê 43.358 girtî ji kapasîteyê zedetir in. Li gorî daneyên wezaretê jî rewşa girtîgehên Tirkiyeyê tê xuyakirin." 
 
Ormanliyê di berdewama daxuyaniyê de ev tişt gotin: "Em dikarin bibêjin xebata herî girîng a Komîsyona Girtiyan a Komeleya me tespîtkirina rewşa nexweşên girtî yên di girtîgehê de ne û pêkanîna gihandina mafê wan ê tenduristiyê ye. Qasî ku me di Nîsana 2022’an de tespît kiriye li girtîgehên Tirkiyeyê 651 giran bi giştî 1517 girtîyên nexweş hene. Ji roja ku têgeha ‘girtiyên nexweş’ ketiye rojeva Tirkiyeyê heta niha hejmara girtiyên nexweş her diçe zêdetir dibe ev yek bi me nîşan dide girtîgeh li ser tendûristiya mirovan bandora neyînî pêk tînin. Bi taybetî bi cihêkariya qanûna înfazê girtiyên polîtîk bi salên dirêj li girtîgehan tên girtin, piraniya van girtiyan di salên 90’î de hatine girtin di binçavî û girtîgehan de bi îşkenceyê re rû bi rû mane, tedawiyên wan pêk nehatine, dîsa serîlêdana 'taloqkirina înfazê' ya van girtiyan bi Qanûna 5275’an hatiye astengkirin, digel raporên nexweşxaneyên herî baş ên 'nikare li girtîgehê bimîne' Saziya Tibba Edlî rapora “dikare li girtîgehê bimîne” dide, lîjneyên çavderî yên îdarî gava nirxandinên 'rewşa baş' dikin bi 'sedemên polîtîk' tevdigerin. Ev tev dibin  îxlala mafê jiyanê ya girtiyan." 
 
Ormanliyê destnîşan kir ku girtîgehên Tirkiyeyê bi pirsgirêkên mayînde û pêkanînên talûke yên li ser jiyana girtiyan veguherîne navenda binpêkirinên mafên mirovan û got: "Ji bilî babetên me diyar kirine ev salên dawî gelek mirinên bi guman ên girtiyan pêk tên ev jî pirsgirekek din bi me nîşan dide. Li gorî tespîta komeleya me îsal 72 girtî li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane. Gelek ji van girtiyan jiyana xwe bi guman ji dest dane." 
 
'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'
 
Ormanliyê anî ziman ku divê rêz li mafê girtiyan were girtin û got: "Ev jî di berpirsiyariya dewletê de ye. Dewlet divê bêyî nêrîna polîtîk a girtiyan, nîjada wan, zayend û cihêkariyên wan ên din binêre helwesteke li gorî nirxên mirovahiyê diyar bike. Li ser vê babetê polîtîkaya tecrîdê ku em wekî rêbaza îşkenceyê dibînin demildest dawî bibe. Dewlet bi taybetî tecrîdê wekî rêbaza îşkenceyê li girtîgehan ji bo girtîyên polîtîk “ îsleh” bike û bi vê rêbazê çavên hemû kesên muxalîf bitîrsîne pêk tîne. Bi taybetî îzoleya ku demeke dirêj e li ser girtiyên bi navê Veysi Aktaş, Hamili Yildirim û Hayri Konar ên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimînin, qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran, astengkirina mafê ragihandinê ya bi  name û telefonê qonaxa ku tecrîd hatiye nîşan dide. Li Tirkiyeyê ji bo aşîtiyeke nirxdar pêk were divê li girtîgehan tecrîd û îzolasyon bi dawî bibin û di serî de cihêkariyên li ser girtiyên nexweş û li ser girtiyên polîtîk ji holê rabe." 
 
'BERÎ HER TIŞTÎ AŞTÎ'
 
Ormanliyê di dawiyê de got: "Divê girtiyên siyasî yên nexweş bêyî girêdayîyê konjoktûra siyasî bin demildest werin berdan; tecrîd û izolasyon bi dawî bibin. Em dibêjin berî her tiştî aşîtî."

Sernavên din

05/12/2022
16:29 Baroya Sêrtê dê mudaxilî dosyaya doza Malbata Şenyaşar bibe
16:13 Hejmara birîndarên di qezaya Alîbeykoyê de derket 33’yan
16:05 Li Berwariyê operasyona leşkerî: Nahêlin şêniyên gund ji malên xwe derkevin
15:47 Anonymous’ê malpera hikûmeta Swêdê girt
15:35 Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da
15:07 DMME’yê têkildarî girtina rojnamevanan ji Tirkiyeyê parastin xwest
14:53 Li Rojhilat û Îranê greva giştî dest pê kir
14:53 Li gorî îdiaya Oktay ê AKP’î sedema krîza aborî şerê Rûsya-Ûkraynayê ye!
14:45 Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê ji bo mîtîngê banga tevlibûnê kir
13:51 Ferît Şenyaşar: Heta ku dayikê nebînin nikarin derkevin nava gel
13:36 DÎSK: Divê kêmtirîn mûçe 13 hezar û 200 lîre be
13:10 Dayika girtiya ku daxwaza hevdîtina bidîmen dikir jiyana xwe ji dest da
12:35 Ahura û Praksîsê bi stranekê piştevanî dan berxwedana li Rojhilat û Îranê
11:52 Ji bo MHP’ê li ser rêya astengdaran qulûbeya polîsan hat çêkirin
11:35 Girtiya ku piştî 30 salan hatibû berdan dîsa hate girtin
10:59 TUÎK’ê enflasyon weke ji sedî 84, ENAG’ê jî weke ji sedî 170 aşkere kir
10:58 Çevîrmen: Bi hincetên vala nahêlin girtî bên berdan
10:43 JINNEWS’ê çeteleya meha mijdarê parve kir: 31 jin û herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin
10:25 Girtiyê nexweş ku bi kamerayan tê şopandin: Tiştek bi serê me were girtîgeh berpirsyar e
10:19 Ozyildiz piştî 30 salan hate Amedê
10:03 Li Qamişloyê teqîn pêk hat: Kesek birîndar bû
09:49 Hevdîtinên budçeyê dest pê dikin
09:40 Êrişên bi çekên kîmyewî di manşeta L’Humaniteyê de ne
09:39 Mahmût Tat ê Swêdê radestî dewleta tirk kir hate girtin
09:07 Hevşaredarên HDP’yî: Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet li dora ‘Jin jiyan azadî’ xwe bi rêxistin bikin
09:06 Endamê DÎB’ê: Tirkiye li Başûr bi ser neket niha jî êrişî Rojava dike
09:05 ‘Ne ji bo şer divê budçe ji xwendekar û welatiyan re bê veqetandin’
09:05 Başaran: Girtina aktîvîstên jin nîşan dide ku desthilatdar pir tirsiyaye
09:02 Botan: Endamên NATO'yê sûcê şer ê Tirkiyeyê dinixumînin
09:00 Alcan: Divê CPT demildest rapora xwe eşkere bike
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN
04/12/2022
23:47 Ciwanan bi daliqandina pankart êrişan şermezar kirin
23:23 Artêşa Iraqê li DAIŞ'ê da
21:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê hat kirin
19:23 Civîna Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû
18:24 Malbatên endamên HPG'ê: Cenazeyên zarokên me hatine şewitandin
16:54 HDP’a Kerboranê kongreya xwe li derve li dar xist: Em Rêya 3’yemîn ava dikin
16:40 Amedspor li hemberî 24 Erzîncansporê 1-2 têk çû
16:39 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:23 Rewşenbîrên Başûr li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniyeyê civiyan
16:05 Li Amedê jinek hat qetilkirin
15:42 Nivîskar Ozyildiz ku 30 sal piştre hate berdan: Dê azadî bi ser keve
15:25 HSD: Dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir
15:17 TTB’ê ji bo Fîncanci banga azadiyê kir
14:58 Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas li Îranê hatin girtin
14:33 Bedela projeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê 4 qat zêdetir bû
14:07 Bahar Hezer li Rihayê hat definkirin
13:53 Tîryakî: Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê
13:23 DTSO’yê tablet diyarî xwendekarên dersa kurdî hilbijartin kir
13:22 Bayram piştî 30 salan hate berdan
12:31 Ji Îranê biryara ‘polîsên exlaqê’
12:25 Malbata Şenyaşar: Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn