Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin 2025-08-18 13:01:46 AMED - Wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku meseleya Kurd meseleyeke demokrasî û edaletê ye û got: “Divê siyaseta demokratîk were misogerkirin.”     Wekîlê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu têkildarî geşedanên di rojevê de li avahiya partiya xwe ya Amedê daxuyanî da. Tanrikulu, diyar kir ku meseleya Kurd di heman demê de meseleya demokrasî û edaletê ye û got: “Em bi israr dibêjin ku divê meseleya li Tirkiyeyê bi awayekî hemwext bi projeya demokrasiyê bê meşandin. Îktîdar dibêje ‘Me meseleya Kurd çareser kir, li Tirkiyeyê meseleya terorê heye.’ Em wisa nafikirin. Meseleyeke tundî, şer û terorê heye lê ev encameke pirsgirêka Kurd e. Divê Tirkiye xwe ji tundî û şer pak bike. Divê meseleya Kurd jî bi rêya edalet û demokrasiyê çareser bike. Em ji bo vê li ser maseya li Meclisê ne.”    Tanrikulu, got ku li rexekî tundî û operasyon li rexa din pêvajoya bidawîkirina tundiyê nabe û ev rewş dê bike ku civak qaneh nebe. Tanrikulu, wiha domand: “Lewma divê bi çekberdan, tevlibîna jiyana civakî re hemwext, li gelê wê jî têkildarî demokrasî, yasayeke adilane ya înfazê, ya têkildarî azadiya xweîfadekirinê, bidawîkirina sepana qeyûm û hwd. tavilê bên destgirtin û siyaseta demokratîk bê misogerkirin. Nexwe pêvajo bi tendurist nameşe. Çima kesên eleqeya wan bi tundiyê re nîne di girtîgehê de ne, li sirgûnê ne. Divê Meclis li dijî vê xwedî helwest be”     ‘DIVÊ ÎRADEYA MASEYÊ NÎŞANÎ DARAZÊ BIDIN’      Bi domdarî Tanrikulu destnîşan kir ku divê burokrasiya darazê bizane ku her xeletiya dikin, di mijara aştiyê de rê li ber astengiyên mezin vedikin û got: “Hewceye îradeya li ser maseyê bigihije burokratên darazê yên li edliyeyan hêj li ber xwe didin. Heke em îradeya xwe di mijara aştî û demokrasiyê de nîşan nedin, ew ê di vê pêvajoyê de her tim weke astengî derkevin pêşiya me.”    Tanrikulu, got “Kî bi mirin û pevçûnan û kî bi aştiyê re bila derkeve holê û ev tişt anî ziman: “Banga min ji bo wekîlên AKP’î ew e ku îradeya xwe bi awayekî xurt nîşan bidin û bibin dengê aştiyê yê gelê me û pêşiya tercîhên xelet ên îktîdara siyasî bigirin. Heke em siyaseta demokratîk misoger nekin, dê nekarin di mijara aştiyê de pêş bikevin.”    ‘LI SÛRIYEYÊ DAXWAZA AŞTIYÊ BIKIN’     Têkildarî polîtîkayên li Sûriyeyê jî Tanrikulu wiha got: “Kurdên li Sûriyeyê xizmên me ne. Her gotina der heqê wan de li vir welatiyên me yên Kurd diêşîne. Werin wateya wan gotinan ji welatiyên me yên ji Amed, Sêrt, Êlih û Wanî bipirsin. Xwe ji zimanê şer û pevçûnan pak bikin. Gelê me aştiyê dixwaze û li pêşiya vê nesekinin.”