Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir 2025-08-16 15:39:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Emîr Reîsyan ragihand ku cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî ji aliyê Dadgeha Bilind ya Îranê ve hatiye pejirandin.   Li gorî Arîn TV ku çavkaniya xwe spartiye parêzer Emîr Reîsiyan ê Şerîfe Mihemediyê, cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê ji aliyê şaxa 39'an a Dadgeha Bilind ya Îranê ve hatiye erêkirin. Hat gotin ku Dadgeha Bilind ya Îranê bêyî ku kêmahiyan li ber çavan bigire, der barê Şerîfe Mihemediyê de cezayê darvekirinê erê kiriye.   ÇI BÛBÛ?   Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiyê ye û li bajarê Reşt niştecih e. Şerîfe Mihemedî, di Kanuna 2023’yan de bi hinceta "Propagandaya li dijî dewletê" kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha 2024’an de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirabkirin. Lê careke din di 13’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Serokê Şaxa 2’yan a Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemediyê hatibû pejirandin.