Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e 2025-08-14 09:54:43 STENBOL - Endama Foruma Azadî û aştiyê ya Ewropayê Neşe Ozgen ku pêşengtiya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” dike, diyar kir ku mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê, tecrîd e.    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk were çareserkirin, Banga Aştî û civaka Demokratîk kir. Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) jî piştî vê bangê, ji bo Abdullah Ocalan bikare pêvajoyê di şert û mercên baştir de birêve bibe, di 5’ê Hezîranê de kampanyaya “Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” da destpêkirin. Akademîsyen, endama EFFP’ê û pêşenga kampanyayê Neşe Ozgen ser armanca kampanyayê axivî.    Neşe Ozgen, anî ziman ku piştî biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê kampanya dane destpêkirin û wiha got: “Akademîsyen, rewşenbîr, siysaetmedar û rojnamegerên ji ber sepanên dij-demokratîk derketin derveyî welat di kampanyayê de cih digirin. Armanca me ya esasî ew e ku aştî û demokrasî bê welatê me. Kampanya didome. Kampanyaya me ji bo serdema bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Ocalan dest pê kirî re jî bersieke. Armanca me ne tenê şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan e, her wiha rûxandina vê rejîma zilmê ye.”   'DIVÊ BIRÊZ OCALAN JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE’      Neşe Ozgenê anî ziman ku divê her kes xwedî li banga Abdullah Ocalan derkeve û wiha domand: “Daxwaza me ew e ku mercên fîzîkî yên birêz Ocalan bên başkirin û were berdan. Ji ber ku heta azadiya aliyeke di mizakereyan de cih digire pêk neyê, nikare tev li nîqaş û civînan bibe. Daxwaza me ya din jî ew e ku her ks bikare bi Ocalan re hevdîtinê bike û gotina wî bibihîse. Lêbelê armanca esasî, berdana Ocalan e.”    'ÇALAKÎ Û XWEPÊŞANDAN DIDOMIN’      Di berdewamê de Neşe Ozgenê bi lêv kir ku yek ji hedefa wan ew e ku dîasporayê di çarçoveya aştî û demokrasiyê de pêş bixin û bi vê boneyê gelek xebat kirine. Neşe Ozgenê, got: “Di çarçoveya vê kampanyayê de ji 13 welatan bi giştî 100 jinan bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Wezareta Dadê re name şandin. Di Tîrmehê de 39 kesên ji welatên Ewropayê di çarçoveya kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ hatin Tirkiyeyê. Di 24’ê Tîrmehê de endamên Em ji bo Azadiyê Israr Dikin (Insisting On Freedom) ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re ji Ewropayê çûn Tirkiyeyê. Herî dawî, di 8’ê Tebaxê de têkildarî kampanya û xebatên EFFP'ê me raporek parve kir. Xebatên me didomin.”    'DERDORÊN PIR CUDA PIŞTGIRÎ DAN’     Bi domdarî Neşe Ozgenê bi lêv kir ku li gel piştgiriya sazî û dezgehan, her wiha piştgiriyên şexsî jî bo kampanyaya wan hene û ev tişt anî ziman: “Em hewl didin li hundirê welat jî kampanyayê pêş bixin. Em jê dixwazin vîdeo bikişînin û em jî li ser malpera xwe biweşînin. Ji piştevanên kampanyayê Ashish Kothari, li Hindistanê ji komeke çalakiyên hawirdorê ye. Tiştekî balkêş kir; nivîseke ku bi awayekî xeyalî Gandhi û Ocalan tîne gel hev nivîsand. Me jî weşand. Gelek navên din ên cuda di kampanyaya me de cih digirin.”    'PeRGALA TECRÎDÊ LI PÊŞIYA AŞTIYÊ ASTENGIYA HERÎ MEZIN E’     Neşe Ozgenê daxuyand ku mezintirî astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e û axaftina xwe wiha qedand: “Kampanyayê careke din nîşanî me da ku parastina aştiyê, cisaret, domdarî û piştevaniyeke kûrewî dixwaze. Bi rastî jî parastina aştiyê ne tiştekî hêsan e. Yek ji tiştên me di rapora xwe de bal kişandiye ser ew e ku ji bo dengê daxwaza demokrasî û aştiyê bilindtir bikin, divê hejmara koman a li Tirkiye û Ewropayê bêhtir bibin. Jixwe armanca avakirina EFFP’ê ne tenê ragihandina tiştên li Tirkiye û Kurdistanê tên jiyîn nîne. Her wiha em dixwazin dîasporeyeke ku dengê hêzên sosyalîst ên têkildarî Tirkiye û Rojhilata Navîn baştir were bihîstin jî pêş bixin.”    MA / Esra Solîn Dal