Li Sindirgiyê xebatên tespîtkirina xesarê dest pê kirin 2025-08-11 12:55:49   BALIKESÎR - Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya diyar kir ku li Sindirgiyê xebatên tespîtkirina xesarê dane destpêkirin û ji bo herêmê 20 milyon TL alîkarî dê were şandin.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî erdheje bi pileya 6.1 ku li navçeya Sindirgi ya Balikesîrê çêbû, daxuyanî da. Yerlîkaya, da zanîn ku li Sindirgiyê avahiyek hilweşiyaye û welatiyekî jiyana xwe ji dest daye. Yerlîkaya, da zanîn ku midûriyeta hawirdorê ji bo tespîtkirina xesarê 50 kom ava kiriye û ji bo tespîtkirina zirarê 30 koman dest bi xebatê kirine.    Yerlîkaya, da zanîn ku zêdetirî 10 erdhejokên pileya wan bi ser 4’ê re çêbûne û got: “Bi giştî zêdetirî 250 erdhejok çêbûn. Piştî pêvajoya edlî dê kavil bên rakirin. Me 20 milyon lîre ji bo piştgiriyê şandin. Konteynirên me hatin şandin. Em ê biçin gundên Alaca û Golcukê. Heta niha ji bo 60 avahiyan banga ‘avahiyê min ji erdhejê bandor bûye, xesar gihiştiyê, werin lêkolîn bikin’ hatiye kirin. Em ê van lêkolîn bikin.”    Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû jî diyar kir ku ji bo nexweşxaneyan 52 serlêdan hatine kirin û 29 kes hatine tedawîkirin. Memîşoglû, got ku ji van 19 jê ji nexweşxaneyê derketine û bi giştî 10 kes birîndar bûne û rewşa wan baş e. Memîşoglû, got: “Erdhej nakuje, avahî dikujin. Divê her kes guh bide vê.”