Çalakiya jinên Beluc didome: Em qirkirinê îfşa dikin 2025-08-10 15:00:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Beluc ku ji bo Belucên hatin windakirin û girtin meş li dar xistin, gotin: “Xemsariya domdar a rayedaran cisaret û îstîqrara me naşikinî lêbelê em pergala we ya qirkirina Belucan dike îfşa dikin.”    Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc ku bi daxwaza aşkerakirina aqûbeta Belucên ji hêla dewleta Pakistanê ve hatine windakirin û berdana girtina aktîvîstên Beluc û lîderên Komîteya Yakcetî ya Beluc (BYC) hatiye destpêkirin, dir oja 26’an de didome.    JIN ÇALAKIYÊ LI DAR DIXIN     Di çarçoveya çalakiyan de jinan heta ber deriyê Kuluba Çapemeniyê ya Îslamabadê meş li dar xist. Di çalakiyê de psoterên aktîvîstên Beluc û kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Di pankarta wêneyên aktîvîstên Beluc li ser bû de nivîsa “Dawî li zexta civakî bîne. Lîderên BYC’ê berdin” hatibû nivîsandin. Piştî meşê, jinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    'EM QIRKIRINÊ ÎFŞA DIKIN’    Di daxuyaniya li vir de wiha hate gotin: “Armanca têkoşîna me ew e ku şerê Belucan ê di dîroka mirovahiyê de herî dirêj û nehatiye vegotin, bi dinyayê bidin zanîn. Ev dayik ji êş û zextan rizgar bûn û bûn sembolên cisaretê. Xemsariya rayedaran cisaret û îstîqrara me naşikine lêbelê em pergala we ya qirkirina Belucan bênavber îfşa dikin. Her saniyeya vê rûniştinê, têkçûna vê dewleta mîna sehneyên şanoyê, medyayê û parlamentoya wê neqiş dike.”    13 SAL IN LI KURÊ XWE DIGERE    Amma Haurî ku kurê wê Gul Muhammad Marrî di çalakiya 7’ê Tebaxa 2012’an de ji hêla hêzên ewlekariyê yên Pakistanê ve hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin jî tev li çalakiyê bû. Amma Haurî xwest bi aqûbeta kurê xwe bizane û zextên ser Belucan bi dawî bibin.