Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû 2025-08-03 14:26:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Enformasyona Enerjiyê ya DYA ragihand ku îxracata petrola Iraqê ya ji bo DYA'yê di hefteya bihurî de kêm bûye.    Li gorî daneyan, îxracata rojane ya petrolê ya ji Iraqê ber bi DYA'yê ve daket 214 hezar warîlî. Ev hejmar, li gorî hefteya bihurî ku 273 hezar warîl bû, kêmbûna 59 hezar warîlî nîşan dide. Di heman demê de DYA rojane ji neh welatan bi giştî 5,36 mîlyon varîl petrola xam îthal dike. Ev yek nîşan dide ku li gorî hefteya bihurî 17 hezar warîl zêde bûne.    Kanada ji bo DYA'yê çavkaniya herî mezin a îtxalata petrolê bû û rojane bi qasî 4,08 mîlyon warîl peyda dikir. Ji aliyê Nîjeryayê ve bi 250 hezar warîl û Erebîstana Siûdî jî bi 233 hezar warîlî hat şopandin. DYA jî 172 hezar warîl ji Meksîkayê, 165 hezar warîl ji Kolombiyayê, 98 hezar warîl ji Ekvadorê, 87 hezar warîl ji Lîbyayê û 70 hezar warîl jî ji Brezîlyayê îthal kir.