Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin 2025-08-01 12:23:39 AMED – Jinên ku di bin germa zêde de li zeviya pîvaz dixebitin, diyar kirin ku yewmiyeya digirin kêm e û jin bi roj li nava zevî bi şev jî di kon de dixebitin.   Karkerên demsalî yên ku li gundê Qencewazkê yê girêdayî navçeya Xana Axpar a Amedê, di zeviya pîvaz de dixebitin di mercên dijwar de li ber halê xwe didin. Karkerên ku di konan de dimînin, di bin germa zêde karê giran dikin. Karkerên ku rojane di saet 5.00’an de hişyar dibin û di saet 6.00’an de deset bi xebatê dikin, carinan ji ber karên zêde êvarê heta 19.00-20.00’an dixebitin û ji bo vê xebata giran heqdesteke kêm werdigirin.    XEBATA JINAN: BI ŞEV Û ROJ E   Karkerên ku her roj di bin pileya 43-45 germê de ked didin rojane yewmiyeya wan di navbera 500-1.500 TL de ye. Xebata jinan piştî vedigerin konan jî naqede. Jinên ku bi roj li ser zevî dixebitin, êvaran jî karên malê dikin.    HEM XWEND HEM JÎ XEBITÎ   Munîre Gul (18) a ku ji ber derfetên aboriyê di 13 saliya emrê xwe de hem dixebite û hem jî dixwînê got: “Ji ber rewşa aboriyê min di temenê biçûk de dest bi kar kir. Di 13 saliya temenê xwe de min dest bi karê komkirina pîvazan kir. Ji ber mercan ez bi domdarî neçûm dibistanê. Min dibistan xilas kir lê dema ser kar min nedikarî xwe ji ezmûnan re amade bikim. Rexmê vê yekê min dev ji xwendinê berneda û dibistan xilas kir.”    ‘HEQDESTÊ ME TENÊ TÊRÎ XWARINA ME DIKE’   Sultan Gulmuş (44) rave kir ku ji bo debarê karkeriya demsalî dikin ev tişt got: “Hewa zêde germ e. Nexweşiyên min ên diyabet û tansiyon hene. Ji bo debarê ez neçar im bixebitim. Ne ji neçariyê be ez vî karî nakim. Serê sibê em di 5’an de radibin û êvarê heta 8’an dixebitin. Em ji bo vê xebatê hezar TL digirin. Ev heqdest têrî xarina me nake. Em dixwazin ku yewmiye bibe 1.500-2000 hezar TL.”   MA / Heval Onkol