Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol! 2025-07-31 10:48:34   WAN – Li gundê Qûrcan a navçeya Seravê ku du caran îhale lê hatiye kirin, çêkirina golê tevî hemû sozan jî ev 25 sal in temam nebûye. Welatiyên nerazîbûn nîşanî rewşê dan, diyar kirin ku ji ber bandorên ziwatiyê nikarin erdên xwe yên çandiniyê av bidin.   Li gundê Qûrcan a girêdayî navçeya Serav a Wanê, di sala 2000'î de ji bo çêkirina gola ku tê texmînkirin 1,76 milyon metrekup be û qadeke ji 3 hezar û 900 hektarî were avdan, îhale hatibû dayîn. Çêkirina golê di sala 2001’an de dest pê kir û heta sala 2002an ji sedî 10’ê projeyê temam bû   Peymana ku di sala 2003'an de bi şîrketa ku îhale qezenc kir re hat kirin, betal bû. Di rapora ku sedema betalkirinê hat vegotin de ev îfade cih girtin: "Di nava 200 salan de îhaleya golê hat kirin. Lê belê dema xebat dewam dikirin, ji aliyê Komîteya Teftîşê ya Midûriyeta Giştî ya Karên Hîdrolîk a Dewletê ve biryar hat dayîn ku peyman û îhaleya bi şîrketa taşeron re hatiye çêkirin betal bike û garantiya hatiye razandin weke hatineya xezîneyê hat qeydkirin."   GOTINÊN LI HEWAYÊ MAN    Piştî 12 salan, di sala 2015'an de Midûriyeta Giştî ya Karên Hîdrolîk a Dewletê (DSÎ) îhaleya revîzyonê ya ji bo golê ji aliyê Muduriyeta Herêma 17’emîn a Wanê ve hat kirin. Di daxuyaniya ku di 15'ê Îlona 2015'an de hat weşandin de hat diyarkirin ku maliyeta nêzî wê 678 hezar û 122 TL ye û îhale jî ji fîrmaya Endezyarî û Şêwirmendiyê ya Erîsta ya navenda wê li Enqereyê ye re bi 332 hezar TL hat dayîn.   Li gorî peymana ku di 8’ê Kanûna 2015’an de hat îmzekirin, analîz û sondaj hatin kirin. Lê belê çêkirina golê hînê neqediya bû. Di sala 2016'an de Serokwezîrê wê demê Bînalî Yildirim di dema merasîma vekirina komî ya li Wanê de li ser golê got, "Bendava Qûrcan a xwedî depoya avê ya ji 1,76 mîlyon m3 ye û wê 3 hezar û 900 dexlên xakê av bide, tê çêkirin." Li gel îfadeyên Yildirim jî diyar bû ku li ser golê ti kar nehatiye kirin.    Di sala 2019 'an de careke din ji bo çêkirina golê projeyek hat amadekirin. Di çarçoveya projeyê de rapora nirxandina bandora hawirdorê (EIA) hat xwestin. Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di 7 'ê Çileya 2019'an de pêvajoya EIA da destpêkirin û di 6'ê Adara heman salê de raporek da û diyar kir ku 'EIA ne pêwîst e'. Piştî vê raporê, Karên Hîdrolîk ên Dewletê (DSÎ) pêvajoyeke nû ya îhaleyê da destpêkirin. Lê belê îhale qet nehate ragihandin.   DÎWAR JÎ RIZYANE    Der barê çêkirina golê ya ji sala 2019'an heta 2024'an de mizgîniyek hat dayîn. Waliyê wê demê û qeyyûmê şaredariyê Ozan Balci jî diyar kir ku di bernameya 2024 'an de cih digire û wê di demek kurt de temam bibe.    Tevî 25 sal di ser re derbas bûye jî gol nehatiye çêkirin. Dîwarên tunelê yên di sala 2001 'an de ji bo golê hatine çêkirin jî bi demê re rizyane.    Şêniyên taxê nerazîbûnê li hemberî neçêkirina golê nîşan didin. Welatiyan destnîşan kirin ku ji ber ziwabûnê avên biharê kêm bûne û erdê çandiniyê li ber ziwabûnê ye.   NIŞTECIH BERTEKAN NÎŞAN DIDIN    Niştecihê taxê Cevher Bagatur ê ku dixwaze gazincên wan bên bersivandin got, "Dest bi çêkirina tunelê kirin, lê piştre nîvçe hiştin. Şîrket beriya ku karê xwe biqede çû. Ne hikûmetê û ne jî DSÎ'yê mafê me neparast. Di vê çarçoveyê de em mexdûr in. Ji ber ku li gund ava vexwarinê jî nîne. Ne tenê ev e, hemû erdên me ziwa ne. Em nizanin bê şîrket bertîl girtiye yan jî çi bûye. Tekane daxwaza me ew e ku gol biqede.”   'TEVÎ RAGIHANDINA ME JÎ TI GUHERTIN NEBÛ'    Îbrahîm Acar ragihand ku xebatên li ser golê ji ber 'sedemên nediyar' hatine rawestandin. Acar got, “Hin erdên gundiyan jî hatin texrîbkirin. Bi salan em çûn DSÎ'yê û me rewş vegot. Her cara ku em diçûn digotin, 'em dişopînin'. Lê li gel ku di ser re sal derbas bûn jî ti geşedan çênebû. Weke keyayê gund ê wê demê ez çûm Enqereyê. Min rewş ji Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker re ragihand. Wezîr ji me re got, 'Divê Gola Qûrcan niha aktîf be'. Agahî, belge û raporên me hebûn, ku me pêşkêşî wezîr kirin. Me ev rewş ji Midûrê Giştî yê DSÎ'yê re jî ragihand. Ji me re got ku di qonaxa îhaleyê de ye. Lê belê ti guhertin nebû.”   Acar di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ev gol tenê ji bo gundê Qûrcan nayê çêkirin. Ji bo gundê Beyaslan jî tê çêkirin. Nifûsa van her du gundan ji 4 hezarî zêdetir e. Erdên ji ber ziwabûnê êdî nikarin bên çandin. Aliyekî siyasî yê vê rewşê jî heye. Hingî namzetên AKP'ê hatin gund û gotin, 'Eger hûn dengê xwe bidin me, em ê golê ava bikin'. Weke gel em mexdûr in. Divê di zûtirîn demê de berpirsyarên mexdûriyeta me bên dîtin.”   MA / Adnan Bîlen