Li Iraqê partiya jinan hate damezirandin 2025-07-28 11:03:35   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Iraqê Partiya Jinan a El-Mewadda, hate damezirandin. Partiya Jinan a El-Mewadda, li Iraqê jinên ji mezheb û civakên cûda yên welat anî cem hev û bi armanca bihêzbûna jinan a di warê siyasî de hate damezirandin.   Li gorî nûçeya NÛJINHA; Yekemîn konferansa Partiya Jinan a El-Mewadda hate lidar xistin. Hevkarên damezrînerên Partiya Jinan a El-Mewadda, diyar kirin ku partî ji ber siberojek baştir ya Iraqê, ji bo beşdarbûna jinan û cihgirtina xebatên siyasî platformeke û da zanîn welat hewcedarê hemû kesê ye.